Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Navnîþan

 



 Brahîm Mehmûd

Rojên te yên tên
Ji mêj ve bi wan re dijiyam
Seyên te pirbûne
Riyên te har û dîn bûne
Steyrikên te di xewre çûne
Þeva reþ bi te mest bûye
De ka ezê çawa dilê xwe bighînim sînorên hezkirina  te gula rûxandî


Ser destên te tav û birosk nema xwedî dibin
Li bin piyên te kanî nema xewna dibînin
Di roniya çavên te de zimanê navê te kitim bûye
Destên min nema dikarin xewnên te bixwînin
Daku ez bi firê bikivim
Û nekevim
Gula temara mininê

Dilê min ji destnimêj ketiyê
Çiko hinasa te biyanî bûye
Zimanê min ji terezû ketiye
Çiko laþê te ji gotinên bav û bapîran ziwa ketiye
Û ez jî navek bê adrês mame


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark