Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd û Fransa

 


Ebdulaziz Qasim

Piþtî peymana “Sykes-Picot”, beþek ji Kurdisanê ket di bin deshilata “Mandate” Fransiyan de (1920-1946), ya îro jê re tê gotin Kurdisana Sûriyê “Rojavayê kurdisanê”, Fransa di dema “mandate” ya xwe de gelek piþtgirî da kêmatiyên netewî, olî û mezhebî li Sûriyê, û Sûriya niha li ser pênc dewletan dabeþ kiribû (Heleb, Þam, Çiyayê Elewiyan, Çiyayê Dirziyan”, û dewleta “Sinceqa Eskenderonê” ku ji sala 1939`an ve di bin dagîrkeriya Tirkiye de ye, ku piraniya kurdistanê di nav Sinceqa Eskenderon û dewleta Helebê de bû.


Di sala 1920’an de bi fermana jêneral “Henri Joseph Eugène Gouraud” (1867-
1946), wîleyeta Cizîrê hat damezrandin ku piraniya wê Kurd û Xirisyan bûn ya niha bi navê (parêzgeha Hesekê) tê naskirin, ku Fransa piþtgiriya bi statukirina deverên kurdî dikir, berevajî Mandateya Brîtaniyan li Îraqê ya ku dijminatiya gelê kurd dikir û li gorî peymana 1926 wîlayeta Mûsil ya bi piranî Kurd tevlî Îraqê kir.
Wîleyeta Cizîrê “parêzgeha Hesekê” ji aliyê darayî û rêveberî ve satuyek serbixwe bû, ji aliyekê din Fransa rolek mezin hebû di weþandina kovar û edebiyatên kurdî de û dibîsan bi zimanê kurdî hatin vekirin, û ji bo pêvajoyê piþtgirîkirina kurdan bi rêya hin rojhilatnasên xwe û bi taybetî rojhilatnas Roger Lesco (1914-
1975), ku rolek wî ya mezin hebû digel zimanzanê Kurd Mîr Celadet Bedirxan ji bo bi latînîkirina zimanê kurdî û latînkirina zimanê kurdî bi diyardeyek pêþketî û þarisanî  nirxand.
Li pêþ despêkirina duyem þerê cîhanê (1939-1945), ji aliyê hin serok eþîret û rûspiyên Kurdan ve daxwaza serxwebûna eyalata Cizîrê hate kirin û ev daxwaz ji aliyê rayedarên Fransî ve hate pejirandin û daxwaz ji kurdên Cizîrê kirin ku têkiliyan digel kurdên Helebê û xirisiyanên deverê “bi taybetî digel Siryanan” bikin ji bo avakirina dewleteke kurdî wekî dewleta Libnanê ku serok Kurd be û serokwezîr Siryanî be, lê ev proje sernekevt ji ber tinebûna rêxistineke netewî ya kurdî ya bi rêkûpêk û herwiha nakokiyên di navbera rûspiyên kurdan de, tevî dijayetî û nerazîbûna netewperisên Ereb bi taybetî Partiya Komunis ya Sûrî ku bi hevkariya dewleta Tirkiyê ya ku gilînameyek li ser vê yekê ji bo “League of Nations” pêþkêþ kir û bi alîkariya hin dewletên din ev proje hate jinavbirin, û Gelê kurd derfeteke zêrîn bi derketina Fransa ji Sûriya di sala 1947’an de jidest xwe da.
Fransa, bi despêkirina krîza Sûriyê ya berdewam ji sala 2011-an ve, careke din xebata xwe ya ji bo parasina kêmatiyên netewî û olî berdewam kir, û bi tundî li hember dagîrkariya Tirkiyê li ser Efrînê û Girêspî û Serêkaniyê helwes standin, û ev yek bû sedemeke mezin ji bo peydabûna nakokiyên mezin di navbera wê û Tirkiyê de, ku îro roleke wî ya mezin heye digel Hikûmeta Herêma Kurdisanê û Amerîka ji bo lihevhatina kurdî-kurdî ya di navbera ENKS û PYNK de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark