Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanī: komīta xelata Osman Sebrī bo dostaniya gelan xelatź vź carź da rojnamevanź Misirź Essyźd Ebdilfettah Esseyźd

 


Daxuyanî
Têkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêžiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi nižtimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.


Bo berdewamiya van têkliyan, komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan, biryar da, ku vê xelatê vê carê bide rojnamevanê Misirê rêzdar Essyêd Ebdilfettah Esseyêd, bo helwestên wî yên kurdewarî, bervedêriya bo gelê Kurd û doza wî ya dedmend, çi di nivîsên xwe de, û çi jî li konferans û cîvînên herêmî u navdewletî de.
Rojamevan Essyêd Ebdifettah Essyêd endamê sendîkeya rojnamevanên Misirê ye, gotar ênalîzeyên xwe di rojname û kovar û malperên Erebî û Kurdî de diwežîn, wek: Elmusewwêr, El-Fhram El-Erebî, Etteaxî, Kurdistanî Noy, û Pok Mediya û hinên din.
Ew žarezayê kar û barên kurdî ye, serokê navenda El-Qahîre bo lêkolînên kurdî ye, ku sala (2013)ê damezirandibû, rêvebirê wežanxaneya Nefertîtî bio wežan û lêkolîn û wergerê yê, ya ku berî pêžî, têkliyên çandî yên herdu gelên Kurdî û Misrî û wežandina berhemên ramaî û wêjeyî yên aferînerên Kurd xem û qisaweta wê ne.
Rojnamevan Essyêd Ebdilettah Esseyêd, bi boneya raportên meydanî li ser žerê dij Daîž li çeperên cengê, li Bažûr û Rojavayê Kurdistanê, xelata sendîheya rojnamevanan wergirtiye.
Rojnamevan Esseyêd Ebdilfettah Essyêd beždarê gelek kongir û konferasên navdewletî bo doza Kurd hatine girêdan, beždar bûye. Hinek ji wan:
1. Kongira navdewletî bo doza kurdî, li Balçîka, perlemana Eewropa sala 2016.
2. Civata navdewletî bo guhertina demografî, ku li Efrînê dibe, sala 2018.
3. Mêvan û hevpižkê çalakiyên ramanî û semînaran li pêžengeha pirtûkan a Hewlê ya navdewletî herdu salên 2017 û 2019.
4. Mêvanê rûmetê yê duwemîn pêžengeha pirtûkan li rojavayê Kurdistanê sala 2018.
5. Gelek caran seredana çeperên žerê dij Daîž li bažûr û rojavayê Kurdistanê kirî.
Her weha wî têkiliyên germ li gel wêjevan û rewženbîrên Kurd, û piraniya hêzên siyasî Kurdistanî li Bažûr û rojhilat û rojavayê Kurdistanê hene, û di nav pirtûkên, ku wî lêkirine de, pirtûkek bi sernavê „ Jelal Talebanî, nerîneke Misrî“ heye.
Rêwresmên rûmetkirina wî dê li El-Qahîreyê bêk bên, û dê bi daxuyaniyeke din were ragihandin.
Almanya, 15. 09. 2020.
Komita xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark