Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Têkiliya sirûþtê û hestan

 


Nizar Yosif

Çiyayê kurmênc herêmek taybete, bi xweþî û dewlemendiya xwe. Heger mirov li ber herêmên din dayîne, hêjmarê herî mezin ji sedî xwendekar tê de hene, û her wisa jî kesên bawername yên xwendekariyên bilind ji zankoyan wergirtin tê de bihtire. Herêm weko çoxek kesk xwe radaye qorziya dawî ji rojavayê kurdistanê, û ser keskaya xwe de, meywe yên rengîn berda ne, û rûkê xwe pê xemilandiye. Sipehîtaya wê bûye meydana þêwekar û hunermendên afirêner.


‏Nebî Horî ji bin toza dîrokê, ji ber dimdima lingên hovên kedî kirîn, çavên xwe li heþînaya çiyayê kurmenç vekirin. Di biharê de payîzek pelweryayî dît, bi xemên xwe ve kul û keser daqurtandin. Berê xwe da wê hêlîna mirov di hundirê xwe de, bi hêminî parastin -þikefta Duderî- þikefta li ber bayê talan û wêrankirinê bac bûyî, lê li ser xwe birîndar mayî, di nava xemgîniyên xwe de, herdu þûnmayî ketin xewa hiþyariyê û giryandina bê tebatê.
‏Xweþiya sirûþtê rolê li ser mirov dike, û di hêle ew bikeve bin bandora wê de, heger bi erînî yan jî bi neyînî, û çavan li xweþiya wê vedike, herdu pêk ve, bi hevûdu têkiliyê bi xweþî û nexweþiyan dikin. Girêdanên weha, xwedan bitalintan di arirîne.
Mirov di nava civakê de zanistiyek giþtî perwerde di be, û di nêvê re jî bi têkilî û hewldanên xwe yê kesayetî û perwerdeyê, çandekê ji xwe re peyda dike û di afirîne. Ew  mirov û sirûþt û civak, bi herv re, di nava vê dan û standinê de, girêdanek bi bandor, di nava wan de tê ava kirin. Ev coreya girêdan û dan û standinê, bi kirar ên jiyan û civakê, yên ku dihêlin mirov li ser xwe bimîne, û parastî di vana guhertinên vê xwezayê de çê di bin, cî bigire û xwedan helwest be. Lewma hawîrdor ê çandî, ew aramiya mirov û girêdan a wî bi xwezayê û civakê re ye, û rengê dan û standinên herduwan tîne holê. Em dikarin ji nava van xirûciran û vê têkiliyê, û vê perçûmbûnê, bi girêdana helbestvan ya bi dorahiyên wî ve pêjindar bin. Di hêle gelek caran yê helbestvan, derdora xwe ya ku ew tê de dijît bi ser dorahiyên din yên heyîn ve bigire. Yekbûna wî pê re, di berhemên wî re, di de xweya kirin, ku ew vê heyînê bi ser her derên din re di bîne û digere, û pê re di axife û pesnên wî bi coþek germ tîne ziman. Weke ku bi yara xwe re pesindare, gilî û gazindan, di tengavî û ferehyan de, ji yekûdu dikin, ev hevgirtin di kevin nava zimanê hestan, bi zimên û biwêjên watedar têkildar bi bin, di be dilêþa wî pê re di peyive. Ji ber vê yeke pir ên caran , ji hezkirinê re di êþan de, ji janên wê re bi coþ pesindarin.
‏Di xwezayî û sirûþt ê re helbestvan sîha yarê û spehîtaya dilberê di bîne. Tekeziya têbîniyê û pûnijî ya wî, bi avakirina wê girêdanê, di nabera jiyan û xwezayê de, bi dîtina bengiya xwe, wêneyên hunerî pêjindar, ji pesindayîna wê re, bi evînê tînin ser zimên. Di hêle ku yê xwêner û guhdanvan bikeve nava wan xewn û xeyalan, bi têkildarî bi wan re watedar mijûl bi be.
‏Verêja helbestvanan ji xwezayê, ne tenê di warê hezkirinê de em di bînin, di gelek coreyên sitirandinên din de jî, bûne conên helbestan weko þîne, lome, pesin, fort î, comerdî, lê evîn dimîne sitrandina wî hevîrê sereke, di nava van conan de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark