Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ēayxaneya Žermola, Amūdź li Dozmīz e

 


Idrîs Hiso

Çayxane di çand û dîroka Kurdistanê cihekî xwe yê taybet heye, berdewam li çayxaneyan kasayetiyên siyastmedar, rewženbîr, nivîskar û helbestvan dighan hev, li wir hemû mijar bi azadî û bi dengê bilind dihatin gotûbêj kirin, dibe pažeroja welat li çayxaneyeke wek a Miçko li Hewlêrê, an jî li çayxaneya Gel (El Žeeb) li Silêmanî were gengeže kirin bêhtir ji parlementoyê bi xwe.


Li Amûdê jî dibe ku tu hemû danemrên bajêr li çayxaneya Kewê bibînî, li wir zimanekî taybet bikar tê, nêviyê xwe henek û qerf in û nîvê din sixêf û cûnî ne, lê bipêçewanî çayxaneyên Silêmanî û Hewlêr, kes behsa siyasetê nake, dibe ku ev jî ji ber wê yekê be ku danemrên Amûdê ji siyaset û karên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê bêzar bûne, lewma zimanê çayxaneyê bûye zimanê sixêf û laqirdiyan wek xelkên Amûdê bigižtî têne naskirin.
Paneberên Rojavayê Kurdistanê û ji wan jî xelkên Amûdê ev nerîtî bi xwe re anîne Herêma Kurdistanê, li kampa Domîz hejmarek çayxane hatine vekirin, ji wan jî çayxaneya Žermola ku navê xwe ji girê herî binav û deng yê Amûdê , Girê Žermola wergirtiye.
Çayxneya Žermola ne ji zû ve hatiye vekirin, lê zû nerîtî, ziman û kežûhewaya çayxaneyên Amûdê li xwe girtiye û mirov heger bixwaze hest bike ku ew li Amûdê ye, bila biçe demekê li wê çayxaneyê rûnê.
Xwedanê çayxaneyê dibêje; Çayxane yek ji cihên ku xelk ji hemû çînên civatê li xwe kom dike, lewma ez dixwazim çayxaneya min ne tenê cihê lîstika kaxezan û vexwarina ça û qehwê be, ez dixwazim li vî cihê ku xelk lê kom dibin bibe cihekî ku xelk êdî têde behsa mijarên dîrokî, çandî û keltûrî jî bikin, lewma ez dê wêneyekî bidim çayxaneya xwe ku êdî bibe çayxaneyeke xwedan taybetmendiyeke xwež.
Pêngava min ya serekî ew e ku ez dîwarê çayxaneya xwe bi wêneyên hozanvan, nivîskar û rewženbîrên Kurd û Kurdistanê bixemilînim, herwiha ez diwazim ku li vir xelk guhdarî stranên resen ên Kurdî bikin, herwiha ez dê di pažerojê de hewil bidim ku pirtûkxaneyekê jî di çayxaneya xwe de ava bikim, da ku ew kesê bixwaze li çayxaneyê xwendinê jî bike, cihê xwe bibîne.
Bigižtî li çayxaneyên ku li deverê hene, mirov dikare bi tenê lîstkvanên kaxezan bibîne, lê li çayxaneya Žermola ku bi navê xwe jî balkêž e mirov dikare hezkiriyên dengê Mihemed Žêxo û Eyžê Žan, Hesen Zîrek û Mihemed Arif  jî bibîne.
Di yekem roja ku min hejmarek wêneyên rewženbîrên Kurd diyarî vê çayxaneyê kir, êdî zibûnên çayxaneyê dihatin û dipirsîn ev wêne yên kê ne.? bitaybet gencên nûhatî, û êdî ew ne tenê dê bên û ça û qehwe û kaxetan bibînin lê bi rêka pirsa derbarê van wêneyan dê derbasî nav pelên çand, dîrok û keltûra xwe jî bibin.
Çayxane di nav civata Kurdî de, ew cihe ku hejmarek mezin ji xelkê û ji hemû çînan xwe lê digre, lewma divê ne bitenê bibe cihê vexwarina ça û qehwê û lîstak kaxezan, lê divê jêrzemînek were peyda kirin û bi vexwarina ça û qehwê re mirov hest bi rewanê çand û keltûra xwe bike, û dibe ku çayxaneya Žermola li Domîz, ku bi hezaran panaberên Rojavayê Kurdistanê li xwe digre, bibe pêngava yekem di vî biwarî de.
Domîz 22.02.2020z
Kurdistan hejmar 169 15.03.2020z

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark