Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Destana Birîna Min.. Li dewsa behîname ji Cegerxwîn re

 



Ebdilmecît Þêxo   

Birîna  min devliken e
Hêviyan di dilê xwe de
Tev gulên spî diçîne
Di nav zîpêkên reþ de
Destên xwe dide hevalên xwe
Û bi hev re bîst û yek mûman
Di þikevtên bîreweriyê de
                                             vêdixînin.


Birîna min sipî ye
Bêhna berfa çiyaya Hawarê
Û çêja henarên Basutê
Ji nav lêvên wê diherikin
Carekê mîna kotireke sêwî
Dike nalîn
Carekê mîna hechecokê
Ji hevalên xwe re distirê.
Birîna min evîndar e
Ewa hîn bi stêrkên
Bajarê xwe re dikene   
Bi çavên xwe bi zarokên penaber re dilîze
Û bi pîrejinên gundê xwe re
Qehwa sibê vedixwe.
Birîna min cevakêþ e
Guh nade segê bi êþ e
Bi çavên xwe daran vedijîne
Zarokên berþîr dimêjîne
Bi axînên xwe pêlkên bukan
                                Vedihûne.
Birîna min pîdar e
Ji kaniya hestên min dinûþîne
Ji xewnerojên  min keskesorê
                       Li ezmana  sêwiyan çêdike
Û welatekî di gewriya xwe de ava dike.
Birîna min, ne mîna  birînan e
Birîna min bi du dilan e
Dilek dihêþe
Dilek bi serdemê dikene.
Her pelek ji darên zamdar
Di þevên tarî de ji birîna min
Straneke Bavê Seleh distirê
Û bi xûnava xwe  porên bûkên
                        Sêwî þeh dike.
Her hîmek ji çiyayê min
Bi nalîna xwe
Bi bayên xwe
Bi kenînên xwe
Dilên çelmisî geþ dike.
Her zerkek av ji kaniyên
Dilên evîndar
Birîna min derman dike
Her mistek  ji baweþînên
Darên zeytunê
Baskên min dilþah dike
Û birîna min derman dike
Her keçek ,her xortek,
Di kolana min de
Bi zarok û pîran re  seyranê dikin
Birîna min  dikene û dimiçiqe  
Birîna dilê min efsaneya serdemê ye
Bi istêrkên  darên sêwî re
Strana (Evîna Welat)
(Efrîn bûkek delal e)
distirê
Ev e nasnameya birîna min !

Efrîn,2019              

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark