Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Anîna Termê Cegerxwîn û Helbesta Min

 


 Konê Reş

  Berî 36 salan, di roja 22/10/1984an de, Seydayê Cegerwîn li Swêdî, bajarê Stockholmê koça dawî kir.. Di Tîrmeha 1979an de, ciwanika Nûvîn Harsan, ew ji Qamişlo bi xwe re biribû Swêdê û her pênc salên xwe yên dawî li wî welatê serme û seqemê derbas kiribûn.. Êvara 23/10/1984an nûçeya koçkirina wî li bajarê Qamişlo belav bû.. Xemgîniyê konê xwe di ser tev bajar û gundên kurdan de li Cizîrê vegirt.. Dost, heval û hogirên wî li hev geriyan û nûçeya koçkirina wî ji hev re gotin..


Hingî ez û wan çend hevalên xwe yên ku her pêlekê em diçûn serdana wî û pêwendiyên pê re hebûn -berî ku here Swêdê- me nûçeya koçkirina wî di nav xwe de giftûgo kir; gelo wê bînin Qamişlo an na? Wê wî, li kû veşêrin..? kengî bînin..? Her yekî ji me gotinek digot.. Belê gotina rast li cem partiya Pêşverû û mamoste Abdulhemîd Derwêş bû.. Ya dinî rojê, belav bû ku mamoste (Abdulemîd Derwêş) sekretêrê partiya Pêşverû gotiye; wê termê Cegerxwîn bînin Qamişlo, di hewşa mala wî de veşêrin.. Di wan rojan de, min his û hestê xwe derbarî Seydayê Cegerxwîn di vê helbesta xwarê de bi navê Şîna Cegerxwîn anî ziman.
  Piştî çend rojan, em di kolalên Qamişlo de çav bi (Afîşa) postera roja anîna termê Cegerxwîn, di kolanên Qamişlo de ketin. Ku wê termê Cegerxwîn di roja 5/11/1984an de, bi balafirê bigihêje balafirgeha Qamişlo û wê termê wî di hewşa mala wî de bê veşêrin..  Ew postera mirina Cegerxwîn bi zimanê erebî bû, bi tenê navê wî bi kurdiya latînî têde xuya dikir.. Ew yekemîn car bû ku posterên mirina yekî kurd, navê wî bi kurdî têde nivîsandî di kolanên Qamişlo de têne daliqandin.. (Paşê min sehkir ku birêz Komîdas xwediyê çapxaneya Komîdas yê Ermenî, ji rex emniyetê ve hatiye bersivdan û jê re gotine: Çima te ew postera mirina Cegerxwîn çap kirine.. kê ji te re gotiye û destûr daye te..?).

 

 

  Sibeha roja 05/11/1984an, cemawerekî girs, wek lehiyê ber bi balafirgeha Qamişlo ve herikî; jin û mêr, keç û xort, qutabî neçûn dibistanan.. Bavê min jî tevî xityariya xwe ji gund hatibû Qamişlo pêşiya termê Cegerxwîn û bi sedan yên wek wî hatibûn.. Ez jî digel çend hevalan digel guzek gul û kulîlkên ku min ji hewşa mala xwe dabûn hev, di desên min de, em di nav wî kerwanê insanên bê ser û ber de, di pêşwaziya termê Cegerxwîn de bûn.  
  Li gor afîşa mirina wî, xelkê xwe li balafirgeha Qamişlo digirt.. Lê ji ber ku di wê rojê de balafir ji Şamê nedihat Qamişlo, çend otomobîlên hevalên partiya Pêşverû û kurdperweran ji Qamişlo çûbûn balafirgeha Şamê pêşiya termê wî. Ew bi otomobîlan, ji Şamê di rêka Helebê re tanîn Qamişlo.. Werhasil, cemawer bi saetan li hêviyê man û gelek ji xwediyên otomobîlan ta bi bajarê Hesekê çûn pêşiya termê wî.. Dawî giha.. û ew cenawer wek lehiyê pey derbesta wî, di kolanên Qamişlo de herikîn.. ta ku gîhandin mala wî û di hewşa mala wî de veşartin..
Konê şîniya wê, şeş rojan li ber deriyê mala wî, ji serdançiyan re vekirî ma.. Ji bo rastiyê, yên ku bi kar û barên şîna wî di bin konê şîniyê de rabûn, hevalên wî bûn, yên partiya Pêşverû..
  Piştî çil rojî ji koçkirina wî, partiya (Pêşverû), çil rojiya wî li Qamişlo, di mala Ibrahîmê cumaa de pêk anî, min jî bi vê helbesta xwe (Şîna Cegerxwîn), ya ku min di roja 26/10/1984 nivîsandibû beşdarî kir.. Ew yekemîn car bû ku, ez helbestekê bêşberî cemawer dixwînim:

Va Cegerxwînê delalî xatir ji me xwest û çû
Li dûriyê derbiderî serxwebûn kula dil bû
Nav û dengê vî hozanî li cîhanê belav bû
Mîna Lorka û Nîroda, ji gelê me re dan bû.

Weke Taxûrê Hindokê, ew Cegerxwînê Kurda
Navê xwe di dîrokê de, serbilindî wî hilda
Pir bi bêriya welat bû.. Hildigirt barê derda
Perîşan û belengaziya gelê xwe pesin dida

Li tev beşên Kurdistanê, ew geriya û dêra
Êş û janên miletê xwe, dinivîsî wek mêra
Her dem bi kul û birîn bû, mîna birînên kêra
Buhişt danê got; min navê, ma ev ne rengê şêra.

Wî dil û ceger diyar kir, bo tev gelên bilindest
Ji ol û êlê xwe naskir, pêşketin here serbest
Ne tenê niştimanî bû, mirov bû, aştî dixwest
Bi azadî, serbilindî, dijî cengê ma newest.

Ew dîwanên pir giranî, ji me re bûn dibistan
Kul û xeman şevîn tanî, dîwan çêbûn ji ristan
Ra û tevdî wî baş danîn, sorgul xemla gulîstan
Bi merdî ji dil û canî, bû hevalê bindestan.

Oxir buhişt be lo kalo, va te xweş kir ev jiyan
Nav û zarê miletê xwe, te bilinkir li cîhan
Sed xwezî yên wek te pir bin, weke Xanî ji Botan
Va dîroka çanda kurdî, bi pelên nû hat tevdan.

Konê Reş/ Qamişlo 16/3/2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark