Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Bila dengê we, helwesta we be !

 


  Di rojnameya Radikal ya 27 Gulan 2007 de hevseroka DTP ê ango Komîsera wê rêxistinê Aysel Tugluk di gotara xwe de, doza paraztina Misaq - î  Millî dike û dibêje Komara Tirkîye di bin metirsîya Peymana Sewrê de ye. Bi vê gotar û bi van dîtinên xwe, Aysel Tugluk ne hevserok e, ew di rastîyê de nûner û birêvebira siyaseta kemalîstan ya di nav DTP ê de ye.


Em baþ dizanin ku, yek ji peymanên ku mafê damezrandina dewletek Kurd tê da hatîye destnîþan kirin, Peymana Sevrê ye. Lê mixabin xatûn Aysel Tugluk peymana Sevrê wek binpêkirina rûmeta Tirkîyeyê bilêv dike.
Eve 84 sal e ku milletê kurd bindestê Komara Tirkîyeyê ye. Di van salan de siyaseteke nijadperest li ser ziman û çanda kurd hatîye meþandin.
Yên ku welatê wan hatîye dagîrkirin, milletê kurd e.Yên ku zilm û zordarîyê dîtîye milletê kurd e.Yên ku hebûna wan hatîye înkar kirin jî her dîsa milletê kurd e. Loma jî ne rast e ku em doza bratîya kurd û tirkan bikin û ne wezîfeya “siyasetmedarên Kurd” an e ku vê neheqîyê li milletê kurd bike.
Aysel Tugluk, Baþûrê Kurdistanê wek bakurê Ýraqê bi nav dike û ji bo destkeftîyên me yên li Baþûrê Kurdistanê bêrêzîyek mezin dike.

Gelê Kurd !

Yeka ku pesnê dewleta dagirkerê Kurdistanê bide, yeka ku pesnê Kemal Ataturk bide û yeka ku xwedî li Misaq – î Millî derkeve, nikare bibe nûnera gelê kurd û nikare bibe dengê doza kurd!
Loma jî em wek Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa – ÎKE, bangî welatparêzên kurd dikin ku, dengê xwe nedin kesên ku ne nûnerê doza we ye!
Aysel Tugluk û yên weka wê xizmeta sîyaseta kemalîst û nijadperest dikin. Loma jî hun dikarin bi dengê xwe li dijî van dîtinên talûke, Helwesta xwe bidin dîyar kirin.

2007.05.30

Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa - ÎKE

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark