Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hebūna Pītola perwerde

 


Anahîta Hemo

Bingeha avabûna welatek serbixwe hebûna sîstemeke perweredak azad e.

Derengkirina ne diyar, ji sîstemeke perwerde bo nifžên Rojava , lê nayê bûrandin.

Çi pêdiviye bo avakirina kesayetîk”hewilatî”, serbixwe, berpirsiyar û azadîxwaz ku karibe di vê pêvajoyê de bi arkên netewî rabe?? Bêgûman , Ev kesayetî wê karibe giringiyê bide problêmên civakê çi jîngeh çi wargeh.


Pažê wê karibe berevaniyê di ber žûnewarên xwe de bike, li himber dijberên dewleteke kurdî serbixwe û azad .têrorîst ,cîhadîst.

Ev derengî di vê qunaxa hestiyr û demkî dedi bercewendiyên kê de ne?

Li ser milê kê avadibe nirxên avabûna vê kesayetiyê ,ew derûn pak, lehengên demê ne, dijî windabûna nifžan û dûrbûna wan, ji jêderên wan, ji mirinekê dirin yeke dîtir . Ev jî qirkirina netewa kurd e di riya valabûna danîžtekên dibistanan ji pîtol (Felsefe) û ramanên perwerda nûjeniyê.

Ew partîzanên xwedî rol di civakê de, di vê avabûna hevbež de berpirsên sereke ne, ji civaka kurdperwer, hemû hêzên nižtîmanperwer .Berevanên civaka sîvîl dildarên zimanê dê .AVAKIRINA nirxan ku hatine herifandin, Bilinkirina astê ênêrgî ,hêzan li gel nifžan û hezkirina jiyanê, xebatê dijî hasten xemokî, bo kar bê rawestan .

Her wiha jî,Belavkirineke karê hevbež, bi yek felsefa nûjen di wekheviya ciwanan: jin, mêr, bêcudabûn .Û yên mane bi sûde bijîn ,vegerîna nifžan ji Bakur û Bažûr pêdiviyek netewî ye .

Ya herî giring, žêrînkirina felsefa hebûnê û mana li ser xaka Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistan.

Giringiya avabûna kadirê mosteyan,rewženbîrên xwedî bîr û bûçûn, xwedî bîr û bawer bi guhertina astên ramyarî û civakî, li gorî vê pêvajoyê.

Pêdiviyeke netewî bi rola ciwanên nûhatî, ew nifžên pêžerojê ne .

Bi wateyeke din, ew rola herî giringe, tevgera nifžên bi hêz di astên ramyarî û kultûra aza. Da ku karibin bi hemû pêdiviyên pêvajoyê rabin .

Dema ew hêz û ewlekarî di civakê de ava bibe, wê demê wê civaka kurd bi yek rewtarê û peyamê bersiva demên pêžerojê bide.

Ev jî naghêje serî ji bilî avabûna sîstemeke perwerde hevbež serenserî Kurdistan .Wiha em ê bêjin ku Kurd xwedî biryarin di parastina xwede dijî van terorên ku kurdan cuda nakin “Žengal,Kobanê û Serê Kaniyê. li me dicivin ji hemû welatan, dema periyek buhižtê wan dicivîne, gelo, perîžanî û birçîbûna zarokên me me nacivînin dijî pîtola sendelî, post û desthilatdariyê ta mirinî?

lê, ya herî balkêž ku em Kurd ji yek netew nikarin ta ana bi yek peyamê bicivin di bin yek sêwanê de.Lewra jî, pîtola hebûnê bo nifžên Kurd di systemeke perwerde xwe tîne holê. ew pêwîstiyek û berpirsiyariyeke dîrokî ye li ser milên yên xwe dibînin parêzerên gelê Kurd bi hemû bežên civaka me ya Kurd “polîtîk, civakî, sîvîl, û aborî “,ew derûnpakên vê demê ne yên ku dikarin xaka xwe û žûnewarên xwe hilînin ji zarokên pêžerojê re bi aramî li dirêjahiya dîrokê.

Mînakê vê ezmûnê di žerê cîhanî yê dûyemîn de, Tižiržil digot: Ger fêrbûn ,dadgeh, û sîstema perwerde di asteke çak de be, wê demê em ê bêjin ku dewlet ava ye û tu ziyan lê nehatiye. Em ji vê peyva dîrokî li ku ne?

Bê gûman, dûbare dikikim, ger ne bi yek peyamê bin wê dengê Kurd di wê çarçoveya teng de bimîne, wê dengê wan jî neghêje netewên cîhanê.

Ev jî wê diyar be pižtî peymana li Bažûrê rizgar ji Kurdistan. Êdî gelê Kurd li xwe xwedî derdikeve, bi yek giyanê Kurd perwerî doza xwe žîrove dike .

Ma wê ji bilî vê birçîbûnê û penaberiya nayê salixdan di kampên werzê Zivistanê û xazên li wan dibarin dema ji Rojava direvin Bakur??

Kî berpirsê vê valabûna navçên kurdî ne? Kî koçber dibin û ji bona çi sideman? Kî cugrafiya nexže bajajarên Kurdî dughere û kesên biyan bi cih û war dike? wiha nifž jî dûrî civaka xwe dikevin û dûrkirina çareseriyê bi ramaneke azad di pêžerojeke kurdperwerî de .

Bi dumahî, ev pirsên ku divête di rojeva me rewženbîra de bin .û lêkolîn bi lêhûrbûn, civat jê re ava bibin bo avabûna civakê bingeha dewleteke serbixwe.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahī Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark