Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rola jina Kurd di danîna bingeha helbesta kurdî

 


Dr.Pihl.Ebdilmecît Şêxo

-1-
Di gotara derbazbûyê de me tenê navên hin helbestvanên jin anîn zimên,lê di vir de em dixwazin  wan û hin helbestên wan  hinekî berferehtir li gor çavkaniyên ku bi destên me de peyda bûne,binivsînin.
  Nêrgiz Xanima Şarezûrî nêzîkî( 733-  ?) Z.
Nêrgiz Xanim li nêzîkî sala (733) an de li Şarezûrê(Loristanê) ji dayik bûye,lê ne diyar e ku ewa kînga çûye dilovaniya Xwedê,ewa li ber destê bavê xwe di warê nivîsandina helbestê de pêşd çûye,ewa hevsera Ebdînê Caf bû û ew herdu jî bawermendê rêbaza (Yarî )bûn.Nêrgiz Xanim ne tenê helbestvan bû,lê ewa tembûrvan jî bû.Em li jêr çend malikan li gor  veguhastina nivîskar FeqîhHusên Soqinc ji tîpên erebî  û zaravê goranî ) dinivsînin.


Nêrgiz li gor baweriya xwe ya olî (Yarîperest) dinivîse:
Seqî  li cem bade deda
Dersî rêgey çanda deda
Mêrdan hemû  le dewr paş
Pêman dekan gişt temaş
Qewmê  be min neybê bawer
Her ke  bo yar xoy nekuje
Her ke lem dîn yeqîn neka  
Be dil  le cem amîn  neka
Her ke negrî qewlê durust
-2-
Bê dîn ew ewek putperest
   ……..)      
Wêjevan Feqî Husên Soqinc bi vê wateyê malikên jorîn şirve dike:
Meyger(Meyfiroş) di nav civata Xwedênasan  de piyalên meyê didan  me û em bi waneyên olî hîn dikirin,hemû mêr li dor Paşê diciviyan û guhdarî me dikirin,lê eger  gelek bawerî bi me tune be,xwîna xwe di riya wî de  ne rijîne,eger bawerî bi rêbaza me (Yarî) tune be,tu bi dil û can ne bêje amîn!Eger ew ne rastgo be,yanê ew wek potperestekî  vê bawer e.

Hebîbe Şarezûrî(1281-1348)Z.
Hebîbe keça Şêx Sediraldînê Şarazûrî ye,ewê ne tenê zimanê dayika xwe zanîbû,lê ewê ziman û rêzimana erebî û wêjeya farisî jî zanîbû û bi ser vê de jî ewê ola îslamî xwendibû,ewa jî mîna pir kesên serdema xwe dibe evîndara Xwedê û rêçikên rêbaza (Yarî) hîn dibe,ewê paşmaya jiyana xwe bi mamostetî û rênîşaniya gel  derbaz kiriye,ewê di jiyana xwe de mêr ne kiribû.Gelek helbestên Hebîbê  di pirtûka (Serencam )de hatine weşandin Hebîbe Şarezûrî di helbestekê de weha dinivîse :
Ezîz  binyama ,ezîz binyama
Ezîz şertiman çenî binyama
Ha peyrew şertî  ce girdîn cama
Sikey başlî  ximan  be binyam wama
Bi derya west en ,be derya west en
Bargey binya miman be derya west en
Yûrt  gilîme  kol ce keştî  rast en
Ha binyamîna ce koy xem  mest en
Aramîman niya ,aramîman niya
-3-
Ezîz  bê binyam,aramiman  niya
Pey adî şadî  behişî biya
Taze  û naxûniman  mekeve  çiya
Ha  çe keştî  da ,ha çi keştî da
Serafa  çenî xek  û reştî da
Elemdar û çerx çew zetî da.  
Feqîh Husên Soqin malikên jorîn bi vê wateyê şirove dike:Ey rêberê min yê giranbuha!Her di rojên înê de soz didan Xwedê,wê giyaneweran bi, afrîne, me bi Binyamîn re peyman girêdane ku ew di her karekî de Pîrê rêçikên  me ye û em serên xwe tenê dispêrin  wî.
Baregeha Binyamîn li deryayê ye,niha  ewa di qalibê heriyê  da ye û di nav keştê de dijî,ew di nav çiyan de ne rehetî û nexwaşiyê dibîne,ew herdem serxweş û sermest e.Ey rêberê min yê rêzdar!Bê Binyamîn aramî li nik me tuneye û ew ji me ra mîna şahî û buhûştê ye,em nikanin ji wî dûr bimînin,va ye Remzbar jî di keştê de ye û ew di wê de zêr û cewheran dughêre û  ew alhilgirê vê çerxê ye.

Nazdar Xatûna Şîrazî (?- 1363)
Mixabin sala dayikbûna Nazdar Xatûnê  li gor çavkaniyan diyar nebû, ewa li Şîrazê ji dayik bûye,di jîngeriya wê de diyar dibe ku wê felsefa yonanî jî xwendiye û ewa hîn  di keçikiya xwe bi  zana,Şêx û Pîran re dicivî  û oldareke jêhatî bû,bi ser vê de jî ewê bawernama şêxitiyê  ji oldarên  mezin  wergirtibû û hin malik ji helbestên wê ev in .
Yaran  yaweran  ray Heq rasî yen
Pakî  û durustî û rind  û xasî  yen
Her kes  wêş nasa Muhemed  asa
Bê şik  ew kese mewlayîç şînasa.
-4-
Nazdar Xatun di vir de bang li heval û hogirên xwe (Yaran ango;Ehlî Hewq) dike û dibêje:Ey yaran,ey hval!Riya Xwedê  rastî,pakî ,durustî û çakî ye û eger herkes xwe wek Mihemed binase ,bê guman ewê  Xwedê jî binase .
Xatûn Daryakî Rezber
 (Di sedsalên sêzda û çardan de jiyaye)
Xatûn Daryakî keça Husên Beg e,li bajarê Helwanê ji dayik bûye,ewa jî mîna pir hevaln xwe fêrî pirtûka pîroz(Quranê ) dike,navê  hevserê wê Şêx Îsa Berzencî bû,kurekî wan bi navê Sultan Îshaq hebû.
Xatûn Daryakî Xwedabawer bû,berhemên wê li ser evîna xwe ji Xweda re bûn ,ewê serfiraziya mirov di mirinê de didît,lewra jî wê digot:Divê mirov di riya evînê de têkoşînê bike,helbestên wê jî li ser rêçika rêbaza (Yarî ) bûn,ewê pir caran di ber lêdana temburê helbestên xwe jî dixwand Mînakek ji helbestên wê ev e:
Bî we qiwey dil ,bî we qiway dil
Azîz emro to bê we qiwey dil
Her çî fermawayt qebû en qebûl
We yadim  meyo wişyanim meşxûl
Medey şehîd ez we bê mûşkûl
Ne lewh yaqut ataş kamil
Heftewan  ce nûr şahbaz adil
Pey şert mêrdan to kerd we hasil
Perî destgîrî yaran fazil.

-5-
Xatûn Daryakî bi Xwedê re dibêje:Ey hezkiriyê min!Fermana te bûye hêza dilê min û eger tu çi dibêjî,gotinên te li nik min  têtin pejrandin û pesindkirin,dema ku ez bi roja  berî hesabê diponijim,yekcar dilê min vedibe û ez guman dikim  ku te  di vê rojê de heft stêrk yan heft  bira di qalibê mirov de afrandine.
Di cihdereke giring de hatiye gotin  ku Xatûn Daryak nêzîkî hezar helbestî  nivisîne û ewê temena xwe bi rênîşandayîna jinan û dersdanê de borandiye,ewa di sala (1345) an de diçe  ser dilovaniya Xwedê û bi vî rengî stêrkek geş ji ezmana  wêjeya kurdî kêmtir bû.
Di dawiyê de em dîsan bi zelalî dibînin;ku hemû helbestvan di van serdemên borî de pir wek hev in,naverokên helbestên wan yekcureyî ne,ji ber ku ew ji çarçewa olî  û evîndariya Xweda derneketine,ewan xwastine ji wê dinyayê re bizavên xwe bikin,ji ber vê jî em hestên netewî li nik wan nabînin,lê belê ew hemû mirovên qencîxwaz û mirovperwer  in.Li dawiyê em dixwazin bêjin:Eger çiqas kêmasiyên wan di warê netewperestiyê de hebin jî,lê ewan kanîbûn zimanê dayikê biparstina û (zarokê xwe yê nexwaş bi zarokê saxlem yê biyanan ne guherîn), lewra jî
cihên wan di pêşketina helbestê û parastina zimanê kurdî nirxbuhane.

Mesture Kurdistanî (1804-1847)Z.
Navê Mesture Kurdistanî ya rast Mahşeref e,keça Ebûl Hesen e,Begê Qadiriyan e,lê ewa di nav gel de bi nasnavê Mahşeref Xanim dihate nasîn,ewa di sala (1804) an de li bajarê Sineyê ji dayik bûye,ewa hevsera Xusrew Xan bû,ew jî waliyê bajarê Sineyê bû û ewa di sala (1847) an de çûye dilovaniya Xwedê.
Mesture Kurdisanî di warê berhemên xwe de pir dewlemend bû,lê ewa ne tenê helbestvan bû,ewa hîn zanyar û xweşnivîs bû,behreya Mestûre di nivisîna helbestê de hîn di zaroketiyê de diyar bû,ewa hîn biçûk bû,li nik mamostê xwe wêjeya farisî ,erebî û ola îslamî fêrbibû,lê ewa bi taybetî di ware hûnandina helbestê de pir pêşda çûbû û di nav gel de pir

-6-
pêşda çûbû û pir navdar bû, lê divê werê gotin jî  ku Mesture Kurdistanî pir sûd ji hevserê xwe yê helbestvan jî dîtibû û helbestvanê navdar Nalî jî di helbesteka xwe de pir pesna Mesture Kurdistanî dide.Lêkolîner Feqîh Husên Soncaq li ser wê weha nivisiye:Mesture Kurdistanî nêzîkî bîst hezar helbest vehûnane û helbestek ji ya din xweştir û keşînetir e.)
Lê di rastiyê de,em guman dikin ku ev hejmara ne pir cihê baweriyê ye,em texmîn dikin ku hejmara wan belkî (20) hezar  malik bin  û bi ya  me be,ev hejmara dimîne  cihê pirs û vekulînê.
Xisrew Xanî Erdelan diçe dilovaniya Xwedê,Mestûre Xanim piraniyên helbestên xwe diterxîne hevserê xwe,ewa bi dilekî şewat li gor wergera Feqîh Husên Soncaq weha dibêje:  
Xwesrew im wehar,xwesrew im wehar
ya  Şa vebûye,îm sal ne wehar
Ber neyan we ber gulan  ce gulzar
Nekro dirext şikofe îzhar
Ne sehn çemen newano Bulbul
Henî  ne nîşo  jale ne rûy gul
Susen û lale,re ina û gulezerd
Henî sewz neban  çenî soz û derd
Spay gulalan xwar û nigûn ban
Şeqayîq rengezerd  cîger pir hûn ban
Nesîm  seba neyo we çemen
Neşano şewnim  we rûy nestren
Axem!Qumayî  merg dîdeyî şehlayî tu
-7-
Yaşa kes nergis nekro we bo
Bigêro we des her kes desey gul
Wêney nêş xar bipêkoş ne dil
  …..)
Wêjevan Feqîh Husên Soncaq malikên jorîn  bi vê wateyê şirove dike:
Ey Xisrew! Ya Xweda! Bila îsal Buhar netê  û dar û ber ne pişkivin,Bilbil li nav mêrg û çîmenan ne xwînin,li ser gulan rûnenin  û lîluper û (Nîlûfer) ta roja dawî û axretê ji nav avê dernekevin .
Binefş,Nesrîn şîn  ne bin,bila leşger û supaya gulan pir biçûk bin û bila ew  di nav çîm û laleyê  de her tim rengezer bin  û dilên wan tijî xwîn bin.Ey mezin û gewreyê min!Bila piştî ku te çavên xwe ji vê cîhanê damrandin,ey Xweda!Bila tu kes nikaribe Nêrgizê bêhin bike!Bila her kesek gurzegulekê di destê xwe  ke û wê di dilê xwe de deyne,bila dengê qebqeba kewan ji çiyan  neyê,bila ne gul reng bide  û ne jî gulzer rengîn  bibe,ez bi Xwedê sond dixwim,piştî  Xwesrew  bila dîtina gul  û gulistanan  li vê cîhanê li min qedexe û  bi guneh be.
Berhemên Mesture Xanim ev in 1-Dîwana Mesture bi zaravê goranî.2-Mêjoya Erdelan  bi zimanê farisî.3- Namilkey (Eqayîd  û şerîyet)bi zimanê farisî .
Cîhan Ara Xanim (1859-1911) Z.
Chîan Ara Xanim Keça Mela Neşetê Paweyî ye,ewa di sala (1858) an de li Paweyê ji dayik bûye,ewa li mamostê taybet rêziman  û wêjeya erebî  dixwîne,hevserê wê Elî Ekber Xan bû û di pişt re ewa cara duhem bi Hebîbelah Xan Caf re  şû dike,ewa jiyana xwe bi xwendina pirtûkên olî derbaz dike ,Feqî Husên Soncaq dibêje:Ewa yek ji mezintirîn helbestvanên Kurd e,lê mixabin berhemên wê ne hatine berhevkirin û tenê hin helbestên wê ji hin pirtûkan hatine tomarkirin.
Gava ku nameya jinberdanê ji hevserê wê dikeve destê wê,ewa pir bêhnteng dibe,agir bi dilê wê dikeve ,roj li wê dibe şev ,şev li wê dibe roj,
-8-
cîhan  li ber çavên wê tarî dibe,Cîhan Ara Xanim di gelek helbestên xwe de ji hevserê xwe dixwaze  ku ew dilê xwe nede kesekî din,lewra ewa derd û kelha  dilê xwe bi vî rengî dirêjîne:
Qîblem demax im ,qîblem demax im
Nemenden,niyen berzî demax im
Dûr ce to perdey derûn dax dax  im
Zencîr teqdîr kerden yasax im
Kem kem kerden kem  somay çirax im
Pejmurd  en xunçey gulaley bax im
Per kenden kilav xeyatey dêz im
Nimînên  nergis şehlay hûnirêz  im
Zerden gula wereq gonay gulnar im
Kesas en tuhfey mayey bazaar im
Talen  tam dem tala û werdekem
Kal en ah serd  siyay derekem
Lêl en ayîney cem cemîn  im
Qelah en kalay balay xemîn im
Narewa can lal dure yamanîm
Bê seyr en sefay qew qeşeng im
Toz xêl  xem weşt en ne reng im
Azîz im ye giş meynet borî ton
Eyş  û nês xem weze midarî  ton
Cefay bedkaran gişt ce boney ton
-9-
Taney û exyaran  gî ser koney ton
Xesre û Şîrîn wel ce cong ton
Senan ta mehser tersa yar ton
Yosif Zelîxa girîftşar ton.
Ango;ewa bi hevserê xwe re dipeyive û dibêje:Ey hezkiriyê min!Êdî ew kêfxweşiya min ya caran ne maye û derûna min sincirî ye,sor bûye,ez disojim,çarenûsê pêşiya min girtiye,ronahiya çirayê min vemirî ye û gulên şaxên min çelmisî ne û qaserî ku ez digrîm,xwîn ji çavên min  dibare,rûyê min zer bûye,çêşa devê min tal bûye,ez bi derd im û awên li pêş çavên min de tarî bûne,hin toz ketine ser rûyê min,tenê Xwedê bi xwe dizane ku çawa min rewşa xwe derbas kiriye.Ey hezkiriyê min!Ev hemû xem û nexwaşî yên tên serê min ji ber te ne,Xusrew û Şîrîn Mecnûn û Layla,Yosif û Zelîxe hemû êxsîrên  te ne.
Cîhan Xanim pir ji hevserê xwe hez dikir,lewra jî ewa hîn bi dirêjahî gilî û daxwazên xwe derdibirîne,ewa nikane merê xwe jibîr bike,lewra ewa lavan ji wî dike û hundirê xwe ji wî û xwendevanên xwe re vedike û dibêje :
Axakim  felek çiman dilreş e
Erê bê xeber bê bak ce ehwal
Erê tîr endaz we rûy da ney lal
Erê  bê însaf ce hîç kes  ne pirs
Erê Sahib zorce Xweda ne  tirs
Erê bê rehim  welat çe pa û ker
Erê tarîdey ser miley xeter
Erê şew bêdarî şewan ce zulmet
Erê Îqlîmgîr pey çemey heyat
-10-
Erê hal nezan dûr cewe fawmeyî
Erê efiroş hûnî fetil ley
Ta key binoş zûx, zam, ceng
Ta key biwa ço  ey Xweda  sa merg
Ta key pêç  wero çon mar zamdar
Ta key bikêşo sizay sext xar
Ta key esirînim  aw paş  xak bo
Ta henasem  pexş efkax bo
Ta key derûnim  ce endo per bo
Ta key balînim  we hînaw  ter  bo
Ta key lerem  bê çenî pejaran
Ta key xidmet  kem  min  we hûn xwaran
Wesweseya  derûn  nîme şew  ta çend
Ceng çem  ta sub  çenî xew  tu çend
Goney gulnarî  çon  xezan  tu çend
Derd ce dest yar hal nezan  tu çend
Xwedawend  aman wes en derdser
Ya  necat ya merg  ya weslê dilber .
Dîsan Feqî Husên Soncaq malikên jorîn weha şirove dike:Ey hezkiriyê min!Ji bo çi tu ji min napirsî û guhdarî gotinên min nakî  û haya te ji rewşa min nîne?Ey tîravêj!Tu tîran davêjî kesên bêdeng!Ey bê dad ji kesî ne pirse!Ey hêzdar tu ji Xwedê natirsî!Ey bê dilovano!Ey bê welat û çiya û kevir!Ey rêbir û avgirê çavkaniyên jiyanê!Ey bê kes û bê armanc!Ey

- 11-
şerfiroş û mirovkujê Xwedanenas!Ta kînga tuyê bi bext û şansê min re bibî yek?Heya kînga tuyê nazên xwe li min bikî?Heya kînga ezê nêm  û birîna kezeba xwe bixwim?Ta kînga ezê ji Xwedê mirinê bixwazim?Ta kînga ezê wek marê birîndar xwe bipêçim?Ta kînga ezê êş û azarê bikşînim?Ta kînga ezê bi rondikên çavên xwe zevî avdim?Ta kînga ezê xizmeta kedxwar û xwînmêjan bikim?Tu bi xwedêkî ji min re bêje,jarî û rebenî ta kînga?Ta kînga fedî û şerm?Ta kînga ezê herim cem bijîşk û ji wî re bêjim:Ez bi derd im.Xwedyo!Ez hawara xwe li te dikim û êdî êşa serê min bese,divê tu ya min bighînî  hezkiryê min û yan jî min bikujî.
Vaye me dît çiqas Cîhan Xanim bi derdê vedîtina hevserê xwe bi êş û  azer e,lê ewa ewqas jî vînbilind û geşhêvî ye ku merê wê dîsan li wê vegere û ewa di van malikên jêrîn de jî hasten xwe derdibre.
Her wêm mezano dil çi dêşin
Balam  perê to faydeş çêşen
Min  pey to sten  û yem  û we çember da
Ta  nem  çon serpoş kêsan weser  da
Pey to wêm kerden  we pend şaran
Mehrûm  ce seyran berz  kosaran
Pey to derûnim  pir nêş  xar en
Sed  ko çon şaho xem  we nem bar en
Pey  to xem gelay ciwanîm berden
Pey to wehar im xezaniş kerden.
Cîhan Xanim dibêje:Derd û kulên min  zor in,lê ji bo te çi sûd û qezencek heye?Ez ji bo te di çemberê de me,ez ji deşt,seyran û çiyan bê par  bûme û bi qaserî sed çiyayê Şaho xemên min hene.Buhar li min bûye Payîz,ez hemû kul û xemên te dixwim,nexwaş,kul û xemên te ji min re ne û xweşiya te ji dijmin re ye,herweha jî ewa hîn lava ji mêrê xwe dike ta ku ew dîsan bi hev re bijîn.  
    Dumahîk heye

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark