Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojnameya Dīplomat!

 


Konê Rež

Ji çend salan ve ez rojnameya Dîplomat dižopînim û di van çend salên dawî de, hin caran berhemên min têde hatine wežandin.  Dîplomat; rojnameyeke hefename civakê û siyasî ye. Wežana xwe bi sê-çar zimanan dike; kurdî, Azerî, Tirkî û Rûsî. Cihê wežana wê li Azerbêcan, bajarê Bako ye, xwedî û berpirsyarê wê mamoste Tahir Silêman e. Hejmara pêžî (1) di sibata 2003an de hatiye wežandin. Ta niha 453 hejmar jê hatine wežandin û belavkirin. Her hejmarek di navera 16-20 rûpelan de ye.


Mixabin ku roja îro ev rojnameya bedew ji ber rewža aborî ve li ber rawestandinê ye.. Ev rojnameya ku nav û dengê kurd û Kurdistanê li welatê Qefqasyayê bilind dike.. Cihê daxê ye ku ev rojname ji ber rewža aborî ve were rewestandin..
Berî çend rojan ez bi xwediyê wê mamoste Tahir Silêman re axifîm û min pirsa nederketina rojnameya Dîplomatê jê kir.. Wî bi kul û keser li min vegerand; got û biland; ev 17 sal in ku ez vê rojnameyê di wežînim.. Ez navê kurd û Kurdistanê di welatên Qefqasiyayê de bilind dikim.. min gelekî xwe pê re westandiye.. ji male xwe xesirî me.. mixabin ji ber rewža aborî edî ez nema karim berdewam bikim ku alîkariya min nebe…
Van gotinên wî, Mîr Celadet Bedirxan û wežana wî ji kovara Hawarê re anî bîra. Mîr Celadet Bedirxan jî di heyamê xwe de, dema ku kovara Hawarê li Žamê diwežand, ji ber rewža aborî, wî çend carekî firaxên mala xwe difrotin da ku hejmareke Hawarê biwežîne…
Bi hêvî me ev ewrê ku di ser wežana rojnameya Dîplomat re derbas dibe zû biferike û hin ji rêxistin û maldarên kurdan bi alîkarî û yarmetiya mamoste Tahir Silêman ve rabin..
Qamižlo 29/8/2019

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark