Nizar Yosif
Xweþawaz ji tilûran na hatin bihîstin,
Û wênegeþî ji zemînê çilmsîn,
Pêkolînên min yên fêr nebûyîn di lerizîn.
Germiyê ji gewde barkir,
Li te geryam!
Hemî asêgehên xewnan vedikewiþandin,
Evînê pirs ji min di rijandin,
Ji rêwî yê li veqetandin ên rêyan berze bûyî,
Ji guldankên bê sûd çewisîn,
Ji gewher ên weþiyayîn,
ji gerdeniyên keçên kûvî bûyîn,
Min di pirsî?
Bersiv dane min:
Rêka wê sermediye,
Rondikên te yên boþ,
di rojê de stêran na bînin,
Ê bibin hêlm
Di rêka bê dawî de winda bibin.
Li dawiya lêdana dil,
min zanî bû,
Li dûv stêra rijyayî ketime,
li pey ava çemê diherikî beziyame.
Di hiþyar bûnê re serwext bûm,
Ku dotin a çavan,
Ra yên min guviþîne,
Xwenê ez tevizî di dîdaran de hêlame.
11.05.19