Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Li ser pirtûka Dr. Husên Hebeş Raperîna Çanda Kurdî Di kovara Hawarê de

 


  Cankurd

Di serlêdana xwe de bo mala min, hêja Dr. Beshar Mostafa, ji min re libek ji pirtûka dostê hêja Dr. Husên Hebeş li gel tiştin din wekî diyarî anî. Ji zû de jî ez li bendê bûm, ku vê berhemê bistînim û bixwînim. Ne tenê ji ber giranbihabûna kovara HAWARê di nêv wêjevanî, çand û rojnamegeriya kurdî, lê belê ji ber şêwaza nirxandin û lêkolîna, ku hêja Dr. H. Hebeş li ser vê kovarê bi zanistî û hûrlênêrîn kiriye.


Ev berhem, a ku ji 302 rûpelan e û bi bergekî rengîn û tabloyeke xweşik derketiye, sê carin tê çapkirin, du caran ji aliyê belavgeha Hogir ve, li bajêrê Bonn/ Almaniya, di salên 1996 û 1999 de, carekê jî sala 2007 bo Internetê hatiye amadekirin. Îcar jî ji aliyê weşanxaneya Sersera ve, li Berlinê, di sala 2019ê zayînî  – 2631 Kurdî de, bi şêweyekî paqij û delal derketiye, mirov dikane di bin va jimareya fermi de bistîne: (ISBN 978-3-96640-021-3)
Di peyva dawiyê de, ku ketiye rûpela jimar 259 û di 25.04.2019 de hatiye lêkirin, nivîskar dibêje ku xwediyê belavgeha Sersera Dr. med.Beşar Mistefa çap û derxistina pirtûkê dane ser milên xwe. Ev jî ciyê rêzgirtin û serbilindiyê ye, ku Kurdekî me barê çapkirina gelek pirtûkên hêjayan hildaye ser mile xwe, eve xebateke bê wekanî ye.

Di (Berî Pêşgotinê) de, nivîskar dide zanîn, ku serkarê wî rehmetî Prof. Qanatê Kurdo bû, û ji ber vê xebatê pileya doktoriya (Ph.D) fîlosofiyê di zanistiyên fîlologî de wergirtiye. Ew dibêje ku Qanatê Kurdo jê re demeke dirêj hevkar û mamoste û piştevan bû, di gelek salan de şîretên wî digirtin.
Naveroka pirtûkê ji sê pişkan e, ku di her pişkekê de gelek mijarên girêdayî kovara Hawarê hene, pêşgotin û paşgotinên çapên wê yên berê jî di nav de. Cihê Hawarê di dîroka çapemeniya kurdî de hatiye xuyakirin, mercên ku tê de ew kovar derketiye, nivîsevanêd Hawarê, û bi taybet sira Bedirxanyan di va xebata mezin û rengîn de, dûroka Kurd di rûpelên Hawarê de, Hawar û pirsa olan, li bûyerên cîhanî wekî cenga cîhanî ya duwê, Hawar û mijara yekkirina zimanê kurdî, taybetvaniya ziman û şêweya derxistina kovarê û her daw û mijareke ku Hawar tê de livbaz bûye, û bi rastî jî xebateke zanist û pir giring e, lê ne tenê ev, bi ser va lêkolîna fireh û kûr de, mamhoste yê delal, ku pê Doktoriya xwe standiye, li ser helbest û pexşana kurdî, li ser wergerandin û zimanzaniya gelê xwe, û bi kurtî hatiye ser kovar û rojnameyên bi Kurdî, yên ku hatine weşandin ta dawiya salên Heftê ji sedsala çûyî. Weku di pirtûkê de li ser sira Bedirxaniyan rawestiye, wilo jî giringiya helbestvan Cegerxwîn di Hawarê de aniye zimên, û li dawiya lêkolîna xwe ya hêja û giranbiha, navêd gelek jêderên pirtûkê rêz kirine, çi bi Kurdî û çi bi zimanên dî.
Ez dikanim bibêjim, ku ev berhem tevî ku ji xebatên Dr. H. Hebeş yên ji zû ve ye, lê wê herdem bimîne karekî jêhatî, serkeftî û pêdiviya zankoyên Kurdistan pê hebe.  

Destxweş dostê kevin û mamhostayê cîhbilind di nêv parêzerên çand û zimanê kurdî de. Bi hîviya xebatin dî yên wilo payebilind herdem û hergav.
30.06.2019
kurdaxi@live.com        

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark