Buhara (5) pêncê ya Govara Hevind seyrangehên xwe vekirin.
welatê me
van rojan û bi geþbûn û xweþbûna buharê re, guleka nû di gulzara rewþenbîriya kurdî de biþkivî, jimareka dî ji Govara Hevind çavên xwe vekir û bêhna gul û kulîlkên heyva Nîsanê li dildarên gulzara kurdî barand . Vê carê jî ji nû ve jimara (5) pencê ji Govara Hevind li Rojavayê Kurdistanê ket di nava destên xwendevanan de Govara Hevind govareka folklorî û rewþenbîriye, ji aliyê birrek ji xemxwar û dilxwazên peyva kurdî û zimanê wî yê þêrîn ve tê derxistin .
jimara vê carê jî wek jimarên dî bi babet û mijarên renge-reng û cîwaz hatiye berhevkirin . Govar ji (50) pêncî rûpelên desta navê hatiye çapkirin û ew rûpel bi gotar, çapemenî, helbest û çîrokan hatine xemlandin û dewlemendkirin .