Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Sibe dīrokek nū li Kurdistanź destpźdike

 


Idrîs Hiso
 
Îro rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî sûnda yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê dixwe, û pižtre dê bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê bike.
Di 28ê  Gulana vê salê de parlementoya Kurdsitanê bi zorîneya dengan rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartibû, tevî ku Yekîtî Nižtimanî Kurdsitan (YNK) dengê xwe nedabû û rêkeftina xwe li gel Partî Domokartî Kurdistan(PDK) binpêkiribû jî lê îro 09.06.2019 an biryar dabû ku wê žandek bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Gižtî Kosret Resûl beždarî rêwresmê sûndxwarinê bibe.


Di vê gotarê ez dixwazim behsa du aliyan bikim, ku li sereanserî Kurdsitanê têne behskirin.
Yekem: Ma kes ji Nêîrvan Barzanî pêve nebû bibe Serokê Kurdistanê, yan jî desthilat li Kurdistanê çênabe ji destê vê malbatê derkeve?!
Bê gûman bidestxistina desthilatê li Kurdsitan û seranserî Iraqê girêdayî piroseya siyasî û tevger û hêza partiyên siyasî  û rewža civakî û bandora olê ye. PDKê ji roja damezirandina xwe û xebata xwe ji bo Kurdistanek azad bi hemû dîrok û xebata xwe ya žorežgêrî û siyasî bi binemala Barzanî ve hatiye girêdan, ji xwe heger mirov li Bažûrê Kurdistanê bijî û ji nêzîkve rewža civatê bižopîne wê nasbike ta roja îro jî mîna serdemên berê barê kurdayetî û kurdîniyê barekî girane û kêm malbat dikarin bi dilsozî û hizrekî neteweyî barê xebatê ji bo Kurdistanek azad li ser milên xwe hilgirin, lewma ji ber rewža civatê ku heta niha jî girêdayî hestê olî û êlperistî û gundayetî ye û ji ber ku bidestxistina desthilatê girêdayî tevger û hêza partiyên siyasî ye. Bi herdu milan jî binemala Barzanî serkeftîne û xwedan hêzek civakî, siyasî û bandorek olî ne, ji bilî ku mîna gelek welatan hebûn û rewža wan bi hin malbatan ve tê girêdan hebûna û bihêzkirina Herêma Kurdsitanê girêdayî vê malbatê ye, ev nimûne ne tenê li Kurdistanê heye û hebû, guhertina vê rewžê girêdayî pêžketin û guhertina civatê bi xwe ye, herwiha bi pêžketina civatê û bicihkirina yasayên nižtimanî wê dememê dibe ku desthilata binemalên mîna Barzanî bibe desthilatên simbolîk mîna welatên pêžketî. Bi vê wateyê mirov kare têbigihê çima desthilat heta niha û dibe ku heta demek gelekî dirêj di destê vê binemalê de bimîne.
Duyem: Aya wê Barzanî karibe Kurdsitanê ber bi rewžek bažtir bibe û baweriya xelkê bi desthilata kurdî bighîne asteke bažtir ji ya ku niha heye?
Bê guman û bi danpêdana hejmarek mezin ji welatên cîhanê û serkirdeyên cîhanî û bi danpêdana serkirde û welatiyên Herêma Kuristanê jî, rêzdar Barzanî xwedan ezmûnek dewlemend e di birêvebirina Herêma Kudistanê de di rewžên corbicor, Barzanî dikarîbû bi serkeftî Herêma Kurdistanê birêve bibe, bi taybet ku wî wek serokwezîr herêma Kurdistanê birêvebirye û bo maweyekî dirêj û di qonaxên gelekî hestiyar de û bi žêweyekî serkeftî.
Lê ev nayê wateya ku erkê birêz Barzanî erkekî sivik û hesan e.
Rewža siyasî ya herêmê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda û pirsgirêka deverên dagîrkerî ji Kurdistnê – deverên ji Kurdistanê dabirî- û rewža rojhilata navîn bigižtî erkê birêz Barzanî giran û qurstir dike, bi taybet erkê yekrêziya navmala Kurdî û nehižtina gendeliyê di rêveberiya herêmê de di hemû warî de, û erkê avakirina artêžeke nižtimanî û rêkxistina hemû hêzên Pêžmerge di bin baskê wezareta Pêžmerge de, ev hemû kar û erk li berdem birêz Barzanî ne.
Bi her halî Herêma Kurdsitanê ji sibeve dest bi dîrokek nû dike, çavên hemû kurdan li bažûr e û çavên bažûriyan jî bi hemû pêkhateyên xwe li birêz Nêcîrvan Idrîs Barzanî ye ku armanc û hêviyên wan pêkbîne, Barzanî jî bi wê yekê têne nasîn ku ew hilgirê barên giranin di rojên rež û tarî de.
09.06.2019
BasNews.09.06.2019

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark