Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hotêla Kapitol û Semînara Xalid Cemîl Mihemed li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

 


 Konê Reş

  Ji ber ku semînara mamoste Xalid Cemîl Mihemed li dor romana min (Beriya Mêrdînê) di roja 19/4/2019`an de bû li Hewlêrê, hotêla Kapitolê, pêwîst bû ez û momoste Qahir Bateyî amade bibin, û ez pê re herdû pirtûkên xwe (Beriya Mêrdîmê; Romana Heyamên Derbasbûyî) û (Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) yên ku Qahir Bateyî çap kirine imza bikim. Sebaretî mamoste Qahir Bateyî xwediyê weşanxaneya Sîtavê li Wanê, ez wî ji havîna 2003`an ve nas dikim, dema ku ez û rehmetî Rezoyê Osê li ser daxwaza Enstîtuya Kurdî li Stenbolê çûn Amedê da ku em 100 saliya rojbûna Seydayê Cegerxwîn vejînin, hingî Qahir Bateyî di pêşwaziya me de bû û me çend rojên xweş bi hev re li Diyarbekirê derbas kirin. Ew yekemîn car bû ku Amedê dibînim.


  Werhasil min û nivîskar Qahir Bateyî lêborîna xwe ji mamosteyên zankoya Zaxo, dost û hevalan xwest û ji wan re got; em nikarin bi we re beşdariyê di geşt û serdana Amadiyê de bikin û me berê xwe da Hewlêrê. Hêja ye gotinê, berî ku roman çap bibe mamoste Xalid Cemîl xwendibû û kêfa xwe jê re anîbû, piştî ku çap bû û hîn ez li Qamişlo bûm, ji min re şand û got; ez ê semînarekê li dor romana jînenîgariya te, di hotêla Kapitolê de bidim, wek ku her carê ez semînaran lê didim.. Bêguman kêfa min jî bi vê pêşniyaza wî re hatibû.. Berî ku semînara xwe bide, çûm Kurdistanê, firsetek bû ku ez jî di semînara li dor romana xwe amade bibim, nexasim ku mamoste Qahir yê ku çap kiribû ew jî hazir bû..
  Xalid Cemîl Mihemed: Nivîskarekî kurd e, bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne, baş pirtûkên wî hatine weşandin, digel ku di warê lêkolînên derbarê ferhengên Kurdî de jî, rexnevan û pispor e.. Dema ku di zankoya Helebê de dixwend, di nav qutabiyên zankoyê de, wek dînemoyekî bû ji çalakiyên rewşenbîrî re, herwiha vê paşiyê li Qamişlo jî ew çalakî berdewam dikirin û di nav gel de mirovekî hezkirî ye.. Ji ber dostaniya me, berî ku romana jînenîgariya xwe bidim çapê, wî bi hûrbûnî xwendibû û dilbijokiya xwe ji min re diyar kiribû.
  Sebaretî Aref Ramadan xwediyê (Capitol Hotel): Ew rewşenbîr, kurdperwer û maldarekî kurd e, ji Amûdê. Kurdîtiya xwe di hezkirin û piştgiriya nivîskar û rewşenbîrên kurd de diyar dike; bi Vîn TVyê gelek stranên kurdî parastin, bi malpera Semakurd.net berhemên gelekan belav kirin, pirtûkên hinan çap kirin û di van salên dawî de, bi navê (Saziya Sema ya Çand û Hunerê) baş çalakiyên rewşenbîrî di hotêla wî de hatine pêşkêş kirin.. Ev semînara li dor romana min a dawiye ji wan semîneran bû..
  Roja 17/4/2019`an piştî ku programê konferansê (Siyaseta Birîtanya li Himber Kêşeya Kurdî) li zankoya Zaxo bi dawî bû, wek ku min gotiye, min û Qahir Bateyî xatirê xwe ji zankoyê xwest û me berê xwe da Hewlêrê. Li Hewlêrê em bi mamoste Xalid Cemîl Mihemed re civiyan, me baş li rewşa hev pirsî û haziriya xwe ji bo semînarê kir.. Li gor soza ku min bi Mîrzade Sînemxan Bedirxan re dabû, saet 7ê êvarî em (Ez, Qahir, Eslîxan Yildirim û mamoste Emîn Batmanî), çûn mala wê.. Me hevdîtinek xweş pê re, di nav wêne û belgeyên Bedirxaniyan de derbas kir.. Em li mîrnîşiya Botan û Mîr Bedirxan vegeriyan, yê ku ji berî dor 200 salî ve gotiye; "Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayên hev in" û me bavê wê Mîr Celadet Bedirxan wek şêrînbûn û bilindbûna ala Kurdistanê gengeşe kir.. Paşê Sînemxan em vexwendî şîvekê li xwaringeheke Hewlêrê yên xweş kirin û me li wir jî sihbetek xweş bi hev re derbas kir..
  Wê şevê ez û kak Qahir mêvanên welatparêzê kurd Nesret Faris ji Şemdînan bûn. Em li mala wî ya mezin û kurmancî raxistî razan.  Sibehê, me taştêyeke xweş ji nan, hingiv û qeymaxê Şemdînan xwar.. Li gor soza ku min bi mamoste Şakir Epozdemir re dabû, divîbû ez saet 12 wî li Family Mall bibînim.. Me hev dît û rûniştinek xweş bi hev re derbas kir.. Di wê navê re jî çav bi gelek dost û hevalan ketim.. Min ew agahdarî semînarê û imzakirina du pirtûkên xwe kirin. Di nav re jî çûm serdana Dr. Musa Kaval xwediyê projeya (Bizava Aşîtiya Navxweyî – BAN). Di nav re jî gelek telefon ji min re hatin, min jî telefon ji gelekan re vekir.. Hêjaye gotinê ku Dr. Mihemed Salih cumaa û mamoste Fewzy Asad yên ku ji Berlînê hatibûn Hewlêrê, telefon ji min qut nekirin.. Herdû şevên din ez li hotêla Êrewan dinivistim.
  A dinî rojê, ez û kak Qahir çûn qehwexaneya Miçko yak ku di bin dergehê kelehê de ye (Ev qehwexaneye di sala 1940`î de dergehê wê li ber hunermend, nivîskar û rewşenbîran hatiye vekirin..), li wir çav bi dostê xwe Ferîdon Saman ketim, ew yek ji nivîskarên Hewlêrê ye.. Bi gera di kelehê de, em çav bi hevalên xwe yên ku wek me mêvanên Zankoya Zaxo bûn ketin (Semra, Eyûb û Mezlûm), em bi hev re li kelehê geriyan û me çend wêneyên dîrokî bi hev re kişandin..
  Werhasil, di roja 19/4/2019''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''''an de saet 7ê êvarî cemawerekî bijartî ji xemxurên kurdewariyê, ji her çar perçeyên Kurdistanê xwe li hotelê girt ji wan: Mîrzade Sînemxan Bedirxan û kurê xwe endezyar Azad Saadellah, Dr. Musa Kaval, Dr. Mihemed Salih cumaa, mamoste Fewzy Asad, mamoste Selah Bedreddîn, mamoste Mihemed Salih Qadiri, mamoste Masror Mîranî, Dr. Fadil Mehmûd û kebaniya xwe Fadya, hunermend Hozan Brader û kebaniya xwe, Filiz Aygun, Zerdesht Hemi, nivîskar Mhd Hemo, helbestvan Dildarê Mîdî, Fadil Dellî, nivîskar Hozan Dêrşewî, nivîskar Ferîdon Saman, Hadi Azizi Kurdi, Muhammed Othman Derwish, Baran Kinik, Saed Noaman, Ismail Sinan, Emîn Batman, Bave Newroz Bedirxanî û gelekên din, lêborîna xwe ji wan kesên ku navê wan nayê bîra min dixwazim.. Hotêl hatibû dagirtin û di nav wî cemawerî de mamoste Xalid Cemîl Mihemed dest bi semînara xwe kir..
Ev e beşek ji gotina Xalid Cemîl Mihemed e:
"Beriya Mêrdînê; Romana Jînenîgariyê: Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û BINXETê dabeş kiriye.
Beriya Mêrînê; jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê dîroknivîsînê, lê belê bi şêwazê romana jînenîgariyê berceste dike, ku tê de, dem, cih, kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa derveyî kesayetiya xwe, lê belê nav û derûna xwe jî, tê de diyar dike. Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî, ligel dariştineke ciwan û wêjeyî, hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.
  Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîne li ser jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne, weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de, jînenîgariya vê romanê diyar dibe".
Piştî ku semîner bi dawî bû çend gotinên balkêş derbarî romanê hatin gotin; Mîrzade Sînemxan Bedirxan, Dr. Mihemed Salih cumaa, mamoste Fewzy Asad, mamoste Selah Bedreddîn, mamoste Qahir Bateyî, mamoste Aref Ramadan û tevan spasî û kêfxweşiya ji min û mamoste Xalid re anîn ziman, digel gotinin din jî hatin gotin û helbestek jî ji rex helbestvan Ismail Sînan ve hat xwendin.. Mixabin navê tevan nayê bîra min. Di dawiyê de min jî spasiya tevan li ser hatin û gotinên wan kir û bi taybetî spasiya mamoste Xalid, Qahir û Aref Ramadan yên ku bingehên vê hevdîtinê bûn.. Û min dest bi imzakirina herdu pirtûkan kir.. Digel ku çend Tvyên Kurdî amade bibûn.
  Vê paşiyê jî mamoste Xalid Cemil Mihemed wiha belav kir: "Min li wê derê got û ez li vê derê jî dibêjim: Romana BERIYA MÊRDÎNÊ romaneke jînenîgariyê ye. Bi nerîna min ew roman gelekî serkeftî û hêja ye. Min di pirtûkxaneya kurdî de, romanên jînenîgariyê nedîtine. Roman hene. Jînenîgarî jî hene, lê belê, bi nerîna min, ev yekem romana jînenîgariyê ya kurdî ye, ku mercên vî corî ji dahênanê pêk anîne. Her bi nerîna min jî, li gorî zanyariyên min, heta niha, ew take romana jînenîgariyê ye, bi Zimanê Kurdî.. Spas û pîroz be ji bo Konê Reş û ji bo vê gav û bijardeya Sîtav Yayınevi û spas û dest xweş mamoste Kahir Bateyi".
Mamoste Qahir Bateyi jî wiha ji medyayê re ragihandiye: "BERIYA MÊRDÎNÊ: Romana nivîskarê navdar Konê Reş ê ji Qamişloyê li ser jiyan, çand, dîrok û folklora kurdên Beriya Mêrdînê ye ku Serxet û Binxetê digire nava xwe. Roman di heman demê de romaneke biyografî ye û nivîskar çavdêriyên xwe nivîsandine û bi rengê romanê pêşkêşî xwînerên xwe kiriye".
  Herwiha mamoste Sirwan H. Berko yê ku ji berî 20 salan ve ez wî wek rojnamevan û nivîskar ku bi kurdî, Almanî û Erebî dinivîsîne nas dikim, hem xwediyê malpera www. Amude.com bû û niha jî xwediyê Arta FMê ye li Amûdê, piştî ku roman xwendiye wiha gotiye:
(Beriya Mêrdînê; ya mamoste Konê Reş xebateke giring a belgekirina bîranînên wî ye. Ew di rêya bîranînên xwe re beşine giring ji dîrok û nasnameya devera binê xetê li Cezîrê zindî dihêle. Ev devera ku tim hewildana guhertina nasnameya wê hatiye kirin, û carinan jî guhertin hatine ferzkirin. Ez nizanim çima navê romanê li pirtûkê hatiye kirin. Lê ez dizanim ku ev berhem pir giring e. Ew encama bîranîn û xebata kesekî ye, ku nivîsandin û xebata ji bo parastina ziman û hêjayiyên gelê kurd jê re bûye erkê jiyanê. Konê Reş bi vê pirtûka xwe ji me re dibêje: "Ev ji min hat, û min wijdanê xwe rehet kir. Fermo hûn jî binivîsin.“ Bi rastî jî nivîsandin bingeha hemî karan e, ger em bixwazin hebin, û bêjin em xwedî dîrok in. Beriya Mêrdînê; gerek li dibistanên Rojava bê xwendin, da nifşên nû dîroka xwe nas bikin).
Konê Reş/ Qamişlo 25/5/2019

 

 

 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark