Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Aya gel li Rojavayî Kurdistan pêwîstî 12ê Adarek nû ye?

 


Idrîs Hiso
 
Di 12ê Adara borî de, xelkên Qamiþlo xwestin biçin ser mezarê þehîdên xwe li goristana Qidûr Beg wek wefadariyekê ji xwîna þehîdan re.
Hejmarek ji endamên Asayiþê ku bi Asayiþa Patiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tên naskirin û deselat niha di destê wan de ye, derketin pêþiya xelkê û xwestin rêgiriyê li wan bikin û nehêlin ku xelk bighên ser mezar û gorên þehîdên xwe ku di 12 Adara 2004 an de di encama terora rêjîma Bass û malbata Esed de hatibûn þehîdkirin.


Di du kurtevidoyan de jinek derbarê bûyera ku li Qamiþlo bi vê boneyê qewimî diaxive, Yekem vîdyo ya kenala ezmanî ya Kurdistan24 e, têde ew jin behsa çawa rêgirî li wan hat kirin û çawa alîgirekî PYDê ku cilên reþ li ber xwe kirine Ala ya rengîn wate Ala ya Kurdistanê davê erdê û bi darê wê alayê serê wê bi du sê cihan birîn dibe. Û tekez dike ku ji bo serdana mezarê þehîdan molet û ruxest ji kesî navê. Herwiha dibêje ku heger wa be divê em ji mala xwe jî bên der em biçin destûrê ji wan bixwazin?! Ji aliyekî din ve jî dibêje ku em birayê hev in, em bi biratî li wan mêze dikin, lê ew wek dijmin me dibînin, berdewam dike û dibêje ku heger em wisa bimînin em dê bi welatê xwe þad nebin.
Ji bo bêhtir bidestxistna zaniyariyan derbarê vê bûyerê min xwest ez vegerim malperên ser bi Rêveberiya Xwesr an jî nêzîkê wê û nêzîkî PYDê lê min tiþtek bi dest nexist, çinku yek car behsa bûyerê nehatiye kirin – wek nimûne malpera ajansa HAWAR û malpera PYDê-, mirov dibêje belkî bûyer neqewimiye jî, bi tenê malpera XEBER24 vîdyoyek ji heman jinê re belav kiriye tê de hinek cihêwazî di navbera gotinên wê jinê de hene.
Dibêje ku ti endamekî ji Asayiþê êrîþî me nekiriye û behsa kesê cil reþ nake?!
Encûmena Niþtimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî derbarê wê bûyerê daxuyaniyek belavkiriye û têde vî karê PYDê û Rêveberiya Xweser þermezar dike û daxwaz dike ku ev kiryar werin rawestandin ji ber nakevin xizmeta doza gelê kurdî de û ziyanê digîne mafê rewa yê gelê kurdistanê.
Bi her halî çi mirovekî xwedî çav, guh û nerîn be wê ji herdu vîdiyoyan nasbike bê rewþ li Rojava çawa ye.
Rewþ li Rojavayî Kurdistan ne baþe, aliyên deselat naxwazin demokratî were ara û rewatiya deselatê bibe bi dest û dengê xelkê, çinku li gorî îdiyolocî û felsefeya wan, ew û felsefe û rêbaza wan dawî encama ramanê mirov e, li gorî felsefe û rêbaza wan divê netewe nemînin, û divê neteweyek nû were afirandin ew netewe hemû cîhanê li xwe digre, di bin vê hincetê de û ji bo pêkanîna vê felsefe û bîrokê çênabe ti partî yan hêzek siyasî li gorepana siyasî hebe ku rêkberê vê felsefeyê be, an jî ew hêzên ku hebin divê gelekî lawaz û kertonî bin. Ev siyaset berî niha ligelek welatan hatiye bikaranîn û biserneketiye û ew welat hemû dawiyê berê xwe dan demokratiyê li ser þêweya ewropî.
Bila deselata ku niha li Rojava hikmê xwe dike baþ zanibe heger rewþ bi vî þêweyî berdewam bike, wê gel pêwîstiya wî bi 12ê Adareke nû hebe. Wê 12 Adarek pir bi êþ û kul be, bêhtir bi dehê taqan ji Adara 2004an.
14.03.2019  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark