Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Nûreddîn Zaza (Pêşmergeyê ku berî 30 salî li Lozan ji hespê xwe peya bû!)

 


Konê Reş

  Bi helkeftina ku roja 07/10/2018`an de, (30) sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, bi min xweş e ku em wî bibîr bînin.. Têkoşîniya wî, ked û xebata wî ji zarokên xwe re bibêjin û şanî wan bidin.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me, ew mafê wî, yê ku ji me kurdan tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baş bi nifşê nû nedaye naskirin..!
  Berî ku navê pêşmerge di nav kurdan de belav û deng vede, wî pêşmergetiya bajaran dikir.. Pêşmergetî ne tenê bi hilgirtina tevingê û şerê çekdariyê ye, pêşmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin, bilindkirin û pêşketina navê Kurd û Kurdistanê de ye..


 Di vî warî de ez Dr. Nûreddîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî Beg re dibînim. Ew sêyemîn pêşmegeyê Kurd e ku li Ewropa xebat û bizavek ji dil û can di ber gelê xwe de kiriye.. Di sala 1957`an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn sekretêrê bû. Digel ku ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Û wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Tevî tiştên xerab yên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîma Sûriyê, negot ez poşman im..
  Dr. Nûreddîn ZAZA di serê salên 1950`î de (Destana Memê Alan) ji nû ve çap kiriye û pêşgotinek dirêj û bedew di pêşiya wê de, di bin naznavê xwe (Çîroknivîs) de nivîsandiye.. Û di rûpelê pêşî de berê xwe daye kurdan û gotiye:
(Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin).


 

 

  Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêşkêş dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn Zaza re ditewînim.. Nexasim ku wê ew jibîr nekiriye û bi vê helkeftinê reklemên bîranîna 30 saliya koçkirina wî şandiye rojnameya herî bi nav û deng LE MONDE û LE TEMPS û îro 6. Octoberê (6/10/2018), di wan de belav bûye. Giyanê Dr. Nûreddîn Zaza şad be, serê gelê Kurd sax be. Sibe em ê 30 saliya oxirkirina wî li ser gora Seydayê Cegerxwîn bibîr bînin.
Qamişlo, 06/10/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark