Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xewsê Hêzanê, Mamostayê Mezin û «Yê ku yekî filleh bikuje naçe Cinetê»

 


Konê Reþ

  Di biçûkaniyê de, gelek caran min navê Xewsê Hêzanê ji neferên malbatê û xelkên gund dibihîst. Nexasim dema ku li wan teng dibû û çare ji problem û pirsgirêkên xwe re nedidîtin. Hingî berê xwe didan asman û digotin; (Ya Xewsê Hêzanê! Hawar û gaziya me li ber te ye.. Tu di hawara me de were..). Bêtir jinan hawar û hêvî ji Xewsê Hêzanê dixwestin.
  Ji wê hingê ve, ez di navê Xewsê Hêzanê de difikirîm, bê ku bersiveke zelal bibînim.. Piþtî ku mezin bûm, min xwendin û serwextî dîrok û rewþenbîriya Kurdî bûm, careke din Xewsê Hêzanê hat bîra min. Min ji xelkên derdora xwe pirs kirin, wek Þêx Efîfî Huseynî, berî ku di sala 2014`an de li Amûdê here ber dilovaniya Xwedê û vê paþiyê jî, ji mamoste Rêber Seyda ku ji malbata mamostayê Mezin e.. Wan baþ agahî ji min re gotin û di encam de navê Xewsê Hêzanê û gundê Hêzanê ji min ve diyar bûn. Di sala 2010`an de jî, dema ku çûm Wanê, nêzîkî Bedlîsê em di ber rêka ku diçe Hêzanê re derbas bûm..


  Hêzan gundekî çiyayî ye. Baþûr û rojhilatî bajarê Bedlîsê dikeve. Di çerxê 19`an û destpêka 20`an de, navendek ilm, zanîn û rêçika Neqiþbendiyê ya yekemîn bû di bakurî Kurdistanê de. Dema ku ew hebû Nûrþîna Þêx Mihemed Ziyaeldîn, yê bi navê (Hizret) naskirîye ne wiha bi nav û deng bû.. Qutabiyên Dibistana Hêzanê ji her çar perçeyên Kurdistanê hebûn û gelek Þêx û Melayên bi nav û deng lê xwendine, wek nimûne Mela Xelîlê Sêrtî.. Ew navend an dibistan bi serkêþiya (Þêx Sebxetellah/ Xewsê Hêzanê) ve dihat birêvebirin. Ji ber ku Þêx Sebxetellah zanyarekî mezin û dûrdîtî bû, kerametên wî hebûn, bi navê Xewsê Hêzanê di seranserî Kurdistanê de hatibû naskirin. Welatiyên belengaz û perîþan, di tengasiyan de hawar û gaziya xwe li ber datanîn û piþta xwe pê qewîn dikirin..
  Þêx Sebxetellah an Xewsê Hêzanê xelîfetiya xwe ji (Seyid Tahayê Nehrî), standibû, Seyid Taha jî xelîfetiya xwe ji Þêx Xalidê Neqiþbendî yê navdar standibû û di encam de gundê Hêzanê bibû navendek mezin ji ilm û zanînê re, nexasim ji zanyariya rêçika Neqiþbendî re, ta ku hina dibistana wê wek (Ezhera Biçûk) didît.
  Di serhildana Bedlîsê de sala 1913`an, du kurên Þêx Sebxetellah (Þêx Þehabeddîn û Þêx Mihemed Þêrîn) digel biraziyê wî (Seyid Elî), bi destê tirkan hatin bidarvekirin û mamostayê wan (Xelîfe Selîm an Mela Selîm), ji neçarî xwe li qunsulxaneya Rûsa ya li Bedlîsê girt.. Mixabin piþtî salekê, di destpêka cenga cîhanî a yekemîn de, tirkan bi hovîtî êrîþî wê qunsulxaneyê kirin û Xelîfe Selîm jî bidarvekirin.. Belê Kamil Bedirxan, yê ku wek endazyarê serhildanê bû, wî jî bi halekî xerab xwe bi Teblîsê, paytexta Gurcistanê ve gihand.. Lê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî, yê ku serbazê meydanî bû ji serhildana Bedlîsê re, wî digel birayê xwe Mela Fethillah, Hêzan û Bedlîs li paþ xwe hiþtin û xwe di nav gundên wîlayeta Merdîn de, bi taybetî li Eynkafê, cem mala Þêx Ibrahîmê Hamidî xwe parastin.. Û wiha ew navenda ilm û zanînê li Hêzanê û bû para dîrokê..
  Di sala 1915`an de, dema ku Seydayê Ibêdellahê Hêzanî li wîlayeta Mêrdînê bû û fermana qirkirina Ermen û Siryaniyan ji rex dewleta Elîosmanî ve rabû û wî bihîst ku hin ji melayê nezan, hov û bi dûrdîtina xwe kor dibêjin; (Yê ku yekî filleh/Xiristyan bikuje, wê here cinetê..!). Hingê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî fetûyek dijî gotinên wan di nav xelkên Mêrdînê de belav kir û got: (Yê ku yekî filleh/xiristyan bikuje naçe bihiþtê..). Bi belavkirina fetûya wî re gelek ji Ermen û Siryaniyên di nav kurdan de ji mirinê hatin parastin û gelek ji wan li bajarê Amûdê, cîwar bûn..
  Paþê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî û birayê xwe pêlekê li gundê Dara dimînin di pey re li bajarê Amûdê bi cîwar dibin. Di sala 1920`an de Seydayê Ibêdellah yekemîn dibistana zanyariya olî li Amûdê vedike û gelek mela icazeyên xwe li ber destê wî distînin, yek ji wan Seydayê Cegerxwîn e. Berî ku Seydayê Cegerxwîn xwendina xwe li ber destê wî xelas bike seydayê wî Ibêdellah di sala 1929`an de li Amûdê diçe ber dilovaniya Xwedê, vêca icaza xwe ji birayê wî Mela Fethillah distîne.. Ne tenê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî di nav þêx û melayên Amûdê de bi navê (Mamostayê Mezin) hatibû naskirin, belê di nav tevahiya þêx û melayên Cizîrê de bi vî navî hatibû naskirin..
  Hêjaye gotinê ku Seydayê Cegerxwîn bi helbesta xwe (Þahnama Þehîdan), rih bi giyanê þehîdên serhildana Bedlîsê 1913`an û serhildana Þêx Seîdê Palo li Diyarbekirê 1925`an ve aniye. Mîr Celadet Bedirxan ev helbest wî di du hejmarên kovara xwe HAWARê de 18`an û 19`an, sala 1933`an li Þamê belavkiriye.
Konê Reþ/ Qamiþlo 16/7/2018


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark