Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rol û bandora Tv di lawaz û tarûmar kirina raya giştî de

 


Qado Şêrîn

Çiqasî medya bi hemû reng û şêwaz û celebên xwe(Tv, radyo, kovar, rojname, malper, facebook, tweeter..) berfireh dibin, ewqasî raya giştî lawaz û tarûmar dibe.  Eger em vegerin salên şêstî û heftêyî emê bibînin ku raya giştî ya Kurdistanî hema hema yek bû. Bi giştî gelê kurd wek hev diramiya û doza wî serxwebûn û dewleta Kurdistan bû, hîn wê wextê rol û bandora ragihandina partayetî mezin nebibû. Lê piştî gelek kenalên tv yên partiyan peyda bûn, û hema hema hemû ragihandin ket bin bandora partiyan, pêre pêre raya giştî ji yek nerîn û helwesta kurdewarî, ber bi partayetî û hez kirina ji serok û merokan ve çû. Medya partiyan bêtir li gor berjewendiyên partî û serokên xwe çûn, êdî raya giştî ber bi asoyên lawazbûnê ve çû. Gelek caran partiyan di medya û bi taybetî di kenalên ragihandinê de şerê hevûdu kirine, vê yekê jî bandoreke neyînî li hest û bîrûboçûnên giştî yê gelê kurd kiriye.


Taku medya serbest û azad peyda nebe, çand ber bi pêşketinê ve naçe, û civak bi giştî pêş nakeve, her wiha derfet boyî afirandin, raman, nerîna cuda nayên dan. Efrîn baştirîn nimûne ye. Medya bi ser Pkk ve xelkên Efrînê ber bi leşkerbûnê ve diajot, bêku rastiya bûyer û êrîşa dewleta tirk li gel nandozên wê ji Artêşa Azad bibêje, belkû bêtir li gor berjewendî û hêrs û pilanên xwe ragihandin dikir, ragihandina ji aliyekî, bêku yekrêziya kurdan li dijî dijminan biparêze. Rûdaw qedexe bû weşanê ji Efrînê bike, K24 jî ji Efrînê maf tune bû bûyeran tazî ragihîne, belkû bi giştî weşan dikir an wê wek yên din qedexe bûba. Êdî xelkên Efrînê ne ji Tv, belkû bi riya telefonan zanyarî ji mirovên xwe yên li Efrînê werdigirtin. Dixwazim bibîjim ku ragihandina rasteqîne û bêlayane qedexe bû weşanê ji Efrînê bike, êdî aliyê desthilat nedixwest rastiya bûyeran bê ragihandin, qey pilanek hebû.
Ta bi rojnamegeriya nivîskî ya bi ser partiyan ve, gotarên ne di berjewendiya wan de be belav nakin. Nemaze ew yên siyaseta partiyê rexne dikin, êdî ji afirandin û ramana baş dûr dikevin. Di eynî wextê de ew partî bi demuqrasiyê û mafê nivîskar û rojnamegeriya azad bang dikin. Ev yek dibe asteng û egera li paşmayîna civak, çand û siyasetê. Diyar dibe ku guhertinên mezin yên li cîhan û di ragihandin û raya giştî ya cîhanî de sûdeyê nagihîne wan, her wiha xuya dibe ku raman û felsefeya pêşketinê li cîhanê bandora xwe li wan nake, êdî ji wan re ne balkêşe civak bi giştî li paş bimîne yan na. Pêre pêre afirandin li paş dikeve, di wexta ku koletiya ji serok re bi pêş dikeve û hêdî hêdî dibe çand û hiş û ramana mirovê kurd dikerimîne. Çand, raman û afirandin seqet kirine. Êdî taku medya û ragihandin bi giştî azad nebe, komelge ji nezanî û paşketinê rizgar nabe û ber bi rizgar kirina mezin ve naçe.
Medya bi giştî di Tv de qambostî bûye, êdî xelk zanyariyan bêtir ji Tv werdigrin, li gor wan zanyarî û agahdariyan, hişmendiya mirov tê perwerde û ava kirin, kenalên me kurdan jî hema hema hemû bi ser partiyan ve ne, eşkere siyaset û helwest û gotara xwe diweşînin, nimûne: Kurdistan tv, Zagros tv, Kurd News tv, Kurdsat, Kurdsat News, Gelê Kurdistan, KNN, Ronahî tv,  Çira tv, Stêr, Laliş tv, Rûdaw, K24, Komala tv, Peyan tv û gelekên din ku ava wan, belkû jahra wan di yek cogê de nare, lê diçin ser yek golê, gola lawaz û tarûmar kirina hestê neteweyî û raya giştî ya Kurdistanî.
Nimûne: Bînerên Ronahî tv bawerin ku çi biweşîne, dilê rastiyê ye. Ta bi xeber û sixêfan.
Bi êrîşa Daişê li ser Şengalê re, Ronahî tv bi pilan û mebest êrîşî simbola gelê Kurd, Pêşmergeyên qehreman kir û sivikayî bi wan kir, lê wexta ku artêşa leşkerî ya bi ser Ronahî tv ve ji Efrînê vekişiya wek leheng û serkeftin bi nav kir. Eynî Ronahî tv xayînên 16ê cotmeha 2017an diparast û li dijî aliyê ku xiyanet lê hatibû kirin derdiket.
Nimûneya din: gelek serkirdeyên Ynk xayînên 16ê cotmeha 2017an bi nav kirin, lê kenalên bi ser YNK ve, wan jî rastiya bûyerên 16ê cotmeha 2017an vedişartin, belkû bêtir xayînên xwe diparastin û wek leheng didan diyar kirin.
Nimûneya sisiyan: di wexta ku alîgirên Tevgera Goran di bin sîwana gelek bihaneyan de, êrîşî baregehên Pdk kirin û şewitandin, Knn tv pêl li biratî, yekrêzî û exlaqê weşanê dikir û bi tenê mabû şerê Pdk bike.
Belkû ku em xwedî dewlet bûna min li ser evê mijara tije pirsgirêk nenivîsanda, lê li şûna hewldana parastina yekrêziya gelê kurd, em dibînin ku hin kenal bêtir ji kenalên dijminan yekrêziya gelê kurd têk dibin, û raya giştî ber bi asoyeke tije ziyan ve dibin. Kenaleke qaşo xwe kurdî dibîne, peyamenêrê wê mikrofonê dibe ber devê erebekî nezan û derfet û demê didê ku li ser kêfa xwe xeber û sixêfan ji serok û simbolên Kurdistanî re bide.
Hewceyî belgeyan nake mirov bêje ku medya Kurdistanî, mebest medya partiyan e, ku hestê neteweyî û raya giştî ya Kurdistanî lawaz û tarûmar dikin, bese ku mirov li sernûçeyên wan kenalan temaşe û guhdarî bike, mirov dê bibîne ku nirxandina wan kenalan ji bûyeran re ne di astekê de ne û ne jî weke hev in, dana pêwistiyê ji nûçeyan re li gor berjewendiyan diçe, çimkî hema hema hemû kenalên ku aniha weşanê dikin bi ser partiyan ve ne, û ne maqûle li dijî bîrûboçûnên partiya xwe derkevin û weşanê bikin. Nimûne xiyaneta 16ê cotmeha 2017an li Kerkûkê. Di wexta ku Rûdaw û K24 û kenalên bi ser Pdk ve di nûçeya pêşîn de grûpa xiyanetê bi nav dikirin, kenalên bi ser Yekîtî ve yên ku Hêro xan dest danîbû ser wan, qala bûyerê nedikirin, jixwe Ronahî tv berovajî bûyerê û tiştê qewimîbû agahî didan weşandin.
Kenalên tv diyar dikin bê çiqase pirsgirêk û nakokiyên partiyan hene. Ew nakokiyên navxweyî yên ku bûne egera neyekrêziya kurdan. Ji weşana rojane diyar dibe bê çiqasî êşa me kurdan giran û mezin e. Kenaleke tv serdana bi dizî ya serokê partiya xwe ji bo serokê MITê dîrokî û wî wek leheng radigihîne,  lê serdana serokê herêma Kurdistanê ji bo serokê dewletê û li pêş medya cîhanî wek xiyanet radigihîne. Ha medya kurdan gihaye vê astê, êdî emê çilo xwe bi asoyên pêşveçûn û azadiyê ve bighînin.
Taku kenalên bêlayane li dûrî berjewendiyên partiyan peyda nebin, birîna me derman nabe. Yan jî eger kenalên heyî berjewendiya giştî ya gelê kurd di ser ya partiyan re negrin, û yekrêziya kurdan neparêzin.
Li dawî, kenaleke azad bidin min, ezê ji we re Kurdistanê rizgar bikim.
22/04/2018, Hollenda

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark