Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Xatirxwastin ji Efrînê

 



Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Xatirxwastin ji Efrînê
Wek ya Mem û Siyabend e
Ku li dû Zînê û Xecê
Bi tîra jan û hesretan
Kezeba wan tê hingaftin!


Malavayî ji Efrînê
Wek nêrgizên sêwiyan in
Ku landika dilgiran da
Bi hezar lava û daxwaz
Pey dê, bavan têne hîþtin!

Xatirxwazî ji zeytûnan
Mîna poþiya giyan e
Ku li ser darên diriyan
Bi destê Zambiyên xwînrêj
Kaþ bibe, ware daxistin!

Malavayî ji Efrînê
Wek birînkûran dimîne
Ku riman defa sîngê wan
Bi xedarî hingaftibin
Ser da derbe bên lêxistin!

Xatirxwastin ji Efrînê
Wek wan dê, bavan dimîne
Ku merxa xortê desthine
Goristanê da biçînin
Û bi meraq bên derxistin!...

Gava  xatir ha dijwar e
Divê em pir hêvîdar bin
Bi destê þêr û þepalan
Dê azad bibe Qudsa wan
Hov ê jî bêne þikestin.

          19/03/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark