Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinek derbarī pirtūka Berevajī Firendekan a Ebdulbaqī Huseynī

 


CanKurd
 
Îro pirtûka Kurteçêrokan, a birayê rewženbîr Ebdulbaqî Husynî giha destê min, ku weku diyarî ji Norwêc bo min hinartî. Lew re ez dilžadim bi ketina pirtûkeke nû ya bi Kurdî di nav mala min de.
Navê pirtûka delal eve (Berevajî firendekan) bi wateya: Tersî firindan. Eve jî balkêž e, ji ber ku firîn bi xwe ne karê mirovan e, ew karê teyr û tilûran e. Sernavê pirtûkê diyar dike, ku berhema hêja Huseynî wê xwež û hêja be. Li ba min sernav sireke mezin di nivîsandinê de dilîze.


 Bergê vê berhemê, wekî di wêneya wê de dixuye, ji aliyê Dilbirîn Skaar ve (Cover - Illustrations) bi ciwanî hatiye pêdakirin. Û pêžgotina pirtûka, ku bi çapkirin û derxistineke baž e, ji aliyê nivîsevanê hêja Ibrahîm Yûsif ve hatiye nivîsandin, Lêkirê berhemê bi xwe jî pêžgotinek jê re di 13ê Hizêrana 2016ê de li bajêrê Oslo – Nerwêc lêkiriye. Pirtûka ku ji 128 rûpelan e û tê de (15) kurteçêrok hene, û ji wežanên Yekîtiya Gižtî ya nivîskar û rojnamevanên rojavayê Kurdistan (YNRKS) e, li Istanbolê hatiye çapkirin, hema nediyar e li ba kijan çapxaneyê.
Nivîskarê Berhemê, dibêje ku van kurteçêrok tabloyin jîndar in, ji bihîstin û berçavkirinên wî yên rojane ne, lê piçekî tev li fantaziya wî ya wêjevanî bûne, da wilo xwežik û nazik bên nivîsandin, lê hinek ji wan jî, pir ji zû ve hatîne bihîstin an dîtin û di ber pênivîsa wî re derbas bûne.
Wekî Endizyarekî çandiniyê, ku jîr û jêhatî ye, nivîsandina seyda Huseynî ya bi Kurdî gelek asan e, ku her kesekî piçekî bi Kurdî dizane, dikane bi tamzarî van kurteçêrokan bixwîne û mifa jê bigire, ji ber ku ji nêv jiyana mirovî hatîne, û ji aliyê nivîsevanekî jêhatî ve hatine lêkirin.
Ew di diyarîkirina xwe de, ji min re dibêje; bi hîviya ku ev pirtûk bi dilê te be. Min ev nasnameya kurt li ser vê berhemê nivîsand, da gelek xwendevan mizgîniya derketina wê bibînin, û ez ê dest pêbikim, teviya pirtûkê bixwînim, û ez pêž de dizanim, ku hêja Ebdulbaqî Huseynî baž dinivîse, çi bi Kurdî û çi bi Erebî, û di her warekî de, lew re ev berhem jî wê hêja û serkeftî be.
27. Juli 2017

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark