Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nişteciyên bê welat

 


Nizar Qebanî
Werger û pêşgotin: Brahîm Mehmûd

Nizar Qebanî (1923- 1998) helbestvanekî navdar e di nava ‘ereban de, ku tuxmê wî bi xwe ne ereb e. Di helbesta evînê de deng daye, lê helbesta siyasî, civakî jî, wî bi nav dike, ku bi şêweyekî sanayî û geş û zelal gelek helbebestvanên ereb hewl dan ku weke wî binivîsin, lê sîbera huneriya Qebanî ya helbestiyane bi ser hemiyan ketiye.
Qebanî di gelek helwestan de derbas bûye, û gelek guvtûgo li ser jiyan û hizrên wî hene, yek jê ku di demekê de şabaşî dikir ji Sedam Husên yê xwînmij re.



Helbesta wî, di gelek rêyan de dikeve rêbaza gotara “huner ji bo hunerê ye”, mirovek bi deng û bi helbesta xwe cuda bû, weku evîniya xwe eşkere dikir bi zelalî, û seranser di gelek helbestên xwe de, wiha jî xwedî zimanekî tûj, deqa rû bû. Berhemên wî gelek in.
Di vê helbesta min helbijartiye, ku navê wê "nişteciyên bê welat", deng daye, û nehatiye weşandin, hêja ye mirov binase.
Ew di festîvala "Mirbed" ya pêncemîn, 1985, hatiye xwendin, festîvala ku bi nav û biryara Sedam salane li dardiket, ku gelek nivîserên ereb, çi helbestvan, çi rexnevan dihatine vexwendin bo wê, daku Sedam bi navê qehermanê ereban bête nasîn, ku birek ji serkirdeyên dewletê jî têde hazir dibûn, bi tayebetî dema ku hinek navdar helbestên xwe bixwînin. Yê sereke helbestvanek weke Qebaniye, mebest Qebanî bi xwe bû, bi sedema sanayî û kûrbûna helbesta navdariya wî.
Ev helbesta ku min wergerandiye kurdî, kesên mêvanên Mirbed veciniqandin, lihevxistin, şaşomaşo kirin, ji ber seranserî an rastexoya wê, ku Qebanî bi vê helbestê ne tenê kirasê wan serkirdeyan li serê wan gerand, lê belê li yên mêvan bi xwe jî, ku xwe şût rût dîtin.
Ez li ser naaxivim, bi mebesta ku ew ê xwe bide nasîn ji xwendevanê kurd re.
 Helbesta Qebanî:
Berradayên weke çûkan li ser neqşeyên demê
Rêwiyên bê belg û miriyêm bê kefen
Em ganiyên serdemê ne
Her fermandarek medifroşe û bihayê werdigre
Em bermaliyên koşkê ne
Ji odeyek ta odeyeke me dişînin
Ji lepek ta lepekê
ji maldarek ta maldarekî û ji pûtek ta pûtekî
Her şev weke seyan dibezin
ji Eden ta Tenca
Û ji Tenca ta Eden
Em li êlekê ku me erênî bike digerin
Em li perdeyekê ku me binixumîne digerin
…. Û li warekî
Û zarokên me li dora me ne
Piştên wan xûzbûn û pîrbûn
Û ew li ferhengên kevin divekolin
Li buhiştek berdêl
Li derewek mezin…. Mezin
Em nişteciyên di bajarên giriyê de
Qehwa me ji xwîna Kerbelayê çêbûye
Genimê me bi goştê Kerbelayê hevîrkiriye
Xwarna me… Vexwarna me
Gerdîşên me… Alayên me
kulîlkên me… Gorên me
Çermên me morkirîne bi mora Kerbelayê
Tu kes me nasnake li vê beyabanê
Ne dara xurmayek û ne hêstirek
ne singek… Û ne kevirek
Ne Hind û ne Efrîka
Belgên me bi guman in
Hizrên me biyanî ne
Navên me ne weke navan e
Ne yên ku bitrolê divexun mi dinasin
Û ne yên ku rûndik û hejariyê divexun
Girtînên hundirê têksa ku fermandarên me dinivîsin
Girtînên hundirê ayina ku îmamê me şîrovekiriye
Girtînên hundirê xemê … Û ya herî şêrîn li nig me xemên me
Binçav in di çayxanê… Û di malê de
Û di malzarokên daykên xwe de
Ku çawa dizîvirin salixdanek nehênî benda me ye
ji qehwa me divexwe
Di livîna me de diraze
Bi bosta me dileyize
Di belgên me de divekole
Dikeve bêvlên me
Ji kuxka me derdikeve
Zimanê me jêkiriye
Û serê me jêkiriye
Û nanê me bi tirs û rindikan şilkiriye
Eger em li nig paşmêrê welat gilî bikin
Tête gotin ji me re: Qedexeye
Eger em lavî xwedayê asîman bibin
Tête gotin ji me re: Qedexeye
Û eger me bankin.. Wa pêxemberê xwedê were bi hawara me ve
wê vîza kê bê veger dine me
Û eger me pînosek xwest daku em helbesta xwe ya dawî binivîsin
An qewîtiya xwe ya dawî binivîsin
Berya ku em bi darvekirinê bimirin
Babet guhertin
Welatê min yê bidardakirî li ser dîwarê nifretê
Goga agir ku ber bi dûjehê de diçe
Ne kes ji Muder… An ji Benî Seqîf
Daye vî welatê ku di xwîn jê tê de maye
Șûşêyek ji xwîna xwe
An mîza xwe ya namûster
Ne kes li ser firehiya vê ebaya pînekirî
Di rojekê de qapûtek an kumek diyarî te kir
Welatê şikestî weke giyayê payîzê
Em rakirîne weke daran ji cihê xwe
Koçber bûne ji hêvî Û bîranînê xwe
Çavên me ji dengên me ditirsin
Fermandarên me xwedawend in ku xwîna Șîn di rehên wan de digere
Û em tuxmê bermaliyê ne
Ne serwerên Hîcazê me dinasin… Û ne Șivanên bayebanê
Û ne Ebû Teyib ilMutenebbî me mêvanên xwe dike… Û ne Ebû ilUtahiye
Eger sitemkarek çû
Me radestî sitemkarekî din dike
Koçber in em ji benderên westandinê
Tu kes me naxwaze
Ji derya Beyrûtê ta derya Ereban
Ne Fatimî… Û ne Qurmitî
Ne Memlûkî… Û ne bermekî
Ne şeytan… Û ne fereşt
Tu kes me naxwaze
Tu kes me naxwîne
Di bajarên xuya ku salane melyonên pirtûkan serjêdike
Tu kes me naxwîne
Di bajar in ku peygerên dewletê bûne rêvebirî wêjeyê
Rêwîne em di gemya xeman de
Serkêşê me kurtêlxure
Û şêxê me qursane
Em di hundirê dîlgehan de weke mişkan hatine komkirin
Ne benderek me hembêz dike
Ne meyxanak me hembêz dike
Hemî pasportên ku bi me re ne
Şeytan derxistine
Hemî nivîsiyên ku em dinivîsin
Ne li gorî sultan in
Em rêwiyên dervî dem û cih in
Rêwiyên ku pereyên winda kirin… Û cil ê bergên xwe windakirin
Zarokên xwe winda kirin… Û navên xwe winda kirin… rêzbendiya xwe winda kirin
Û hesta aramiyê winda kirin
Ku ne Benû Haşim me dinasin… Û ne Benû Qehtan
Û na Benû Rebîaa… Û ne Benû Șîban
Û benû Lînîn me dinasin… Û nebenû Rêgan
Welato… Hemî çûk xwedî hêlîn in
Bilî çûkên ku azadiyê bi kartînin
Ku ew dimrin dervî welatan
Duhok

jêder; Rojnameya Kurdistanê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark