Merwan Berekat
Di berîkên vî çiyayê de xewnên dêpîran li ser
balgiyê keserê paldane, û di hemêza þikeftên Niyandirtalan de vedenga dîrokeke
dêrîn dilorîne....
Siha xwedêwendên bê perestgeh li peravên kanî û
çeman çogvedane, û dengê Eþtiyax di navbera erd û ezmên de, bi keserekê ve
aliqiye...
Di navika sirt û zinarên vî welatî de, kilkila
hêrsên Diyako ye, û hîrhîra hespên Alalaxiyan hîn ji guhên deryaya Sipî
dernehatine...
Li ser lêvên gelî û newalên ku pertavên rojê li xwe digerin, hêviyên Nazatiya çîk didin, û kila çavên Farona di bihna lale û kulîlkan de dadirive...
Li ber dawa çerx û felekê xeftanê serdeman bê biþkovk e, lêvên dîrokê hîn nizanên memikên rastiyê bi hêdî bimijin...
Þev serxweþ dizêvire û tirqiyên rojê her sîleyên li ser çavên tariyê ne...
Birûskên þoreþa hebûnê ji pêdariya kurên rojê dijenin, û ewrên xapînok di paþela bizdonekiya xwe de dimiçiqin...
Belê, di hêlûn û landika vî çiyayî de, tevna jiyanê bi kirkûtê lehengiyê tê kutan, û rengên wê ji mirovperweriyê vedibrûsin..