Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gelê sûriyê bi şoreşeke şarwerî û aştiyane rabû, çend mehan berdewam kir, dikarî bû 10 rêjîmên ku du zorbaziyê de resendar in biroxîne.

 


Berzan Hisên

Lê, ev ne di berjewndiya rijêmên herêmê de ye, nakeve ber berjewndiyên dewletên derdorê(navxweyî), û ne ber berjewndiyên dewletên cîhanê de, nemaze cîrana delalî ya ku sînorên wê li dirêjahiya destladriya rijêma ku «berwxedan û bergirtinê» tê binavkirin. 
Ya ku vê yekê tekez dike, ewe ku Rêhesina şoreşên Erebî li sûryê rawestiya, derbasî welatekî Erebî yê din ne bû, belê wisa jê re hatibû pîlankirin.


Bi mebest xebitîn ku gelê sûryê bikine nimûne serhatî, da ku gelên wan jê fêr bibin, ku bi vêxistina şoreşê biramin dibe ku hin bêjin hene yên ku ji dil piştgêriya me dikin, na, berêzan tenê piştgêriya berjewndiyên xwe dikin.
Ereb û cîhanê bi xemsarî li kuştina xwepêşanderên aştiyane çavdêrî dikrin, perçebûnên mezin di hundirê artêşa rêjîmê de çêbûn.
Vê yekê hişt ku pêdawîstine sincî û siyasî li ser bêne hilgirtin, li vir çi tê xwestin? Gelek soz ji şoreşgêr û şervanan re hatin birîn, ji wan re hate gotin, tenê bajarekî rizgar bikin, da ku destpêk be ji avakirina herêmeke  asmanî ya asêgir re, mîna bajarê Benxazî li lîbiyayê, piştgîriya pêwîst dê ji we re pêşkêş bikin.
Şoreşgêran bi tiştên ku dihate xwestin û qurbaniyên mezin pêşkêşkirin, ramana navgîn ûsiloganên şoreşa şarwerî hilgirtin, vê yekê careke din rê li ber tevan girt û pêdawîstine sincî û siyasî yên nû û mezin li ber wan danîn, çi tê xwestin şoreşa Sûriyê rê li ber me girt û em behtî hiştin.!!!!
Lewra dê kaxezan li nav hev bixin, di navbera hişkbawerî, kêmnetwan, pişgiriyê bi diravê siyasî bikin, paşê ji bo dûrxistina ramana navgîn pêwîst bû,  ji berdwamiya dîmena ku dihate xwestin re, jimara efsrên ku ji rêjîmê perçbûn nehindik bûn, heger ku bêne rêxistinkirn, dê bibin bibin bingeheke rasteqîn û çalak ji artêşeke niştimanî Sûrî, û hemî dê li dorê kom bibin, ji loma dora sê salan cîhanê ew pişguhkirin û ji dîmena leşkerî dûrkirin, rêdan jî nedan ku xwe bi rêxistin bikin, li pişt sînor ketin di bin cîwarbûna neçar de, li vir em ji bîr nekin girtina efser Hisên Hermûş ya nepenî, paşî jî hewldanên pê bi pê ji kuştina efser Riyad ESed re, û gelek pirosêsên din, derbarî kesên nependî hatin çespandin.
Dest bi qunaxa diwem bû, ew jî rê li ber girûpên hişkbawer û çewterê bi serperiştî û agahdariya rijêmê hate dûzkirin û vekirin ku derbasî Sûryê bibin, da ku xwe bi rêxistin bikin û rûbereke ragihandinê ya berfireh dane van girûpan, ji bo piştigiriya romana rijêmê wan kesên ku bi (Piştgirên) şoreşê dihatin bi navkirin serbestbikin, bi bihaneya ku metirsiye cek têkeve destên çewterêyan.
Hemî herêmên ku balafir û mûşekên rijêmê Armanckirin, navendên wan girûpan bûn, çima?!!
Li hêla din jî gelek aliyan ve diravê siyasî derbasî meydanê bû, kitîbeyên ku şerê rijêmê dikirin xistine xizetguzariya berjewendiyên xwe, dirûşmin hilgirtin bi berjewndiyên şoreşê re ne lihevatî bûn, lê xizmeta nerîn û ramanên wan aliyan dikir, ji ber ku şoreşa sûriyê û armancên wê ji wan re ne pêwîst û girîng e.
Li vir tenê du rê li pêşiya şervanan man, xwe pispêrine rijêmê yan şer berdewam bikin, tevan serşorî bi wan re kirin, şer kirin bi hêviya ku paşê ev nîr bêne guhertin, di dawî de ew jî Sûrîne, , welatê wane, dîsa li vir ew nerîn û berjewndiya rijêmê gihane hev.
Her yekî ji xwe re piştigirek dît, abora şer berz bû, gendeliyê xwe berda derûn û damaran, rewş li ber teva tevlîhev bû.
Hevrêz hatin dûrkirin, ji dîmena şoreşgerî windabûn, xwediyên nerîna şarwerî jî hatin dûrkirin û piştgîriya nerînên ku bîtirîn hişk hate kirin.
Welatî pir westiyan, lehiya mişext û penaberan bilind bû, cîhanê tevî li pêşkêşkirina alîkarî û vekirina dergehên mirovane tekezkirinû di sîbera vîto ya Rûsî de,û piştguhkirina ewropiyan, ne dxwestin ku rewşê çareserbikin, siyseta piştguhkirina çareserkirnê,nsedemên sereke yê ku rijêma Elesed di ber de berpirsiyare, yê ku hemî sinc û rewişt bin pêkirin û rê ji desttêwerdanên navxweyî û navdewletî di Sûryê de vekir.
Awaza cîhanê ya ku Esed rewatiya xwe winda kiriye û rojên wî nêzîk bûne, bi aliyê giringiya gotûbêjan bi rijêmê re, da ku bi çareseriyeke aştiyane derkevin!!!!! Çareseriyke aştiyane bi rijêmeke ku welat bi dirêjahî û pehniya wî wêrankiriya, hemî rengên çekên giran û wêranker bikaranîn, gelo dawî ne çekên kîmawî bûn?!
Bê westan di riya medya û ragihandina xwe de xebtîn, da ku şoreşeke aştiyane û daxwazên rewa bi guherînin bi alî nakokiyeke çekdarî ji bo bidestxistina desthilatê, û dîmen bi Şerê navxweyî dane pesindan.
Îran û Hizb Elah û Mîlîsên Îraqî newêrîbûn yekser desttêwerdanê di Sûriyê de bikin, berî ku cîhan rêdanê bide û pîroz bike, yên ku li piştgîriya vê yekê kirin,  arnmac jê vemrandina şoreşa Sûriyê û parastina rijêmê bû, bila Sûrya wêran bibe û şênî bighin xala (( çareyekê ji me re bibînin, em dixwazin riha bibin)), ta ku gelên mayî bi vê serhatiya bê hempa, fêrbikin heger bi şoreşa rûmet û azadiyê bi ramim......
Lê ya ku mirov matmayî û behitî di hêle, ku tim dibêjin emê pişgîriya Artêşa Navgşn bikin!!!!
Belê ew şoreşa diyar û zelale, lê her û her serkeftin hevalbendê gelan e.
Dibe ku hin bipirsin, gelo armanca dewletan ji vê tevî çiye?.
Birastî tevî yên ku di gotarê de hatine, hin armancên din hene, aliyeke heye dixwaze Sûrya wêran bike û karînên wê yên leşkerî qels bike, aliyekî dî heye dixebite ku karînên Îran û Hizb Elah yên leşkerî  û aborî di riya şerş ku di Sûryê de diqewime pûç û qels bike.
Hin jî fişarê li dewletên kendavê dikin ku çavan ji Îran û desttêwerdan wê di Sûriyê de damerîne, û bazarê li ser (pirsa otonomî) bike, da ku mezintrîn qizincên aborî bi dest bixe.
Hin jî dixwazin hişkbawer û çewetrêyan dûrî welatên xwe bikin, di Sûriyê de karînên wan binpê  winda bike.
Û hin aliyên bi hev re nakokin, werîsan bi ser xwe de dikşînin, da ku destkftiyên desthiladarî qizinc bikin, bi danîna kelem û astengan li pêşiya çaresekirina rewşa Sûryê, dixwazin rijêmekê li gor pîvan û berjewendiyên xwe yên navxweyî û navdewltî bi rêsin, û destlatdariya xwe jî di welatên xwe de biparêzin.
Rijêma Esed jî dijî gelê Sûryê ji tevan re bûye noker û xezmetkar, di baweriya wî de, ewê di destlatê de bimîne di nêv vê dîmena xwîndar de, ya ku wî destpê kiriye, gelê Sûriyê şerê tevan dike û dê biserkeve piştî toz û dûmana cengan di nav bera yên ku li ser desthilatê şer dikin raweste.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark