Desteya Sernivîser*
Medya yek ji
diyardeyên civakî ya herî giring e, û destlatdariya çarem a serdema niha
ye. Gelê ku wê neke xizmet doz, hebûn û
azadiya xwe tê wateya ku ew milet li paž maye. Em dikarin bêjin ku medya Kurdî
û žoreža azadiyê ya gelê Kurd tucarî ji hev cuda nabin, ji ber ku têkožîna
žorežê û ya medyayê hev temam dikin, nemaze di vê qonaxa nazik û hestiyar a ku
doza gelê Kurd têre derbas dibe de.
Li welatê me yê ku ewqas žer, kužtin, pevçûn, koçkirin û talankirin lê berdewam in de, pêdiviya tekožînê di hemû warên jiyanê de û lor zimanê demê heye, bêguman medya jî yek jî wî zimanî ye û civakê berve ronahiyê rêdike. Di riya medyayê re bîrûbawerî, zanîn û çanda rewženbîrî ya li ser bingeha neteweyî roj bi roj di civakê de gežtir dibe, û rola wê di parastina wêje, ziman û hemû warên zanînê de jî heye. Herweha pêžxistineke ramyarî di nav civakê de peyda dike, û bi awayekî zindî wêne û nûçeyan yekser ji temaževan û xwendevanan re vediguhêze. Di vê serdemê de, serdema zanist û têknolojiyayê de, medya kurdî çi TV û radiyo, çi jî rojname û kovar) bûye pirek ji bo her çar bežên Kurdistanê û roleke berçav di hižyarbûn û rewženbîriya gelê kurd de dilîze, lewra dagîrker û xêrnexwazên Kurdan bi her awayekî dixwazin rê li ber wê bigirin, mûma wê vemrînin, û evîna azadiyê derbasî nifžên nû nekin. Rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayekî azad bi cih bînin, wežanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tên girtin, û ji bo xebata rojnamegeriya mirovparêz û ažtîxwaz kesên wek Žîfa Gerdî, sembola rojnamevanên jin ên neteweyî dibin armanca neyaran û jiyana xwe ji dest didin. Medya ji bo avakirina ažtiyê û yekrêziya gelê Kurd hêviyek e, û xebata bo nûçegihandin û çapemeniya bi zimanê kurdî zor pîroz e, hêviya me ew e ku medyakarên Kurd nûçe, dîmen û nivîsên xwe têxin xizmeta yekîtiya gelê Kurd, û zimanê nakokî û dijberiyê gur nekin, bi erk û ustubariyên xwe rabin, û li saxlemiya civaka xwe xwedî derkevin. * Desteya serniviser ya rojnameya Rewžen – hejmar 22
|