Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîrgeh,hoz-eşîrên Kurdên Êzidî

 


Amer Çelik
Mîrgeha Heleb û Kilîs

…Tê Goten ku Mîrgeha Heleb û Kilis piştî Mîrgeha Şêxan tê bi girîngî û hêrza xwe ji bo Kurdan. Di wê demê  Hoz û eşîrên kurdên Êzidî li wê herêm pirbûn bi hêz bin. nexasim li Heleh, Kilis, Entakiye Hims, Hema. tê goiti ku Êzidî kevnezamanan de koçî welatê Şam ê(Bîlad-Şam)bûbûn. Wek tê zanîn ku welatê ku niha jêra dibêjin Suriya heta Asiya biçûk di bin destê dweleta Mîtaniya de bû. Lewma jî binamayên  eşîrênMîtaniya Mîrgeha xwe li Heleb û Kilisê demazirandibûn.


Mîrgeha wan jî hebû di wê demê de bi navê Mîrgeha GARGOM-Carcom ku sînorê wê ji başûr-rojavayî Helebê heta rojavayî Terablusê li ser deriya Sipî. Li ser vê Mîrgehê Dektor Xelîl Jindî  di gotareke xwe de ya Govara Roj hijmara 6an hatiye weşandin, dibêjie ku eşîrên Mîrgeha Carcom ê dînê Islamê li ser xwe qebûl nekirin û li ser ola xwe man(Êzidî) ev yek di dema hukumdariye xelêfê Islamî Omer ibin Xetab de bû. Lê vê mîrgehê Xerc dida ji bo parastina xwe. Paşê Welîd ibin Ebidul-Melek ku karîbû vê mîrgehê bişkîne ev yek di sala 705an Z de bû.
Di serdema Selahdin Eyûbî de,dîsa hoz-eşîrên kurdên Êzîdî  serî rakiribûn. Bi dehan hoz-eşîrên Êzidiyan wek ku hêja Dr.Xelîl Cindî di gotare xwe dibêje ku  van eşîran Ji Hewlêr Heta Musilê, ji gola Wanê heta Kilis û Entakiya li pişt Egîdê Kurd Selahedîn Eyûbî s li dijî Selîbiyan sekinîn. Bi serketina Selhedîn Eyûbî û piştevaniya eşîrên Êzidiyan henek ji herêma  wekî Qsêr û Kilîkiye dane Êzidiyan û Êzidiyan  Mîrgehek bi navê EZÎZIYAN-EZOdi bin Mîrtiye Şêx Mend. Damizrandibûn.
Şerefxan Bedlîsî di  derheqa vê Mîrgehê de, di Şerfnamê de dibêje ku eşîrên Êzidiyan ji Heleb, Kilîs ê û  Qisêr , tevaya eşîrên êzidiyên welatê Şam( Bîlat-Şam)li dora  Şêx Mend civiyan heta ku hêza Şêx Mend  hêzek mezin li ser wê qewetê Eyûbiyan Şêx Mend kirine Mîrê-mêran.
Piştî ku Şêx Mend kirasguherî,Koçkir çû ser dilovaniye xwedê kûrê wî Melek-Ereb bû Emîrê Mîrgeha Kilîs heta roja mirina wî di sala 1252 z de. Mîr Ereb karîbû sinorê Mîrgeha xwe ferha bikê heta Êzidiyên Hema, Mer´eş û Meletiya.
Dema ku hukumdarên Memalîk dewleta Eyûbiyan hêrivandin wê demê malbata Mîr Şêx Mend hevalbendê Eyûbiyan bûn lewma Memalîkan Mîrgeha Kilîs ji malbata Şêx Mend standin û hukumdariye Mîrgehê teslîmî Malbata Şêx Bekir ku di sala 1315an diçe rehmetê. Evî mîrî Mîrtiye Êzidiyên Kilîs, Mer´eş û Meletiye dikir. piştî mirine wî zaro û pisên wî(hefîd) mîrîtiye Mîrgeha Kilisê kirin. Di dema Mîrtiye Xêrî kurê Xidir de qîmetê Malbata mîr Şêx Mend di nav Êzidiyan de bilind bûbû û Mîr Mehemed pisê Şêx Mend hukum li Herêmeke nêzîkî Kilîsê dikir di dema van de herdu malbat, Şêx Mend û Şêx Bekir li hev hatin  û Mîrgeha Kilîsê li wan vegeriya.Diyar dibe ku ew li hevhatin ne li berjewendiya Şerkesan (Misir) û Sultan Zahir Al-Qanûsî bû, Lewma jî Sultan Qanûsî leşkerekî mezin bira ser vê Mîrgehê û Mîr Hebîb kuşt. Ev bûyar di sala 1448an z de bû. Şerakisan Mîr Ezedîn kurê Evdî kurê Mîr Xidir ji malbata Şêx-Bekir  ku bi navê Mîr Ezedîn Kurdî-Êzidî, danîn Mîrê Kilisê
Şerefxan Bedlîsî dibêje; Mîr Ezedîn(Şêx) Bi Mîrê Heleb ê Qerace paşu dabû qebûlkirin ku Mîr Qasim ji malbata Şêx-Mend xiyanet bi Sultan re kiriye heger mîr Qasim bighe Heleb ê û bibe Mîrê Heleb agirê şer wê bigha her çar kinarê welat. Ev yek bûbû sedemekî hêja ku mîr Ezedîn gelekî bi hêz bûbû û mîrtiye Heleb û Kilisê domand.
Piştî Mirine mîr Ezedîn rewş Kurdan(Mîrgiha Heleb-Kilis û Şam)pir aloz bû Kesekî bikarîbe vê Mîrgehê biparêse tunebû lewma jî malê Mîrgehê kete xezîne Sultanê Entakiye.
Kurdên Êzidi yê Mîrgeha Şamê ketibûn bin  fermandariye Sultan Mihemed Beg ku ew bi xwe ji mîrekên Hesen-Kêfê bû.Lê Kurdan(Êzidiyan) mîrîtiye wî li ser xwe qebûl nekiribûn. Ji berxwedane Êzidiyên Heleb û Kilisê, Sultanî Mecbûr bû ku neviyê Şêx-Mend Mîr Canpola dayne mîrê Mîrgeha Heleb û Kilisê.
Tebînî:
„ Ez wekî nivîskarekî Kurd ji destpika nivîsariye xwe de ji salên 70 ji tirsa Diktatoriye dagikkerên Kurdistan min heta sal 1994 de bi navê A.Ç. Canpola divîsî û di welatê nivîskaran da bi navê Canpola dihatim nasîn.“
Bedilîsî dibêje ku nûjiyanekê li vê Mîrgehê hate efrandin. Bedilîsê navê wê demê kirbû „Dema Zêrîn“. Esayîşî û aştiyê di bin fermandariye vî Mîrê hêja(Canpola) de konê xwe li ser Mîrgeha Heleb û Kilisê û Heta Kurdên Şam jî. Aborî ji nûve bişkivî û roj bi roj zêde û mezin bû. Hêjayî gotinê ye ku  mîrî (Canpola) di hukumdariye Mîrgehê de jiyaneke serbilind û xweş ji bo Êzidiyên Heleb û Kilisê û heta Şam û Terabilûsê efirandibû. Piştî not(90) saliya xwe koçî daî dike dibe mêvan felekê/kiras diguher)  ji bo kurdan gelek mendalan-zarowan ji bo Kurdan û Mîrgeha Heleb û Kilisê li paş xwe  dihêla.  Hebîb Beg, Umer Beg Husên beg Cahfer Beg Zeynal Beg Xidir Beg.
Piştî mirine mîr Canpola, mîrîtiye Mîrgeha Heleb û Kilisê dane kurê Canpola Cehfer Beg ev yek li gorî levkirine Canpola berî mirine wî bi dewleta Osman re. Husên beg berbirsiyarê darayî Milk û malkanan sipartibûn wî. Hebîb Beg arîkarê Cehfer û piştî cehfer ewê bibe Mîrê Mîrgehê. Her weha Mîr Canpola berî mirine xwe kardariye Mîrgehê li Zaroyên xwe parvekiribû. Lê mixabin ku piştî mirine  Mîr Cehfer (Cehfer beg) alozî di navbera Husên Beg û birayê wî Hebîb Beg derket û di sala 1592 z de Husên Beg  bûbû waliyê Terablûsê li welatê Şamê û Mîrê Mîrgeha heleb û Kilisê û Sultan  pile Mîrê-Mîran-Patîşe dabû Husên Beg. Lê Qembêz ê Erebî zu welayeta Terablûsê  ji Mîr Husên Standibû.
Dema Sultanê Osmaniyan çûbû şerê Sefwiyan (Îran) mîr Husên bişkdarî di vî  şerî de nekirbû lewma jî osmaniyan di vî şerî de windkirbû û ji encama vê yekî Osmaniyan Mîr Husên kujtibûn.
Elî Beg dibh1ise ku birayê wî Mîr Husên hatiye kujtin zu bi zu xwe dighîne Helehê  û şoreşe Kurdan(Êzidî) bi serokiye Elî Beg kurê Mîr Canpola ji Helebe li dijî dewleta Osmaniyan gur bûbû Terablûs tev dehan gund dero-dorên wê . Dewleta Êzîdxanê serbixwe li Heleb, Kilis û Terablûs- Şam damizrandibû çend peywendî bi Mîrê Toskaniya (welayetek serbixwe li Îtaliya) re ragihandibûn, leşkerekî mezin ji xortên kurdan(Êzidî) damizrndibû. Bi fermane Sedir Eazem Murad paşa bi leşkerekî Turk mezin tevî 40 hezar şervanên kurdên eşîra Dilqadiriyan(Zu Al-Qadiriya) çûne ser Êzidiyan, herudu leşker li  newala Erselan Bîlî hemberî hev hatin lê mixabin ku Elî Canpola ji newala  Erselanê vekişiya û vegeriye Helebê û ji wir çû Estana dîtina Sultan.
Malbata Canpola piştî vemirandin Şoreşa Elî Canpola, Malbata Canpola bi tevayî koçberî  çiyayê Şoyîfat (Libnan)  bûbû û Mîrê Şoyfatê  Şêx Fexredîn pir bi hatina vê malbatê kêfa xwe anîbû.  Sal û dem li ser Malbata Canpola li Şoyfat ê  hatin û buhîrin û malbat Canpola bûne mezinê Durziyan û heta roja îro jî hîn malbata Canpola li Şoyîfat (Libnan) mezinaya Durziyan dikin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark