Merwan
Berekat
Hembêza siruþtê
Miþt e ji hilma gulan
Govend û semaya xweþhilmê
Ji paþela deþt û newalan
Kulîlk mest in
Ji bihin û xunavê
Ji xwe xweþtir e.. ezman
Gerden bi keskesor
Û rîþiyên baranê
Sibehên dêmliken
Keçane û awirnaz in
pertavên rojê
Þad, dîn û mest in
Pêlvedana ramûsanan
Ger nêrgiz ji qurnefîlê
Gger beybûn ji bûkmezavê
Û ger lale ji zinaran
Di guhên çiyan de
Bîst û yek saz in
Ne tenê hechecok û bibil
Ba û baweþîn xweþ awaz in
Di dêmên kanî û çeman de
Kenê zelal bi pêl e
Semaya þaxên daran
Ramûsana lêvên peravan
Li rebezên dêmþermok
Ne tenê geþdîmen
Bi bihuþtê re dibêjin wêde