Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þêx Alî û Newroz

 


Akif Hesen

„Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurdên Sûriyê“
Min daxûyaniya birêz Þêx Alî di derbarê Newroza îsal de xwend. Gelek xerîb û ecêb e!! Tu dibêjî qey birêz sekreter li gundekî þirnexê, an jî li deþta Silopî dijî. Nivîsgehên partiyên siyasî tên þewitandin, li ser dîwarên wan gotina „Îxanet“ tê nivîsandin, kadroyên wan tên revandin û di dawiyê de cejna me ya netewî Newroz, bi hinceta ewlekariyê, tê qedexekirin û birêz sekreter bêrê xwe dide Erdogan.


Ew di daxûyaniya xwe de gotinekê tenê jî liser van kiriyarên kirêt nabêje, êrîþî Erdogan dike û tenê liser Þingalê diaxive.
Ji xwe ev ji me kêm bû! Kekê sekreter, tu dikarî pirtûkan liser Dîktaturiyeta Erdogan binivîsî, kesek nabêje te na, lê belê derdên me bixwe jî hene, ka tu ji bo wan çi dibêjî?
Tu dikarî tonek kevir li rûyê Baþûrê Kurdistanê bidî, te xwest bila 2 ton bin, lê belê bihêle em 2 gotinan liser kiriyarên PYDê jî ji devê te bibihîzin.
Kurtikreþên Mossulînî, kesên rûnixumandî, li kolanên Dêrikê, Qamiþlo û Girkê Legê devê rikberan digirin, wan davêjin zindanan, mafên wan ên rewa di bin pehniyên solên xwe de dikin toz-û-dûman, gelo tiþtekî tu ji wan re bêjî tune ye?
Gelo tu bawer dikî ku tu wisa avê bi agir de dikî û yên rexneyan dikin zeytê diberdin ser agir? Heger bê-rexnekirin aþîtî be, heger rexne fitne be, soz em devê xwe digirin û nema gotinekê dibêjin.
Bawer bike sekreterê delal, bi þêweyên totalîter miradê gelan bi cih nayê. Û bawer bike piþtgiriya bê sînor ji hêzên totalîter re nabe „ava liser agir“, Fitnê venamirîne, hebe hebe geþtir dike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.28
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark