Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / Kesayetî û hewlwest.. Xelek 25 Mela Idrîs Bedlîsî.. (Xizmetên leşkerî bo Dewleta Osmanî)

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Ciyosteratîcîka Kurdistanê:
Ji hêla ciyosteratîcîk de, Kurdistan dikeve navbera ҫar deverên ciyopolîtîk: Aryana (Îran, Biloşistan, Efxanistan), û Bîlad Errafîdeyn (Îraq), û Asyaya biҫûk (Rojavayê Tirkiyê), û Sûriyeyê, û danûstandinên bazirganî, ҫandî û leşkerî yên van deveran, bivê nevê, di Kurdistanê re derbas dibin, vê lomê jî her dewleteke hêzdar di deverekê ji van her ҫar deveran de ava dibû, hewl dida, ku desthilata xwe bide ser Kurdistanê. Ev yeka jî giringtirîn sedemên peydabûna (doza kurdî) ye.



Di destpêka sedsala (16z) de sê dewletên mezin Rojavayê Asiyayê hukum dikirin:
1. Dewleta Sefewî: Biserpereştiya Simaîlê Sefewî, daxwaza wê ew bû, ku dest deyne ser Kurdistanê, da bigihe Îraqê û Sîriyê û deryaya Spi, û pişta xwe ji dewleta Osmanî biparêze.
2. Dewleta Osmanî: Bi serperştiya sultan Selîmê Yekemîn, daxwaza wê jî ew bû, ku dest deyne ser Kurdistanê, da bigihe Îraqê û Sûriyê, û pişta xwe ji dewleta Sefewî û dewleta Ebebozên (memalîk) Ҫerkes li Sûriyê û Misirê biparêze.
3. Dewleta Ebebozên Ҫerkes: Bi serperştiya sultan Qansoh Xorî, daxwaza wê jî ew bû, ku dest deyne ser Rojavayê Kurdistanê, da bigihe Anadolê, û pişta xwe ji herdu dewletên Sefewî û Osmanî biparêze.
Cenga Ҫaldiranê:
Wê hîngê hinek mîrnişîn û êlên kurdî xweser li Bakurê Kurdistanê hebûn, sûde ji sê hêmanan werdigirtin, ew jî ev bûn: 1. Nakokiyên her sê dewletên dijber. 2. Dijwariya deverên Kurdistanê yên ҫiyayî.3. Dûrbûna ji navenda her sê dewletan.
Nakokiya Sefewî – Osmanî li ser Bakurê Kurdistanê dijwartir bû, nakokiyeke polîtîkî di ҫarҫewa rêbaza olî de bû; ҫimkê dewleta Sefewî parêzera rêbaza şîe bû, û dewleta Osmanî jî parêzera rêbaza sunne bû. Hêzên şah Simaîlê şefewî dan ser Bakurê Kurdistanê, û sala (1508z) gihêştin Amedê, sultan Selîm jî li hember wan rabû, û herdu artêş sala (1514z) li Ҫaldirana, ku naka bi ser îyaleta Wanê de ye (nêz sînorên Tirkiyê û Îranê) rû bi rû bûn, û Osmanî bi ser ketin, û şah Simaîl, bi leşkerên xwe yên sax mabûn ve, baz da([1]).

(Şûna cenga Ҫaldiranê)
Mela Idrîs di cenga Ҫaldiranê de li gel sultan Selîm bû, piştî serkeftinê sultan ew şand Tebrîzê; paytexta Sefewiyan, da rêwresmên pêşwaziya wê amade bike. Ev yeka jî baweriya sultanî bi karînên wî yên leşkerî û rêvebirî, û spartina kar û barên giring bi ser wî de diyar dike. Berî cengê jî sultan Selîm qedr û qîmeta wî ya ayînî li ba Kurdan, ji bo serok êşîrên Kurdan bi hêla xwe de bîne, bikar hanîbû. Mela Idris di vê yekê de bi ser ketibû, û şanzdeh mîrên Kurd, digel şervanên xwe tev li artêşa osmanî bibûn, rola wan jî ji bo serkeftina Osmaniyan pir giring bû([2]).
Hinek xizmetkariyên leşkerî yên din:
Mela Idrîs gelek xizmetkarî bo dewleta Osmanî kirin, evên jêr hinek ji wan in:
1.Gava sultan Selîm bi rê de diҫû Ҫaldiranê Kurd li Amedê rabûn, û li gor boҫûna dîrokzanê tirkî Olya Ҫelebî „dizîkarî kirin û rê birrîn û ziyan gîhandin artêşa misilmanan“. Ev ne tenê boҫûna vî dîrokzanî, belê ya dewleta Osmanî ye, ҫimkê her ku Kurd li hember wê radibûn, wê jî digot evana diz û rêbirr û ҫete ne, û ji dîn derketine „şerê artêşa misilmanan dikin“([3]).
Nûҫeyên serhildana Kurdên Amedê gîhan sultan Selîm, wî jî nameyek bi zimanê xweş û nerm bo Melek Muzffer; hakimdarê Amdê rê kir, û gotê: „ Birayê min, tika ye tu nehêlî ew Kurdan karên neqenc bikin“, û gava name gihîşte Melek Muzeffer, ewî bersiv da û got: „gava tu tolê ji şah Simaîl hildî, tê karibî ji du sed hezar ҫekdarên Kurd li Amedê jî hildî“. Sultan Selîm got: „Eger hakimdarê Amedê bi xwe ev yeka ji me xwast, bi ya Xweda be, emê bikin“([4])
Piştî ku sultan Selîm li Ҫaldiranê bi ser ket, li Erzerûmê ma, û Mihemmed Beyqelî Paşa bi sed hezar şervan ve şand, û Amed dorpêҫ kir. Heftê ceng di navbera Kurdan û artêşa osmanî de qewimî, û tevî ku hin cihên sûra kelehê bi bandora topan ji hev ketin jî, keleh pêdar bû, lê ji nişkave artêşeke mezin ji hêla Mardînê de hat, wê hîngê Beyqelî Paşa dikir ji şabûna bifire, û gote hevriyên ku pê re bûn: „Kurino! Ev cenabê Mela Idrîs hakimdarê Emadiyê ye, yê ku di cenga Ҫaldîranê hatibû hawara me, va ye dîsan bi ҫel hezar şervan ve tê ku me xelas bike, ev artêşa wî ye"[5]. Bala xwe bidinê: (Hat hawara me), û (me xelas bike).
Hêza ku bi Mela Idrîs re, Kurd bûn, yekser û bê ku bêhn vedin,  ketin nava cengê, Kurdên, ku di kelehê de dorpêҫkirî bûn, dîtin ku hêzên hêrişker pir bûne, û tirsiyan ku kelehê dagîr bikin, rêkeftinek li gel wan girêdan, ku sax ji kelehê derkevin, û wê radestî wan bikin, û li gel rêvebirên xwe biҫin Mardînê, lê li wur jî hêriş hate ser wan, û wan jî baz dan. Ev Nûҫe gîha sultan Selîm, gelekî şa bû, û Amed  da Beyqelî Paşa, û Emadiye jî ji bo Mela Idrîs kire milkekî herhey([6]).

 (Hêleke sûra keleha Amedê)
2.Di pey cenga Ҫaldiranê re şah Simaîl hêzek bi rêvebiriya (Qere Xan) şand, da deverên kurdî talan, û Amedê jî dagîr bike,sultan Selîm jî hêzeke osmanî bo berevaniyê şand, di heman demê de şah Simaîl hêzeke alîkar şand, lê gava ew hêza sefewî  ya alîkar li kêlekên Ergîşê û Adîlcewazê bi rê de bû, Mela Idrîs tev hêzên mîrên (Bedlîsê û Xêzanê û Muksê û Sasûnê) ji nişkave da ser wê hêzê, wê jî xwe negirt û baz da([7]).
3. Sala (1515z) sultan Selîm hêzeke leşkerî şand Heskêfê (Hesenkêfê), bo Mela Idrîs ê ku serpereştê artêşeke kurdî bû, ku deh hezar şervan bi rêvibiriya sê mîrên Kurd bûn; Qasim Beg mîrê Egêlê, Cemşîd Beg mîrê Palo, û Husên Beg mîrê Xerpûtê / Alazîxê, û pênc hezar şervanên Kurd ji Badînanê jî gîhan. Ew hêzan hemî ber bi Amedê de bi rê ketin, Qere Xan bi hêza xwe ve ji Amedê  baz da û ҫû Mardînê[8].
4. Sala (1516z) artêşa sefewî bi serperştiya Qere Xan, û ya osmanî bi serperştiya Mihemmed Beyqelî Paşa li nêzîk Qoҫhesarê ( navbera Nisêbînê û Orfayê) rû bi rû bûn. Hêla ҫepê ya artêşa osmanî şervanên Kurd bûn bi serpereştiya Mela Idrîs, û mîrên Kurd Qeral Xelîl Eyyûbî (Mîrê Heskêfê yê berê), û Mehmed Beg (mîrê Sasûnê), û mîrên Şeyrwan, û Qasim Beg (mîrê Egêlê) û Şeref Beg (mîrê Bedlîsê) û Ehmed Beg Zerkî (hakimdarê Hetaxê) û şah Welîd Beg (Mîrê Silîvanê). Artêş osmanî bi ser ket, û Qere Xan Hate kuştin,  û Beyqelî serê wî û nameyekê bo sultan Selîm şand, tê got: „Em li gel mîrên Kurdan hevkar bûn, pê re jî em bi ser ketin[9].
Lê xistina mîrnişînên kurdî bin sîbera hukumdariya osmaniyan giringtirîn xizmetkariya Mela Idrîs bo osmaniyan bû. Bila ev jî mijara rûpelên, ku wê bêne, be.
 

([1])  Mihemmed Ferîd Beg El-Muhamî: Tarîx eddewle El-Έliyye El-Osmaniyye, rû 190.   
([2])  Seidî Osman Herotî: Kurdistan û împeretoriya Osmanî, rû 42.
([3])  Olya Ҫelebî: şiyahetname, rû 37.
([4])  Heman jêder, rû 38.
([5]) Heman jêder, rû 37, 38.
([6]) Heman jêder, rû 38, 39.
([7]) Se-idî Osman Herûtî: Kurdistan û împertetoriya osmanî, rû 53, 54.
([8]) Heman jêder, rû 54, 55.
([9]) Heman jêder, rû 57.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark