Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd ji ku hatin (5)

 


Zahra ramadan

NAÎRÎ(BZ1200-900)
Piþtî hilweþîna dewleta Hurî Mîtanî li ser axa berfireh avê dewletê konfederasyona eþîran bi navê Naîrî xwe bi rêk dixe. Welatê Naîriyan, ji baþûrê Gola Wanê, raserî Geliyê Botanê ku dikeve devera Zêya Mezin yanî ji Cizîra îro heta bi Þemzînan ku ev devera wekî nîveka Kurdistanê tê zanîn, li xwe digire .Li vê heremê newalên pehn û fireh, zozanên bilind û mezîn û çiyayên bilind hene. Gelek ta û milên çemê Botan û Zêya Mezin li vê deverê têkilî hev dibin .Asûran ji vê deverê re gotiye Naîrî ku tê wateya " Welatê Robaran".


Konfederasyona Naîrî ji aliyê Lutiprî û Arame yên ku serekêlên xurt ên dema xwe bûne ve hatiye avakirin .
Naîriyan, devera ku dikeve navsera Cizîra û Þemzînan ji xwe re wek navend didît. Li gorî Asûran, welatê Naîriyan ji Hewlêra heta Meletiyê li xwe digirt.
Ev dever di warê Hesin, zirîc, çandinî û sewalvaniyê de dewlemend e. Konfederasyonek e ku 24 eþîran li xwe digire. 
Asûrî gelek caran bi ser Naîriyan de çune lê nekarîne wan têk bibin. Jinên Naîriyan jî wekî mêrên wan þerker bûne .Grekan ji Welatê Naîriyan re digot KARDÛNA .Qralê Asûran Tîgliatî Pilerser BZ 1304-1273ê dema qral Adad Nîrarî êrîþ biriya ser Naristanê. Mebesta Asûran talankirina hesin, ziric û kelûpelê madenî dexl û danê vêderê bû. Dîsa qral di nivîsareke xwe de dibêje, ku wan Gutî, Hurî, Subarî têk birin û li hemberî 40 Qralên Naîriyên ku asê bûne û dest çî kesî ne gihiþtiyê serkeftin bi dest xwe ve anîne. Qralê Asûrî Tukultî BZ 1249-1208 behsa 25 seferên bo ser devera Naîriyan dike. Naîrî berê bi Urartuyan re hevgirtinê pêk tinin û paþê jî bi Medan re tevdigerin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.83
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark