Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Fîlê Emerîkî bi ser ket tirs bi Hirçê Rûsî ket!

 


Lazgîn dêrûnî
 
Wek ku em dizanin du partiyên sereke di Emrîka de hene ,yek partiya demoqratîk û ya din partiya cimhûrî,ev herdû partiyên han hevberkiyek dijwar di navbera wan de ji bo desthilatê heya û þensê wan ne dûrî heve di vê derbarê de ,carna Demoqratîk bi serdikevin û carna Cimhûrî bi serdikevin ,lê cudahiyek xuyayî di navbera herdû partiyan de heye di siyaseta jiderve de ,dibêjin partiya Pemoqratîk ya Kevokan (aþtiyane) û dibêjin partiya Cimhûrî ya Bazan (cengane) .


 Piþtî cenga cîhanî ya duyemîn du hevbendî yên sereke pêkhatin yek hevbendiya Nato bi seroktiya Emerîka ya din hevbendiya Warso bi serokatiya yekîtiya Sovyetî û herdû hevbendî ketine hevberkiyekê de jêre digotin Cenga sar ,wê Cengê berdewam kir heta sala 1985 an dema serokatiya Ronald Rêgin yê ji aliyê partiya Cimhûrî ve ku pesteke mezin li hevbendiya Warso kir û bi teybetî li yekîtiya Sovyetî di dema Gorbatþof de û ew  di sala 1991 an de het  ruxand û rola wê lawazkir di Cîhanê de û cenga sar bi dawî bû ku Emerîka bû hêz û aliyê yekemîn di Cîhanê de,vê yekê gelek pirsgirêk di Cîhanê de guhertin û bi teybetî di Rojhilata navîn de,yek ji wan derxistina Sedam ji Kweytê di dema Corc Boþ yê bav de û dorpêçkirina Rijîma basî lê piþtî ku Bîl Klînton yê demoqratîk hat dîsa sistayî di vê derbarê de kir heta dema Corc Boþ yê kur yê Cimhûrî hat û biryara ruxandina rijîma Sedam da û ew ji kokê birî bê ku Rûsya karibe li hember rawestê ,û pirojeya  Rojhilata Navîn ya nû danî ,lê mixabin piþtî ku dîsa partiya Demuqratîk bi ser ket û Barak Obama bû serokê Emerîka disa sistayî kete siyaseta Emerîka ya jiderve de û hêza xwe ji Îraqê vekiþand û destê El Qaîde lê berda .
Piþtî bihara Erebî dest pêkir Emerîka bi rola xwe wek dewletek bi hêz ne rabû ji vê yekê hin bi hin Rûsya rola xwe xurt kir û bi teybetî di nava Sûrî de û bû weke dagîrker û bi top û firokê xwe gelê Sûrî dikuje ev bû þeþ salê temam, bê ku Emerîka kari be li hemberî wê rawestê, ew Emerîka ku hêza yekemîn di Cîhanê de çawa îro nikariye biryareke xurt û hiþk di derbara  rijîmeke wek ya Sûrî de bistî ne.
Îro piþtî ku dîsa partiya Cimhûrî bi serket û Tiramp bû serokê Emerîka tirs bi Rûsya ket û wê sed hesabî bike û wê gelek heseb û pirsgirêk werin guhertin bi teybetî di Rojhilata Navîn û Sûrya û Îraqê û gelek dewletên din de wek Îran û Tikî û hin dewletên Erebî yên ku piþtgirtiya gurûpên terorîst dikin .
 
10.11.2016 Swîsra
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark