Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Alîtî û destwerdan

 


Mislim Þêx Hesen

Bêguman Þoreþa Sûriyê ya ku ji parizgeha Derha destpêkir berî pênc salan pir guhartinên bingehîn û girîng li ser nexþya Sûriyê rûdan û her wiha gelê kurd û tevgera xwe ya siyasî jî li benda derfet û guhartinên wehabû ku xwe ji kiryarên kirt yên rêjîma Be`is ku bi deh salan dermafên gelê kurd bikaranîn rêzgarke û mafên xwe yên dadmend û rewa werbigire, lê mixabin gava ew derfet peyda bû, xuyakir ku tevgera siyasî ya kurd li sûriyê ku nêzî þêst salî têkoþîn û xebatê deke, ne li gor qunax û astê bû, û pêþbîn û guman hene ku wan derfetên zêrîn yên ku gel kurd bi sed salan li bendê bû ji dest xwe berde û sûd ji wan derfetên ku li vê dawiyê peyda bûyî wernegire û armanc û mafên gelê kurd bindestbimînin


ji ber ku xwe kirine alî (Mehawir) ji hêzin kurdistanî re û biryarên xwe ji wan aliyan werdigirin û her wiha aliyên kurdistanî jî doza kurdî li Sûriyê kirine  berjewendiyên xwe, lewra jî bandorek zor neyînî li doza kurdî ya Sûriyê kir, û eger rewþ wiha domke wê pêþe roja gelê kurd li Sûriyê pir kambax be. Vêca mirov karêbêje ku ew derfet niha ji dest kurdan çûyîye. Wek hemû carên borî ku kurdan sûd ji derfetan  wernegirtine, û ev bi xwe jî diyar dike ku tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê neserkeftiye di siyasetê de û tête xapandin, û encamên vê siyaseta þaþ baþ xuyadike ku çiqas ziyanek mezin bi gelê kurd û piroja wê ya siyasî kir û bo sedema winda bûna  gelek derfetan ku ji gelê  kurd re çêbûn.

Vêca dibe herdu ENKS û TEV-DEM  di zotirîn demde li xwe venegerin û xwe ji wan çeper û aliytiyê (Mehawir) bibirin û biryarên xwe li ser qada kurdistan Sûriyê werbigirin û li gor berjewendiyên kurdên Sûriyê be, da ku  derfetên girîng ku peyda bibin ji destên gelê kurd neçên û sûd ji wan werbigrin, ji ber vê yekê lihevkirina tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê divê rewþa hestyar de pêwîst û girînge, her wiha yek rêziya siyasî û helwesta kurd  jî dibe di zûtirîn demde were avakirin ji bo ku armancên gelê kurd bi destkevin û derfet di sere neborin, lê eger tevger kurd li ser xêza berjewendiyên partîtiyê domke û dev ji alîtiyê (Mehawir) bernede, bi rastî wê ev derfet û hêviyên ku peyda dibin wê winda bibin û qunax weke carên borî dîsa di ser kurdan re derbas bibe, û ev jî  xwekujiya rasteqîne ji gelê kurd re ye.

Lewra jî mirov karêbêje girêdan tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê bi hêzin kurdistanî re û destwerdana wan ya bêsînor di nav tevgera kurd de, bubelatek mezine ji kurdên Sûriyê re û her wiha rik û nakokiyên kûr di nav tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê re çêkir, ji ber vê yekê dibe partî û çarçewên kurdî yên ku xwe bi hêzin dervayî Kurdistan Sûriyê ve girêdayî û bûne alî (Mehawir) þiyarbin û dev ji alîtiyê berdin da ku karibin li gor berjewendiyên kurdên Sûriyê têkoþîn û xebatê bikin, û derfetên ku peyda bibin ji dest xwe bernedin, ta ku mafên gelê kurd yên rewa di Sûriyêke demokrat, piralî, perlemanî, fedral de bisepînin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark