Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di ragehandinê de perwerdekirina zarokan

 


Evîn Şikakî
 
Malbat çawe zarokên xwe perwerde dikin?
Gelo rola kê di perwerdekirina zarokan de piştî malbatê heye?
Eger ragehandin taybet tilfiziyon/TV yek ji alavên herî bi bandor bin di jiyana zarokan de, programên têne weşandin li gor temenê wan e yan na?
Zarok di tilfiziyonê/TV de  li çi tamaşe dike?


Çima dayik rê didin zarokan bi tena serê xwe li tilfiziyonê/TV tamaşe bikin?
Perwerdekirina zarokan xem û xeyala her malbatekê ye, di heman demê de xewna her civakeke pêşketî, ji ber zarok xwedî pêdiviyên civakî, derûnî û laşî ne, herwiha pêwîstiya wan bi zaniyarî û agahiyên rast li ser gerdûn û sirûştê hene û ji ber ku di vê serdema me ya niha de, êdî perwerdkirina zarokan ji aliyê malbatê ve her ku diçe kêm dibe û guhdana zarokan bi alavên ragehandinê mîna tilfiziyon, Vîdiyo, lîstikên Kompiyûterê rojname, rêklam û Intrnetê heye. Pêwîst e programên taybet li ser bingehên zanistî, derûnî û perwerdeyî ji zarokan re werin pêkanîn.
Dîtina zarokan ji Tilfizyonê re du metirsiyên herî mezin bi xwe re tîne, yek ji wan ew e piraniya zarokan dema dayika wan ne amade be li gel wan li pirogramên ku ji mezinan re hatine pêkanîn tamaşe dikin û dema zarok bi tena serê xwe tilfizyonê temaşe dike bandora wê bihitir e ku kesên din li gel bin, ji ber ku her berhemek bandora xwe li ser wê zarokê heye.
Ji aliyekê din ve mana zarokan heta derengiya şevê û rûniştina wî demeke dirêj li pêşiya tilvizyonê bêyî ku hest bi demê û giringiya wê bike, metirsiya herî mezin e ew yeke bandorê li ser erkê wî yê xwendinê û dibistanê dike, êdî nema dikare waneyên xwe binvîsîne û bixwîne, ji bilî têkçûna tendirûstiya wî ji rûniştina demên dirêj, têkçûna asta nerîna çavên wî, pişta wî û damarên wî yên mejî.
Ya herî metirsîdar jî giraniya laşê wî ji pirbûna xwarinên cor bicor yên ku di dema li tilfiziyonê tamaşe dike û dixwe, herwiha ji aliyeke din ve zarok dûrî tevgera xwe dibin, dûrî werziş û lîstikê dibin.
Mana zarokan bi demjmêrên dirêj bandora xwe ya xirab li ser derûnî û saykolojiya wan nemaze tirsa ku li cem çêdike dema ku wan (li) filêm tirs tê de hene temaşe dike, nemaze ku zarok temenê wan piçûk in û her tiştî dibînin di baweriya wan de ku rasteqîn in.
Ji ber vê yekê pêwîst e dê û bav pihtir nêzîkî zarokên xwe bibin, çavdêriya wan berhemên ku zarokên wan guhdanê pê dikin û bişopînin, ji ber ku zarok li gor temên xwe nikare berhemên baş û nebaş destnîşan bike. Zarok berhemên jiyana mirovan in, lewma pêwîst e guhdaneke giştî bi  wan werin kirin daku(da ku), civakeke saxlem û pêşketî ava bikin.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark