Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinên Pêşiya -2

 


Amedekar: Paşa Amedî
 
Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel derkeve  holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev  ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî


1.      Bêhna bava tê ji apa, bêhna dêya tê ji xaltiya
2.      Bêhna Xwedê fireh e
3.      Bi aran xwe pa, bê aran jî got: “Em bê ar in”
4.      Bi bendê xelkê nere avê
5.      Bi du tengasiyê firehî heye
6.      Bi kerê nikarin li kuriyê dixin
7.      Bi xwe xwedî kir, berda canê xwe
8.      Bi zimanê xwe bigre cihê xwe bikire
9.      Bila mirîşka min spî be bila qe hêka neke
10.  Bila ne bi dilê me, be ne bi milê me be
11.  Bîne, bibîne lê derdê hêwiyê nebîne
12.  Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe
13.  Bûk ji sêrgo dewlet ji Xwedê
14.  Çavê bizinê tim li çilo ye
15.  Çiyê mêran jibîr neke
16.  Çûk dibêje: “Goştê min pariyek gunehê min barek”
17.  Derdê hêwiyê giran e, mîna jana dizana ye
18.  Derziya wê bi serî wî re ye
19.  Destê xwesiyê nagîhîje keziyê
20.  Dev ji şîrê germ şewutiye pifê dew dike
21.  Devê pisikê negihîşt parzin, got : “Bira xêra dê û bavê min be”
22.  Di rêya mirov de çi heye wê bibîne
23.  Dijminê xwe bi doskî dikuje
24.  Dîn e lê dînan baqil dike
25.  Dinya etariye çi dipirsî heye
26.  Dinya ji kesekî re namîne
27.  Dinya xweş bûye, însan ne rind bûye
28.  Diriyan bi destê meriva derdixe
29.  Dît nedît bi xwe de rî
30.  Dixwe û narî
31.  Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî
32.  Ê ku fêkiyan dipejrîne tav e
33.  Ewlad guz e torn kakil e
34.  Firî alçax ket
35.  Giyayê hewşê tahl e
36.  Golikê malê ji gayê mezin natirse
37.  Hay haya wî çûye, way waya wî maye
38.  Hê bîna sîra ji dev tê
39.  Hê hesp tune afir çê dike
40.  Her meywe di wexta xwe de xweş e
41.  Herkes bi refê xwe re ye
42.  Heya heriya jin û mêr ji hev nebe hevdu nagre
43.  Hinekên bikin hinekên bixwin
44.  Ho deve, ho deve, milikê min û te her tim biheve
45.  Îşê jina weka îşê mirîşkê ye
46.  Ji bo ku însan hevdu nas bike; tu ya bi cîran bî an bi heval bî
47.  Ji bo nefsê, xwe avêt hepsê
48.  Ji tirsê sûc, ji sûcê ceza çê dibe
49.  Jin malan çê dike û xerab jî dike
50.  Kê kiro kê xwaro
51.  Keran çêkir hespa jî xwar
52.  Keran kir, hespan xwar
53.  Kerê xurt ço bi xwe nake
54.  Kevçî ma bi kodê, mal ma bi hodê
55.  Kî baş e ji xwe re baş e
56.  Kî bûk e ew berbû ye
57.  Kî çiyî bike ji xwe re dike
58.  Kosî hêkan dike, hêkan dixe erdê û dere
59.  Ku hat diyarê, wê were nav malê
60.  Ku şev li pişt be îş çi tişt e
61.  Kuriyeke mirov hebe bar li erdê namîne
62.  Li kerê siwar e li kera xwe digere
63.  Li mala bavê teq û req, mala mêr timû req
64.  Li zarokan bigurijin lê lê mexin
65.  Ma tu serê pisikê yî
66.  Mîna malê bavê xwe bixwe
67.  Mirov bi çekan, can bi eşya, heywan bi goşt xweş e
68.  Mirov bi xûyê heywanê xwe zane
69.  Mirov ku ji yekî hez bike ji kuçikê wî jî hez dike
70.  Mirovan bi pemî serjê dike
71.  Mirovê ku bi nîşanî dibe êleka xwe darda dike
72.  Mirovê xerab weka qîra Şamê ye ji meriv zû jê nabe
73.  Nan dan ber, ço dane ser, nan bidin ber ço bidin ser
74.  Nanê mêr bê mînet e
75.  Ne ji defê re ne ji zirnê re dibe
76.  Neyarê bavan nabe dostê lawan
77.  Nifir bi nivî ye
78.  Nifir di carekî de naqewime
79.  Nigê xwe li koda xwe dixe
80.  Paş stûyê xwe xurand û çû
81.  Pîrê bawernekir mêr bike, dawa heştekê kir
82.  Qe nebe wê Xwedê bidyê
83.  Qey pêlê hêka dike
84.  Rizqê salê bi salê re ye
85.  Roviyê geriyayê ji şêrê veketî çêtir e
86.  Sola goşkar her tim qetiya ye
87.  Tehm bike fehm bike
88.  Ter û hişk bi hev re dişewute
89.  Têr xwar tê hilda
90.  Tir li bin goha ketiye
91.  Tiştê bi nêvî jê neke hêvî
92.  Tiştê çû nede bi dû
93.  Xêran bike lê ne bi malê min
94.  Xwarin keviran nerm dike
95.  Xwedê li çiyê mêze dike berfê dibarîne
96.  Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî
97.  Yê ku nemre wê bibîne
98.  Yên ku malan xera bike bê mal dibe
99.  Zarok mirovan dibe ber deriyê dijmin
100.               Ziman xweş e, lê zik reş e
 
Amedekar: Paşa Amedî-ÇANDNAME
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark