Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Havîneke Kulek

 


Vejîna Kurd

Di çiqina demê de
Havîneke kulek
    Cixareyên azariyê dikişandin
Bazinên şevê
Û gerdenê rojê
    Ji vebrûsandinê şuştin
Û di xwelîdanka temen de
Hawara kêlîkan
Leylanên keysebaz
Li ser lingan dihîştin.


Pir caran
Min tiliyên demê diguvaştin
Û tizbiya bîranînan dikişand
Belkî..
Kenekî windayî biherike
Li memikên demê bibane
Û birînên helbestê bikewîne.
Belkî..
Baraneke bê wext
Bi ser giyanên tî de bibare
Û qermûçekên êşan dûz bike.
Belkî. .
Stêrkeke gerok
Ji berîka kadizê bişimite
Ronahiyê
Di şevên xeydok de peyda bike
Û rûpelên temen
Ji destê qedera xinzî rizgar bike.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark