Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DARA HÊVIYÊ

 


Xizan Þîlan
 
ez ê
bi zimanê pênûs
û helbesta serhildêr
têbikoþim
li ser axa welatê birîndar
tovên dara hêviyê
bireþînim


toz û mija ewrên reþtarî
ji ser bajarên þaristaniyê
rêþkim
kul û kederên sûr a Amedê
bi melhema kevirên sebirê
bikewînim
ez ê
xezeba xwedê
li mîrata pêlên deryayê
bibarînim
bi belxama reþ
tifî rûyê îxanetê bikim
seltenata dagirker û serdestan
ji holê rakim
berê keþtiya Nuh pêxember
ber bi girava serkeftinê ve
bizivirînim
cemeda ser dilê kolanên mêrxasan
bi germa henasa xweþmêran
bihelînim
kaniya kêf û aramiyê
di newalên çiyayê qendîlê re
biherikînim
ez ê
di qefesa sînorên parçebûyî de
ala rizgariyê daçikînim
bejna keç û xortên milîtan
bi cilûbergên þervanan
bixemilînim
li seyrangeha zozanên sêwîmayî
kulîlkên bihara evîndaran
bipiþkivînim
û bi tililîyan
destmala govend û dîlana þadiyê
bihejînim
ez ê
zeviyên hiþk û ziwabûyî
bi xwîdana eniya mezlûman
av bidim
tava berbangên rût
bi kirasê berxwedanê
bipêçim
bi qêrîn û hawara hestên penaber
di guhên zaliman de
deng vedim
bi giyanê pakrewanan
gora tirsê bikolim
hewrikên jiyana bêbext
ji mirina xwe ya bêwext
bidizim
û keskesorê li xwe
bibexþînim
ez ê
li ser tirba cangoriyan
strana ”cîhwarê min çiyan e”
bistirênim
rabirdûyên qirêj binax bikim
û þewqa çira dahatûyan jî
di kefa destê xwe de
veþêrim
zencîra zendê qedera bindestiyê
biþeqînim
perdeya mêjiyên kor
veçirînim
çirûskên agirê hezkirinê
geþ bikim
tîrêjên roja azadiyê
di neynika dilê zîzbûyî de
bibiriqînim
û ez ê
ji dilopên barana çavên kal û pîran
Cîhaneke rengîn û bextewar
di kenê awirên zarokan de
ava bikim
 
2016-02-07
Stockholm 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark