Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çend gotin di pênc saliya koçkirina Seydayê Tîrêj de

 


  Konê Reþ

   Wek ku diyare, tev þîn û þadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê mehê de bû. Ango ev pênc sale ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye.


 Bi vê helkeftinê kêfxweþ dibim ku guhdaran serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav helbestvanên kurdên Binxetê de bikim.
   Wek ku hûn tev dizanin, di dawiya salên 1970î de û destpêka salên 1980î de, piþtî ku kurdên me ji bakur û baþûur sirgûn û miþextî Binxetê bûn, hingê geþbûnek rewþenbîrî û þiyarbûnek zimanhezî, xurtir ji berê, di nav me kurdên Binxetê de peyda bû û serê xwe bi  bilindî rakir..Ta wan salan kêm kesan ji me, navê Seydayê Tîrêj sehkiribû, tevî ku seydayê Tîrêj nivîskarek ji nivîskarên kovara Roja Nû bû, ewa ku li Beyrûtê, ji rex Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan ve dihat weþandin ..Hingê piraniya me, me navê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Feqehê Teyran bihîstibû û naskiribû ..Lê vê paþiyê, bi rêka dengê bihiþtî Mihemed Þêxo û stranên wî yên ji gotinên seydayê Tîrêj wek:
Firyad û sed ax û eman
Ez ketim ber êþ û bela...
An:
Erê þûxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê...

   Em serwxtî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di peyre Zozan û Cûdî..Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiþtiye û bandora wê di civata kurdî de heye:

Ey bilbilê dilþadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..

   Wiha piþtî ku helbestên SeydayêTîrêj bi dengê Mihemed Þêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser þopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eþkere bû..
   Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser þopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn..Ta ku vê paþiyê, nifþekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
   Bi hatina vî nifþê nû re, nexasim ewên ku serwextî wêje û çanda gelên cîran bûn û bi zimanên wan cîranan tûrikê xwe ji rewþenbîriyê dagirtibûn, wan jî bi rengê nûjen helbestên xwe danîn û yên wek Tîrêj, Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Omerê Lalê û Ehmedê Þêx Salih man ji kilasîkên kurdan..Tevî ku hêjî gelek ji xortên me, bi rengê kilasîk di bin bandora Cegerxwîn û Tîrêj û yên mayîn de helbestên xwe dihunin..Hem jî wek ku diyare her u her wê cûdahî di navbera kilasîk û nûjen de hebe..Bele her seydayê Tîrêj dimîne xwediyê bandoreke cîgirtî di nav xort û keçan de..
Bi vê helkeftina pênc salî ji koçkirina Seydayê Tîrêj em bihuþta rengîn wek mal jêre dixwazin û bele serê malbata wî, gelê kurd û evîndarê wî sax be.

Konê Reþ   /  Qamiþlo  23/03/2007 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark