Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: bihara beravêtî

 


Kamran simo Hedilî

di tariya xayîn de
roj xesandin
pelên azadiyê weşandin
li şazdehê adarê
goristanên Mediya
giriyandin
ji kelha sitemê
melkemotên jehrê 
şiyandin


di tariya xayîn de
roj xesandin
min jan û kovanên
kolanên bihara beravêtî
kişandin
di henasa xwe de
qêrîn û girî girtin
bi lehiyên vereşandina jehrê
di qolincên bajarê bêmecal de
Helebçe kuştin
di tariya xayin de
roj xesandin
axînên Helebce
di çolbeyarên giyanên xwe de
herikîne bêdumahiya dilê min
werin netirsin
sêwiyên paşmayên Medan
di cîhanê de
hûn bi cih nebûn
cîhan nikare we veşêre
werin
di mêjiyê min de
xwe veşêrin
werin destên min bigirin
em cîhana xwe
biafirînin
bi çavên êşê
bi axîn û girî
bi agir û hilma tirsê
li min nenêrin
hêstirên we
kaniyên çavên min
ziwa dikin
ser xwe rakin
baskên xwe vekirine
stêrên jînê
rabin
li dilê min siwar bin
binêrin
bayê jînê
hate Helebçe
tirsa leşkerê Med
kelha sitemê hejand
bircên Tikirîtî hilweşandin
bi hilma mizgîniyê werin
werin bikevin dilê min
pênc roj mane
bibe cejn  li welatê me
em cilên xwe yên
rengerengo li xwe kin
li kuç û kolanên
leyîstik lê mirin
agirê cejnê pêxin
kom bi kom
govendê bigerînin
rabin werin
werin bikevin mêjiyê min
di mêjiyê min de
bijîn werin
16.03.2005

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark