Ez ne serok û ne paþe me Û nejî werzîr û mele me Ez keçek Kurd, evîndara welatê xwe me
* Ez ne beg û ne axe me Û nejî xwedî zevî û fabrîke me Ez keçek Kurd, þervana welatê xwe û gerîle me * Ez ne xwedî milk û seremaye me Û nejî bazirganê tiþtên qedexe me Û nejî xwûnmij û stemkar û çete me Ez keçek Kurd, evîndarê Kurdistan û pêþmerge me * Derdê min lo delal, ne mêr û pere ne Derd û kêþa min serfiraziya xwediyê min û tene Û hemû Kurdên bindest û tevê ez û tene Bawerke heval, jiyana bê azadî derew û fen e Dijmin dixwaze wisa ji xwe re bi me biken e * Ez ne serok û ne paþe me Û nejî werzîr û mele me Ez keçek Kurd xwende û zane me Li hemû qadan, ez bi çek û pênûsê xwe amede me Û serfiraz û azadim di axa xwe de Ger tu jî wek min, xwedî wisa derd e Ez ji niha de, par û evîndara te me .. te me.