Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Pênûsa zivistaneke bê Baran

 



Ronî ELÎ
 
Pênûsa min
Ji bilî navê te
Ti tîp ezber nekirine
Û ji bilî hêviyên li ber destan


Ti hêvî
Terxan nekiriye
De ....... lèxe gewriya lal
Li kevanê vejîna mirinê
Û min
Li ber dadgeha evînê
Tewan bar neke
 
Pênûsa min
Di heyamên aþopî de
Tenê tîrêjên Çavên te
Diþopîne
Û di nav pêlên aware de
Xew bi tîna sînga te
Hino .. Hino
Germtir dike
Da nekeve ... Nevemire
Û di bejna evîna te de
Temen dirêj û jîndar bimîne
 
Pênûsa min
Bi listikên te
Li ser kovana dilê têkçûyî
Dîn û hartir dibe
Lê ..
Ji bilî diwêta xuþewîstiyê
Ti xêzan
Di govdeyê bîranînan de
Rêz û serast nake
Çimkî
Bê çav ji te hezdikir
 
Pênûsa min
Sînorê rûmetê
Derbas kiriye
Li hember keziyên Biharê
Ku di çavên te de
Hinavên min geþ dikin
De lêxe û her lêxe
Di qurmê hebûna min de
Ta nalîna welatekî beravêtî
Di giyanê bextreþiyê de
Kuzota sînga te hembêz ke
 
Pênûsa min
Tenê xameke bê deng
Bê zimane
Ne karwnê dildaran Li
Bihiþta þeydê dicivîne
Ne jî welatekî
Bi çivîk û çîçekan dixemlîne
Hew di deþta sawiran de
Zimanekî kostek kirî
Hestên penaber
Dikelîne û dilerizîne
 
30-10-2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark