Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

DAXUYANÎYA HELEBÇE

 


  Þerafettîn Elçî

Piþtî tevkujîya girseyî ya Hîroþîma û Nagasakî, tevkujiya girseyî ya mezintirîna Kurdan  Tevkujîya Helebçe ye û þopên wê yên kûr hê jî di nêv gelê Kurd de tesîra xwe didomînin.


Ev tevkujîyên bi vî awayî ti caran ti xêr ji bo yên ev pêkanîyîn  neanîne û ti encamek qenc neafirandîne. Lêbelê; di dijê vê de van felaketên mezin ên bi vî awayî di dawîyê de rizgarîya civatên bi van felaketan re rû bi rû bûyîn  anîye. Ev yeka he îro bi avabûna Herêma Kurdistana Federe jî hatiye îsbat kirin.
Dîsa hatîye îsbat kirin ko, ev tevkujiyên mezin ên bi vî awayî, ji herkesî bêhtir yên van tevkujîyan dikin bi encamên tirsenak re rû bi rû dihêle ko ev yek di têkçûn û dawîya dramatîk ya Sedam de carek dî hat dîtin. Em hêvî dikin ko, ev tevkujîyên bi vî awayî ji bo insanîyetê bibin dersek ya ibretê. Hemû cesareta canîyên holê biþkîne ko careke dî ranehêjin tevgerên bi vî awayî.
Bi vê munasebetê em li hember bîranîna yên di Tevkujîya Helebçe de jîyana xwe wenda kirîn bi rêzdarî xwe ditewînin.
Bila serê Gelê Kurd sax be!   

Þerafettîn Elçî
Serokê Giþkî yê
Partîya Demokrasîya  Beþdar    

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark