Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 40 dawî.. Kurdistan berî her tiştî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Dirûngiya azadiyê:
 Mirov kolonîbûyî be, bê guman xişmek e, lê xişma gewre ew e, ku ew xwe   azad binas e, û nerîn û helwestên xwe li gor vê yekê birêse.
Bi rastî min beşekî temenê xwe di arewa dirûngiya azadiyê de têper kir, lê ji el salan de, û di sîbera nîrine diramatîk de, hin karmendên rêjîma sûrî ya dagîrker ez nêirandim, ne ji bo ku min tiştek diziye, an jî min daye ser mafên hinekan, na ne wusa, belê tenê ji ber ku ez Kurd im, li gel min têkildar bûn, wek awa li gel sewalan, bi qirbacan li bin piyan û li rûwê min dan, tenê ji ber gotineke mêranî. Kurd e û bi mêranî gotina xwe bêje?! Ev yeka hemî zagonên kolonîkariyê bin pê dike. A naka ew lêdan û qirbacan bi min xweş û pîroz in, ne ji wan bûya, ezê  naka di wê dirûngiya mezin de bama; dirûngiya azadiyê.

Carekê helbestvanê îlî PabloNeruda gotibû: 
 „Li wê dera han, di wê ronahiya matî de.
Hevbendiya min li gel zemînê bi dawî hat([1]).
Min jî li ba êşa ji wan qirbacan hevbendiya xwe li gel dirûngiya azadiyê bi dawî hanî, û min dest bi lêgerîna kurdistanî kir, gera min dirêj û dijwar bû, bi wê gerê re min dît, ku pirsa dirûngiya azadiyê ne tekekesî ye, belê pirsa miletekî ye ji 25 sedsalan de di zîndaneke mezin de, ku navê wê „Kurdistan“e zîndankirî ye, di bin lêdanê de ye, rûmeta wî tê erzankirin, û kesayetiya wî tê pîskirin, ji nasnameya xwe tê hilkirin, ji xweyîtiya xwe havî dibe, li bazarên herêmî û navdewletî tê kirîn û firotin.
Kînga dê êş berhem bidin?
Zanyarê Siwêsra yê navdar Carl Gustav Jung dibêje: „pir kes he ne, li dervayî gewdeyên xwe dijîn, wek nepeniyan di ser zemînê re dibûrin[2].
Şûna daxê ye, ku ev gotin layiqî gelek kesên Kurd in, em pergaleke dîrokî ya awarte dijîn, ji hêla reseniyê de em ji cînarên xwe Faris û Ermen û Turk û Ereban ne nizimtir in, ewana dewletên xwe yên netewî ava kirin, şûnên xwe di nexşeya cîhanê de girtin, û em jî va ne, wek nepeniyan li dervayî hebûna xwe ya netewî dijîn, welatê me bi tevayî dagîrkirî ye, derî ji talakeran re vekirî ye, kînga bixwazin, me talan dikin, malên me didizin, jinên me dîl dikin, rûmeta me dişkênin, zarok û kalemêrên me mişextî dikin, me ji wargehên me surgun dikin, me enfal dikin. Ma em naka van rastiyên tehl li Şengalê û Kobanê najînin?!
Dîrokzanê Emerîkî William Durant ji bo serdema împertorê Romayê Augustus dibêje: „Teragîde û bazdanên Augustus hema hema bi tevayî ji hundir mala wî de ne“([3]). Ma ne pergala me jî wusa ye? Ma piraniya alozî û bazdanên me ne bi sedema hundirê mala me ya kurdistanî ne? Hişyariya me ya netewî ji ber kêmasiya sawdar dinale, dabeşbûnên me bê dawî ne, û nakokiyên navxweyî şermezarîne, em ji bo hev du wek guran e, û li hember dagîrkerên du rû û dirinde xulmaş in. Gelo, ma ne ev tevdîran, sedema herî metirsîdar e, ku dihêle em di hundir welatê xwe de zîndankirî bimînin? Ma em bi vê pergala şermezar diyariyan li pey hev nadin dagîrkeran? Ma em bi hemî xişmên, ku bi ser gelê me de tên, ne hevparên wan dagîrkeran in?.
Gelo, dem nehatiye, ku êşên me berhemê bidin?“([4]) Wek ku helbestvanê Nêmsayê Renê Rilke dibêje. Gelo, dem nehatiyê ku em ji êşên xwe, yên li pey hev, hîn bibin? Ma dem nehatiyê, ku em êşên xwe bi zanînê biguherin, û vê pergala dîrokî ya awarte serast bikin? Ma dem nehatiyê, ku em şûna xwe di bin hetava dîrokê de vegerînin, û li welatê xwe azad, ne wek koleyan, bijîn?.
Kurdistan berî her tiştî:
Xoriyê fernsî Bernard de Cluny di helbestekê de dibêje:
Ez tiştekî nizan im, ez tiştekî nizanim.
Li divê em roniya gewre bipelînin“([5]).
Belê.. Divê em Kurd roniya gewre bipelînin, divê em berî her tiştî xweyîtiya xwe ya kurdistanî bipelînin, dagîrker ne tenê welatê me didizin, belê bi ser de  her roj mirovatiya me jî didizin. ima em di hundir welatê xwe de ne azad in? ima em di hundir welatê xwe de ne serdarên biryara xwe ne? im em ber bi zîndanan de tên ajotin? Ma wateya vê yekê ne ew e, ku roja me kurdewariya xwe wenda kir, me mirovatiya xwe jî da ser?
Ey gelê me, li rojhilat û rojava, li bakur û başûr!
Dirûngiya azadiyê teradîgiyeke divê bi dawî bibe, reva ji xweyîtiya netewî teradîgiyeke divê bi dawî bibe. Razana di hembêza hêviyên xweşik de teradîgiyeke divê bi dawî bibe, em di rojhilata navîn ya, ku paşvemanan û dirindeyan dest dan ser, de dijîn, û hin kesên, ku têgeh û nirxên serdemên naverast derbas nekirine, me kolonîr dikin, û va ne paşvemayîtir û dirindetirên wan têgeh û nirxan vedijînin. Gelo, dirûngî û xewnan, li hember vê dirindiyê, sûd he ye? Bazdana ji xweyîtiyê sûd he ye? Felsefeyên Yotuba sûd he ye? Parskirinê û merşên hevpariyê û biratiyê sûd he ne?
Gautama Budha dibêje “
Mirovê, ku ji dêvla zeytê, avê bixe ireya xwe.
Tariya derdora xwe tune nake.
Em hewcedarên roniyê ne, da dunyayê bibînin“([6]).
Ey gelê me li rojhila û rojava, li bakur û başûr!
Ji ber ku em ireyên xwe bi dirûngiyan û yotuban û ezeziyan û dabeşkirinan dadigirin, em dê ji dunyaya tariyê dernekevin, em dê di welatê xwe bê rûmet bimînin, mirovatiya me dê ji me   were istandin, hebûna me ya netewî dê her bi gefan re rû bi rû bibe. Divê pêşî em ireyên xwe bi zanînê û paşê jî bi baweriya niştimanî, û yekîtiyê û hêza parêzer dagirin, divê em mêldariya xweyîtiya kurdistanî; ya niştimanê dagîkirî (Kurdistan), ya pirojeya mezintir (rizgarkirina Kurdistanê) di kûrahiya hişyariya xwe de bi cih bikin, wê hîngê dîwarên tariyan dê di bin piyên me de hilweş in, û emê mirovatiya xwe vegerînin.
Lamartîn; helbestvanê Feransî dibêje:
Wek wan perendeyan,
hêzek min ber bi berbangê de dikşîne“([7]).
Wusa em Kurd jî divê bi hêz ber bi Kurdistanê de bên kêşan, wek ku pêşiyên me ber bi tîrêjên Yezdanê payebilind de hatin kêşan, divê Kurdistan bawerî û qublegaha me be, divê rizgarkirina Kurdistanê pirojeya hebûna me ya yekemîn û girigtirîn be. Divê Kurdistan her tim di pêş kes û êl û partî û ol û rêbazan de be.
Divê pirojeya me ya mezintirt eva be: " Kurdistan her tiştî".
Divê şahiya me ya mezintir eva be:" Kurdistan her tiştî".
                    Û i dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.


[1] Îsehfoz: Şuera El-Qern El-Îşrîn, rû 117.
[2] Carl Gustav Jung: Dewr El-KLaşûr û me-ina îlm El-Nefs Lîl-Însan El-Hedîs, rû 19.
[3] William Durant: Qîsset El-Hedare, 10/42.
[4] Îsam Mehfoz: Jêdera navborî, rû 293.
[5] Jozaya Ruweys: 1/142.
[6] Elî Zey-or: El-Felsefat El-Hindiyye, rû 205.
[7]Lamartine: Muxtarat mîn kîtab rîhle îla El-Şerq, rû 20.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark