Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Menal «Alan»o menal

 



Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Alanê min
!
Razana li qiraxa bêbextiyê
pir li te xweþ dihat
Herdû  destên te þepolên
derya ya bê merwet  ditîtin
bask û perîk
cendikê te…

giyanê xwe di ferebûna deryayê de
hizir dikir û çavên te mezinbûna xewneyan
di nexþe ya mezinbûna xapên deryayê de
bi deng û reng dikirin
lê te nedizanî kû pîlanên mirinê
ji hemî þepolan bihêztirin
Erê "Xalib"
Tîrêjên girnijîna çav û lêvên te
Tovê aramiyê di dilsariya
"Dê û bavê" we de diçandin
Rîhana narvîn nenas!
Pêlanên keysbaziyê daxwazên te
erezoyên te daqurtandin û
mîna dergûþê ji "Alan" re û
landikê ji "Xalib" re nîþandan
Lewra te xwe didît periya derya yê û
te ji bîr kir kû ew tiliyên "þahê mirinê" bûn
dergûþ û landik di hejandin.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark