Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 30.. Pirsa ol li Kurdistanê ji berê de

 


Dr. Ehmed Xelîl
 Werger: Heyder Omer

Çi ol be, bila bibe, beşekî giring yê çanda milet e, û gava êkologî û çanda milet li gel hev hukariyê dikin, û hizra ber firehkirinê diberhemînin, û ew awayê hizrê polîtîkên kolonyalî diberhemîne, pê re ol ji bo wan polîtîkan dibe sîbera êdyologî, û di çarçewa wî de zagonên piştgiriya wan polîtîkên kolonyalî dikin, tên wergirtin, û behane ji bo encamên wan polîtîkan têne diyarkirin.

Oldarê olekê ne tenê pêdiviyên wê (nimêj, rojî, hec ….) û ne jî tenê têgehên wê (bawerî, nebawerî, rewayî, nerewayî…) cîbecî dike, belê bi ser de di çarçewa çand û hizra, ku ew ol berhemandiye de tevdigere, û her nakokiyeke olî di kûrahiya xwe de nakokiyeke çandî û polîtîkî ye, bi armanca, ku ji her aliyên aborî û cîgeh (ciyopolîtîk) de dest bide ser erdnîgariyê. Ev rastiyeke bi dehan nîşanên dîrokî he ne wê diçespînin, pê re jî divê pirsa ol li Kurdistanê li ber ronahiya vê rastiyê were lêkolînkirin.
Rehên pirsa ol li Kurdistanê:
Berî derdora 25 sedsalan, Ezdayî (bi ser xweda Yezdan/Ezda ve ye) ola niştimanî kurdî bû, ji bermayên wê (Zeredeştî, Eyzîdî, Yarsanî bi her du şaxên xwe Kakayî û Elewî) tê diyarkirin, ku ew, ji hêla felsefeya heyînî û zagonan û danûstandinan û têrrwanîna cîhana din de, oleke hevtewaw bû, ne yekek êdologî dagîrî kolonyalî bû.
Ezdayî, du caran hate pîskirin û kavilkirin:
Yekemcar di dema Zeredeştiyê de: Berî gêrbûna şahnişîna Med bi destên Farisan sala (550b.z), Ezdayî ola civaka Med bû, û oldarê Ezdayî bi navê Mag (Mog) dihate navandin, ev nav bi ser êla Magî ya Med ve ye, ya ku kar û barên olî di dest wê de bûn. Dîrokzanên Yonanê ev nav bi awayê (Magos) li qelem didan, û bi awayê (Mecûs) jî derbas nav kelepora erebî bû(1).
Gava pêximberê Med Zeredeşt ola xwe ragihand, û Med li hember wî rabûn, ewî xwe avête bextê qeralê Farisan Keştasp (Key yeştap), yê ku ola wî bi bawer kir, pê re jî Farisan ola Zeredeşt ji xwe re kirin êdologî û pê li dij qeralê Med ê dawî (Az hi Dehak) şer kirin. Ne dûr e, ku ev nav bi awayê (Aza hê Dehak) bi wateya (Dehakê azad) be, an jî bi awayê (Ezd Dehak), ango (Dehakê Ezdaî/xwedayî) be, û Hêrodot jî navê wî bi awayê (Astyages) li qelem daye. Farisan, bi piropaganda pîskirinê, ev nav ji awayê wî xistin awayê (Ejdeha), û rengdêrên qerêj bi ser ve kirin, û digel wan rengdêrên qerêj xistin nav kelepora Rojhilatê. (Biner: Şahnameya helbestvanê Farisan El-Fîrdewsî)(2).
Faris bi tundî li dij ola Ezdayî rabûn, û rengdêrên qerêj bi bawermendên ve kirin. Pêşewayê Med Gomata (Gawmata) li hember wan rabû, û sala (522b.z) qeralê wan Qembîzê duwem gêr kir, û 7 mehan jî destlat xiste destên xwe, û hewl da, ku Zeredeştiyê ji holê rake, û Ezdayîyê vegerîne. Gava William Durant li ser Gomatan dipeyive, dibêje ku „Oldarekî ayîna Mecûs a kevin î tund bû, hewl dida.ku Zeredeştetiyê ji holê rake“(3). Gomata ferman dabû, ku perestgehên Zeredeştiyê hilweşînin. Piştî ku Gomata hate kuştin, Darayê Yekem dibêje: „Perestgehên, ku Gomata hilweşandin, min careke dî wek berê çê kirin“(4).
Weha diyar dibe, ku nakokiya navbera Farisan û Medan çandî û polîtîkî bû, û serketina Zeredeştiyê li hember Ezdahiyê wateya serketina pirojeya netewî Farisî li dij pirojeya netewî Medî hil digire, û banga Ezdahiyê wateya vêjandina şahnişîna Med hil digire, Farisan jî, li gor tembiya Qembîz berî mirinê sala (522b.z) ev yeke nedipejirandin. Qembîz di tembiya xwe de dibêje: „Fermana min ew e, ku hû nehêlin Medî destlatê vegerînin,…Eger we fermana min bi cih anî, Ez duayan li we dikim, ku zemîn xêr û bêra xwe bide we, û hûn bibin xwedî zarok, û keriyên we pir bibin, û hûn her û her azad bin. Lê ku hûn ji bo vegerandina destlatê têk çûn, û we careke din hewl neda, ku hûn vegerînin, laneta min li web e“(5).
Farisan zorkarî bi Ezdayina kirin, û Mog jî neçar bûn, ku di sazûmana Zeredeştiyê de kar bikin, û piraniya Kurdên bajaran neçar bûn ku bi Zeredeştiyê bawer bikin, û piraniya êlên Kurd li başûrê Kurdistanê (Îran û Îraqê wan dagîr dikin) li ser Ezdahiya bi awayê (Kakayî û Elewî =Alawî =Alavî = Gelê êgir) man, û hinek Kurdên li naverast û bakur û rojavayê Kurdistanê, ku (Îran, Îraq, Turkiyê û Sûriya wan dagîr dikin) li ser Yezdaniyê bi awayê (Ezdahî) man.
Rastî ew e, ku Kurdên Alawî (zaza/dimilî) li bakurê Kurdistanê ji deverên Amedan (Hemedan) û Kermanşah in, sala (218 k / 833 z) li hember dewleta Ebasî rabûn, ewana bi navê (Xoramî/Horamî) ango (Tavî, şemsanî) dihatin naskirin, ji ber ku (Xor, Hor, Sor) di zimanê kurdî de navên tavê ne; ( şopa wan navan di navên Xorem Abad û Holêr, Hewlêr = welatê xweda Tav / şems de ma ye), Lê şoreşa wan li hember dewleta Ebasî bi ser neket, ji bilî jinan û zarokan sed hezar ji wan hatin kuştin, û yên mane xwe avêtin bextê dewleta Romê, ku qeralê Rom Thêophîle ewana li bakurê Kurdistanê bi cih kirin(6).
Cara duwem, di dema îslamê de: Bi encama zordestiya Farisan, Kurd bê lêvegera olî û niştimanî tevayî gîhan sedsala (7ê z, serdema talanên îslamî), û gava Erebên misilman dan ser Kurdistanê, navê (mecûs) bi ser Ezdahiyan û Zeredeştiyan ve kirin, û ewana li ser olên wan, wek xiristiyan û cuhûyan, hêştin, lê divê baceyê bidin, û destlata dewletê bipejirînin, û zemawenda kesê misilman ji jinên Mecûsan û xwarina wan nerewa kirin, û hincaran jî wek ku xwedê nenas in li gel wan têkildar bûn. Bi encama polîtîkên zorkariyê û pişaftinê piraniya Kurdan bûn bawermendên ola îslamê.
Belê… anda kurdî pêrgî piskirinê û hilweşandinê hat, bi ser de jî hinek Kurdên, ku bûn misilman, û cihên bilind di dewleta îslamê de bi dest xistin,  zorkarî li Kurdên ne misilman kirin, El-Fedil Bin Yehya El-Bermekî yekek ji wan e; Harûn El-Reşîd ew kiribû hukumdarê Kurdistanê û welatê Faris û Xurasanê, ewî jî ola îslamê, hem bi xweşî û hem bi zorê, li wan deveran belav kir, û hewl da, ku Nûbiharê, ku perestgeha zeredeştî ya mezin bû li bajarê Belx, ku bavpîrên wî berî îslamê çavdêrên wê bûn, hilweşîne, lê ji ber ku gelekî mezin û dupat hatibû avakirin, nikanî hilweşanda, rabû hêlekê wê hilweşand û mizgeftek li wê şûnê ava kir(7).
Her weha Kurd pêrgî genîtirîn awayên pîskirinê u iblîskirinê hatin, û hinek şirovekarên Qur-anê, û hinek hewalkarên hedîsên (gotinên) pêximberê îslamê û her weha hinek dîrokzan û wêjevanan hewalên susret hewal dan, ku Kurd ji bineweçeya pêriyên xweda nenas û kolejinên du rû ne (munafiq), û rê nenas û diz û keleş in, û hemiyan jî, bê şerm û fedî, ev hewalên bê bingeh û çêkirî ji nifşekê ta yê din gerandin, me gelek nimûneyên wan hewalan di pirtûka xwe bi zimanê erebî (Wêneyê Kurd di jêderên kelepora îslamî de) diyar kirin.
Kurdên Sune û yên Şîe jî bavpîrên xwe yên Ezdahî xweda nenas (kafir) dijmêrin, û wan kesên ku zorkarî li bavpîrên wan kirine, dapîrên wan dîl girtine jî xweda nasên bê hempa dijmêrin, û welatê wan jî di çavên wan de ne pîroz e. Wek nimûne; tembiya Şêrko birayê Selahedînê Eyyûbî, ew bû, ku gava mir, termê wî li bajarê Medînê, were bin ax kirin, ne li gundê Ecdanekan, şûnwarê bavpîrên wî li başûrê Kurdistanê.
Zimanê Kurdî jî nema ewqas giring e, û navên kurdî ne ewqas jêhezkirî ne, û piraniya entilcênsiya Kurd bi karmendiya ji bo şahnişînên, ku bi navê îslamê hukumdar in, mijûl dibin, û bi sedan rewşenbîran karmendiya çandên farisî û erebî û turkî kirin, û hejmara yên karmendiya çanda kurdî kirine, bîstan derbas nakin.
Bi kurtahî mirov dikane bibêje, ku çanda me ya niştimanî, di serdemên Zeredeştiyê û Îslamê de, pêrgî hilweşandinê û kavilkirina hat, û hişyariya netewî,li ba piraniya Kurd, bi awayê metirsî hate guhertin, Farisan qeral Ez hê Dehak, bervedêrê şahnişîna Med, di bîriya me de guhertin û kirin Ejdeha yê zorkar û dirinde, û em jî di şahî û ahengên Newrozê de, ji dêvla wî bipesinin, lanetan li wî dibarînin, û Kurdên misilman jî Kurdên ezdahî xweda nenas dijmêrin, ne jinan didin wan, û ne jî keçên wan ji xortên xwe re tînin, bi ser de jî hin Kurdên misilman, bi kuştina Ezdahiyan, xwe ji xweda ve nêzîk kirin, û bi nerîna wan Yarsanî (Kakayî û Alawî) ji Ezdahiyan ne cuda ne. Gelo, xişm û bêtarin ji van girantir he ne?!.
                                 Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                          *****             ***         *****
Jêder û çavkanî:
(1)     Deyakonov: Mîdya, rû 143, 146, 383. Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 80.
(2)     El-Fîrdewsî: El-Şahname, rû 15-17.
(3)     Williamn Durant: Qîsset El-Hedare: 2/406.
(4)     Deyakonov: Jêdera nevborî, 198, 401.
(5)     Hêrodot: Jêdera navborî, rû 249.
(6)     El-Teberî: Tarîx El-Teberî, 4/59. Îbin El-Esîr: El-Kamê fî El-Tarîx 6/38.
(7)     Selah El-Dîn El-Sefedî: El-Wafî Bilwefeyat, 24/50-51. Îbin Xellîkan: Wefeyat El-Eiyan 4/29.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark