Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Xelata rojnamegerîyê a sala 2015 giha nivîskar CanKurd

 


Îsal Hevbenda nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriya xelata rojnamegeriyê da nivîskar CanKurd. Hêjayî gotinê ye, ku nivîskar CanKurd ji mêj ve wek nivîskar û rojnamevan di meydana cand û toreya kurdî navekî xuyaye û keda wî belûye.
Li xwarê nameya Hevbendê ligel xelatê, a ku endamê me Înayet Dîko li bajarê Bonê li Elmaniya, ew gihan CanKurd.
Nameya Hevbendê:
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) serbilind û bextiyare, ku xelata vê salê a rojnamegeriya kurdî diyarî mirovekî mîna te dikî.

CanKurd wekû nivîskar û rojnamenûs navekî di esmanê çanda kurdî de, di rojavayî Kurdistanê de pir bi nav û denge. Keda wî di warê nivîsandinê de, û dane wî a bê sînor cihê þanaziyê ye.
Navê CanKurd di hemî meydanên toreyê de, çi lêkolîn, gotar, helbest, folklor, wergerandin, û bi herdû zimanan, kurdî û erebî, navekî berbiçav e!
Di dîroka nû de, eger mirov çêla tore û çanda kurdî li rojavayî Kurdistanê bike, bêguman wê navê wî ji ên pêþî be.
Pîroz be li te xelata rojnamegerîyê, tu hinkûfê wê ye.
Rêz û silav ji komîta xelatê a (HNRKS)
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
22.04.2015
------------------------------------------------------------------------------------------
- Hêjayî gotinê ye ku afirandina forma vê xelatê ji aliyê endamê Hevbendê " Inayet Dîko " ve hatiye amedekirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark