Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Girź Koz….. „komkujiye ežīre Dasikan“

 


Amer Çelik

-Sedemên vê gotarê!...
Me berî du-sê salan di gotar xwe de ya bi nave Qelaçê Dasikan de behsa vê komkujiyê (Girê Koz)kirbû. Dobarkirine vê komkujiyê jî, ewe  ku em gihîjtine hinek agehdariyê , kevine nu. Ev agehdarî jî we hane; ku   ežîre Ereban ya ku di vê kumkujiyê  bihovîtî baždar bûbû, her ew ežîre ku di  fermane Žingalê ya 72an de ew fermane ku Wehbî Paže(Ferîq Pža) di ala 1893 de anîbû ser Žingalê. Lê ya here zor û djwar baždar bûne vê ežîre Ereb di fermane dawî ya sala 2014 de.


Li gor çavkaniyên Êzidiyên Žingalê ku hovîtiye ežîre Hiwêca û Mitêwta ji bo wan kirine ne kêmî Daîžiyan bûye. Bi rastî di çapemeniye diniyayê de jî  hate gotin ku  heta roja îro jî   ežîre Hiwêca û Mitêwta hevalbendên Daîž  in.
Di dawiya çerxa nozdehan(19z) de Dûdo serkêê eîrê bû(ežîre Dasikan), di destpêka çerxê bîstan(20z) aloziyek dikeve navbera kurdan xwe bi xwe, kurdên Êzidî û kurdên Misilman, eîreke kurdên Misilman yên ku di bin darê axatiya malbata Çelebî de ne, jineke Êzidî dibin ji ber sedemên vê yekê êek, alozîyek dikeve navbera eîrên kudên Misilman û eîra kurdên Êzidî bi teybat eîra Dasikan. Her weha Mîr Ismail Çol beg di pirtoka xwe de vê aloziyê tîne ziman.Ismail beg dibêja ku ew di sala 1900 de bûye mêvanê Dûdo axa, axayê eîra Dasikiyan li qelaçê Dasikan. Her weha dibêja ku wî ew alozî di navbera wan de vemirandiye, ew li hev anîne.
Di destpêka çerxa bîstan de Dûdo serkêiya eîrê sipartiya biraziyê xwe emdîn
kurê Çolî. Di sala 1908 an de erek di navbera Dasikan ku çend mirovên eîra
Behnimî,Kîwexî û ji aliyê din jî lekerê Osmaniya tevî çend eîrên kurdên
Misilman wek eîra Salihan, Dorikan û Domanan hatina qelaçê Dasikan ser
eîra Dasikiya, er li Mitwênê di guhra newala girê zeha de dijawr bûye. 19
mirov ji eîra Dasikiyan tên kujtin, mêr jin, zarok destbirakê serkêê eîrê ji
êîra Behnimiya Abuzêd Mirad ê, Hebsun Mihê ji eira Kîwexî ye ku hevalbend
pitgirtiye Dasikan kiribûn jî herdu têne kujtin. Gelo egerê vî erî çi bûn ?. Dibêjin ku ivan li koçeriya pez de bihev dikevin û ivanek ji eîra Salihan tê kujtin, Salihî
jî eskerê Osmanî û eîra Dorikan û Domanan bi xwe re tînin û têne ser
Dasikiyan.“ Mixabin ku wê demê de erê navxweyî yê eîrên kurdan bûbû erê
rojane.Pitî erê Mitwênê rêya çiya ji bo Osmaniyan vedibe û her çend mihan
têne ser Êzidiyan êdî çarenûsa qelaçvaniya dikeve warê tirs û wêrankirinê.
Di sala 1913-1914an de bi fermana Sultanî ji Anqerê fermana qirkirine eîra
Dasikan ji textê sultaniyê derdikeve. Sedemên vê yekê jî ew bû ku Dasikiyan
karwanê Osmaniyan biribûn,(posta elehandibûn).Lê sedemên herî girîng ewbû ku Êzidiyan(Êla Çêlkan-Dasikan) Xirstiyan-Ermenî di Qelaçê Dasikan û çiyayê Bagokê  de parastibûn û ew ji fermanê rizgar kiribûn. Bi rastî sedemê vê yekê di gelek cihên Êzidiyan de, Êzidî hatine qirkirin.
Dasikî zû bi wê fermanê agehdar dibin berî ku lekerê Osmanî bigeha herêma wan ew bar dikin. Êdî eîra Dasikan qelaç berdidin bi mebesta ku herin nav Êzidxanê herêma ingalê , baûrî kurdistanê, ewan sînorê bakur dabûn pit xwe di kurdistana rojava re di gundê Girdêmê Biro  re derbas dibin, di navbera gundê Otilce û Ala-Rež e de li Warkê Kewan wê ževê baran rê neda karwan û Dasikî li wir(Warkê Kewan) sê ževan mabûn. Dibêjin; xwedê giravî hersê rojan Dasikan  reberek ji bo rê peyde kirbûn û bext ji ežîra Žemir(Ereb) standibûn ta bikarîbin erde Ereban re derbasî Žingal bibin. Di gundê Til-elo derbas bûbûn û ware bav-kalan li pit xwe hitibûn, êdî dikevin warên Erebistanê wek gundê Abu-Menasib ku herêm tev eireke Ereban bi navê emir in, Mitêwta û Hiwêca Žerabî.   Li ser sînga û pala girê koz( Girkoz) ežîrên Ereban wekî Žemir Mitêwta û Hiwêca  êrîê didine ser karwanê bê av û nan.
Girê KOZ ku 30-40km  dikeve bažûrê Tirbespiyê û Til Alo li Rojavayê Kurdistanê. Žerê xurt û mezin li pêla Cemê Demir-Qapo ku bi Erebî jêre dibêjin Nehr Hiwca bakurî  Girkoz . Di žewta yekem de Žemdîn serokê  ežîrê, serkêžê ežîra Ereban bi navê  Fintêtiž dikuje û Êzidî (Dasikî) serê Gir Koz distînin, pažê ežîrên Ereban tev li wan kom dibin û komkijiyeke mezin li Girkoz de qewime.
 Ter û malê karwanê Dasikiyê bazdayî tevî dibin, li ser sînga Girkoz jî
74 mirovên eîra Dasikan bi destê Mitêwta û Hiwêca  têne kujtin. Qetil-amek biser Dasikiyan  de tê kirin ku heya kurê-kurên wan hebe ew birîn di canê wan de biaxife.
Li gor agehdariyên kale-mêrên eîrê ku ji sedî 35 ji eîra Dasikan digeha ingalê û yên din têne kujtin, yê ku di beriya ereban de ji bê av dimire, jin û zarokên ku
emir Mitêwta, Hiwêca… hêsîr birine….uhw). Serkêê eîrê jî birîndar xwe dighîne ingalê. Her weha tê gotin heya roja îro jî hinek ji Erebên Mitêwta û Hiwêca Žemir  dibêjine Êzidiyan XALO .
wekî ku tê zanîn ew jin zarokên ku hêsir ketine, gotina xal ji wan hatiye. Her
weha jî gelek ji ežîrên Ereban wekî Mitêwta û Hiwêc û heta Semir jî  naxwazin ku navê serkêê eîra Dasikan(emdîn) bibihîzin, egerê wê yekê  jî eve ku pitî emdîn ji birînên xwe saxbûye koçerên Ereban yên wan herdu ežîrên ku bi hovîtî bi Dasikan re ser kiribûn Mitêwra û Hiwêca  hatine çola ingalê koçeriyê, ew koçer ji êla Žemir in êžîre Mitêwtan bûn  û êdî emdîn Dasikan, belê Çêlkan li hev kom dike, bi alîkariya Êzidiyên ingalê êrîekê dibe ser Ereban.
Yekê tîne serê Mitêwtan  ku heya ew heben ew yek naçê ji bîra wan. Dibêjin ku
siwarê emdîn ne sekinîne heya li ser  Gir Koz, tola74 Žehîdan  û hêsîrkirina
zarok û jinan ji wan hiltîne. Ev yeka han bûbû sedemê serekî  êdi Ereban naxwestin navê Žemdîn bibhîzin.

Serkêê eîra Dasikan tevi çend malên Dasikan pitî salek du salên wan li
ingalê qediyan dîsa ji ingalê bar dikin vedikerin lê mixabin ku nagihine qelaç
û li gundê Mizgeftê li biniye xetê  bi cih dibin. Mizgeft dikeve bakurî bajarê Tirbespiyê li Kurdistana Rojava. Ji wê rojê de qelaçê Dasikan ji dest wan derdikev. Zaroyên emdîn(Hakef, Sebrî Gernos û Ibrahim) pižtî kužtine bavê wan(Žemdîn) di 1932an de li Tirbespiyê bi bêbextî hatibû kužtin, zaroyên wî jî   tevî çend malên Dasikan di sala 1950 î de gundê Mizgeftê terk dikin û
dîsa berê xwe didin qelaçê xwe, warê bav-kalan lê mixabin ew wekî biyaniyan
têda dijîn. Bê erdê çendiniyê ku kesek di wî warî de bê çandinî nikare bijî û di
bin zordariya axatiya wekî Dawid ê Nicma de. Dijiyan.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark