Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Beyana HNRKS bo bîranîna 117 salan li ser zayîna rojnamevaniya kurdî

 


Di 22 nîsanê de, 117 sal li ser bîranîna rojnameya kurdî, a bi navê ”Kurdistan”, ku zanyarê kurd Miqdad Medhet Bedirxan li Qahîre-Misir derxistibû, diqede.
Ev roj li cem hemî rojnamevan û ragehandinên kurd li Kurdistanê bûye rojeke taybet, ku bîranîna rojnameya yekê di nav xwe de bibîr tînin. Herwiha li dîroka rojnamegeriya kurdî vedigerin bê çawa ev rewþ hatiye bi pêþxistin ji wê demê ve ta bi roja îro.

Em li HNRKS vê rojê bibîrtînin û hewldanê didin ku hemî mirovên komîta rojnameya ”Pênûsa Nû” vê rojnameyê bi pêþbixin, ta ku bibe berdewamîyek bo rojnameya yekem ”Kurdistan”, lewra hemî endamên komîta birêvebir bi herdû beþên xwe ve, çi kurdî, çi erebî, hewl didin ku bibe rojnameya yekê di nav kurdên rojavayî Kurdistanê.
Ev sebaret li ser kurdên me derbas dibe, di demeke pir dijwar û aloz de, û rojnamevanên me bûne du beþ, her beþek bi alî hêzeke siyasî ve diçe, û hin caran li dij hev jî kardikin, digel ku welatê Sûriyê bi gelemperî û herêma kurdî bi taybetî di karesatekê de derbasdibe, di dema ku ji me tevan tê xwestin û nemaze ji kesên rewþenbîr (çi rojnamevan, çi peyamnêr) ku doza yekîtiya civaka kurd bikin, ne karê wan ê çandeyî û þêwirdanî bo parekî ji gel re be, divêt karê wan bo hemî gel re be!.
Ji ber vê hindê, HNRKS di vê rojê de, roja rojnamevaniya kurdî de, dozê li hemî rojnamevanan dike, ku xwe bidin ser hev û di bin sîwanekê de karbikin, û xebata wan têkeve ber bi berjewendiya gelê kurd tevan de.
Bijî roja rojnamevaniya kurdî.
Serfirazî bo xwedanê rojnameya yekê zanyar Miqdad Medhet Bedirxan.
Sermedî bo þehîdên gotina azad û hemî þehîdên welat.
Hevbenda Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriyê (HNRKS)
22.04.2015



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark