Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Kurdekî Sûrî Alîkariya Penaberan Dike Û Ji Aliyê Malbata Desthilatdar Ve Tê Xelatkirin

 


Silêman Þiwêþ Kurdekî Sûrî ye, ji aliyê Malbata Desthilatdar ve li Birîtanya li Koçka Bakîng Ham ya Qiraliyê hate xelatkirin. Ji ber ko Silêman di alîkariya Penaberan de û heçê nuh tên Birîtanya bi roleke kêrhatî û giring radibe.
Silêmanê Þiwêþ pileya wî ya akadîmî Macistêr di Zanistên Xwarin Û Tendiristiyê de ye li "Zankoya Hodersfîld" ya Birîtanî û Bawernameya Bakaloryos di Endazyariya Çandiniyê de ji Zankoya Helebê wergirtiye 

Sala 2012an piþtî destpêkirina bûyerên ko li Sûriyê çê bûn ji Sûriyê ber bi Birîtanya ve koçber bû, û ji ber zimanê wî yê Ingilîzî baþ e û pisporiya wî ya berê di karê mirovî û hawarhatinê de, ji ber berê bi Heyva Sor ya Sûrî re kar kiribû, Xwe ji karê hawarhatinê û yê mirovî re li Birîtanya vala kiriye, da alîkariya Penaberan û kesên nû hatine Birîtanya bike.


Silêman alîkariya 57 rewþên mirovî yên Sûrî kiriye û karîn û çalakiya wî balkêþ bûye û di bîranîna 150 saliya damezirandina Xaça Sor ya Birîtanî de surprayz bû jê re dema ji aliyê Qirala Birîtanî ve Îlîzabêt hate vexwendin da hevdîtin û serdana wê li Koçka Qiraliyê bike.
Çimkî ew nimûyek cihê serbilindiyê ye ji penaber û kesên nû hatine re bi giþtî û ji Sûriyan re bi taybetî. 
Serdan ji bo li Baxçeyê Koçka Bakingham xwarinê digel malbata Qiralî re bixwe, hêjayî gotinê ye Emîr Tiþarliz û Emîra Aliksandra û Qirala Birîtanî Îlîzabêt jî amade bûn. 
herweha ji aliyê Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ve li Londonê dîsa hate vexwendin da li kongirê Penaberan li avahiya Perlemanê Birîtanî nûneritiya Sûriyê bike. Silêman gotinek giring li ser rewþa Kampên Penaberan yên li Libnan û Tirkiyê û Îraqê û Urdinê û yên li Dewletên din da.
silêman soz daye ko alîkariya penaberên nû tên Birîtanya bike, û malbatên wan bide ser hev, hem jî ji bo kêþeyên windabûyan bixebite û berdewam pêdiviyên Penaberên Sûrî biþopîne.
Jêder: Hevbendî- Desthilata Çarem 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark