Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Terorist û Qamişlo

 


Mihemedê Seyid Husên

  Çaxê ku terorîzm li perê zeman xemsar maye, metirsînê bi zimanekî cîhanî yekgirtî bersiv daye, li ber dadgeha mirovaniyê rewan bider da ye, rêawayên keysperestî û tirsa çogvelerzîn xasûk û dizên ku qaçaxa suxtewkariyê kirine, xaçerêyên ber tixûban xûm kirine, qilûz diçûne motkê, terorîzm û metirsîn ji nebûna azadiyê zane, yadiyên mat û tavilî bûne birînên axivî, teroris, tirs, tomet û bumbene, qamçî, kelbetan û kelemçene, dibe ku kirbaçek ne êşîne,


 lê yekî dinê tepa wî binçav diherijîne, çendî dîmenekî geşbîne dema ku stêrk ji nêv taristanê dirije, pê re jî pêçanokên berguman diafirin, tirs, birçîbûn, kirêt û têkçûn mirinê dikin yawir û hogir, xemgînî ji dil difûre, kelecana hetavên heyvê û zîmarên çiyê cobaran diherikîne, azirdana binê zindanê her ji welatxinizan hez dikî.
*  *  *
    Tenha li lûsekî digerim da qena têde aram razêm, wêjeya terorîzmê, şêwazên tevkujiyê, rêbazên çewsandinê di xewnan de şîrove bikim, nema zanim çi dibînim û çê jî tê negihame çi dibihîzim, şût û tazî, xwas û birçî, boxîtî û pirranî mirovan paşdemkî diparêzin û kiryarên riswa dinixumînin. li Qamişlo bişîr vebûme, li ber hilm û tîna pêsîrên wê haş bûme, ji nava dilê asîmanan, ji guregura bamiştê, ji libakirina sorgulê, ne gornepaşê tirba me, li ber piyê Qamişlo pirojeyê mirinî mame, lê her şasiwarê ku afirandinê pêk tîne, lawên Qamişlo bi serê xwe ne.
*  *  *
    Ew zarotiya mişext, ew termê eware, zikê birçî û kirasê zîvarî, tenha dema ku berxwedan tête holê, deriyê zindanê li piştê vedibe û girtiyan pêşwaz dikî, xweziya min bû ku dîl û girtiyek di gerdûnê de nemana, tav û bagerokên jankêşanê biferikîna, ew hêsirên tewş di ahenga giryanê de nema bi gindirîna. dixuye sibê wê tiştek ji şîhîna hespê bûz di tewlê de, ji cefilîna karxezalan di çêrê de, ji yariya ewran dibezê de, ji keda gêrikê di mûristanê de, ji qelîştokên dev-vekirî di xakê de, di bêrîkirinan de bikewijin.
*  *  *
    Dixuye sibê wê tiştekî balkêş biqewime, dibe ku bişkov berevaj vebin, pelên sipîndarê di avdarê de biweşin, dibe ku zayîna zarokekî nû be, çaxê ku dûr nêzîk nebe, çênî gemarî xuya bibe, wê sibê ji mişextiya balendan xuya bibe, ku dê tiştin ji yên doh biçûktir ji yên îro mezintir biqewimin. jiyan li ser kevalekî qeşayê nîgar bûye, mirin li ser tehtoşkan pijiya ye, helbest li ser rûpelê dil meya ye, seqema kulîberfê şahiya zaroka ye, helbestvan halana afirandinê ye, hozan dengvedana awzên pêşbîniya ye, hevrêşmê şarî û melesî xwe bi nermebayê hêwa dixurîne, tiştek ji bêrîkirina helbestvan mezintir nîne, dema ku berbangên sor di sariya serê sibehê de bi dawî dibin.
*  *  *
    Qamişlo: ezê li ser te bigirîm, ezê hewar bikim sitêrkan ku ew jî li ser te bigirîn, ew cendekên birîndar di kolanên te de ku bê xwedî xemsar mane, bê pêjiniya sikakên te, saw û sawêrên tirsonek, reş û peşên bê reng, vepeşkîna seravê bi giştî li ser te digirîn, keservedana şînê li ser nemirên te, berbatan di çavên goristanê de lidar dixînin. şevên Qamişlo bi mirinê avisin, mafê mergan jî heye ku di hêsrên şevnemê de bigirîn, di wê tarîka sêwî de, ji mafê Qamişlo ye ku ji kûraya dîrokê ve bigirî, dilê xwe bavêje devereke dûrtir, belbî destên dirindyên noker negihênê, da qena bigirî û bigirî, bê navbirk bigirî.. û her bigirî.
*  *  *
    Bê ku ya dilê xwe eşker bibêjim, min zûtir zanî bê çi di beroşê de dikele, çi di serê wan de dinime, gidyano…pilane bê jimar behane, sûc û gunehên nebûyî, û derwên torfelaqî, tiştê ku me nekiriye bi meve dizeliqînin, li ser serê xwe dimeşin, Ga di avê de dişewitînin, ji tûrikê bê bextiyê zirgovaniyê derdixînin, ji sawêrên xwe dibêjin hûn bi paşmêrin, dar û destekarên we ji deverên biyanî hene, hûn bêmirêsin, destqirêjin bê rûmetin bê cî û warin, hîç ne tiştikin bê zar, kultûr û zimanin, qereçîne tev niştewarin, şût, tazî û birçîne, bê xwarin û kêmdiravin, tev xurêl û gernîkin, qurîncek û stirîmişkin, ji me venabin ku em wan bikin ardiwê hêtûnê xurdin. çendî mizeloqî û bi rûne, xurene ziktilêrê evîna netewî ne, keysebazên kêlîkêne, çendî xemxurê azadiyê ne, kurdin serhişkin bê ku biborînin berê xwe ji şahînetên me diguherin.
*  *  *
    Çima hûn rê nadin ku em we li ber xînin, mane em û hûn di xwêdanê de hevparin, em nedizin tenha monetekê dixwazin, qey ne bese gilî û gazin, qey ta kengî hûn dê xwîna me erzan bifiroşin, ta kengî hûn dê bi çavên sor li me meyze bikin. şeva berê reqreq tavê teyrok bi ser Qamişlo de barandi ne, wê şevê dilaram raza me, roja dinê asîmanekî şînesayî diponijî û roj li ber ava careke dinê bûye teqîn, li ber guleyên hûravêjan serşaxikên dara hewş me, bi ser serê me de anîne xwarê, ji cî helçenî me, roj li delava ye bê ewr û tave, ketiye qolincên barandinê, dêmekî îşev jî em dê razên li ser dengê navtdanê.
*  *  *

…komara Çîk…11-3-2015


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark